Mangirtinê Erdogan û AKP sews kir

Dîroka greva birçîbûnê
Dîroka mangirtinê (greva birçîbûnê) bi hezaran salan kevn e, ji çanda Hînd-Ewrupî tê. Di serdema koletiyê de, kole li dij zilm û zordestiya xwediyê xwe, neçar mane û dest bi çalakiya birçîbûnê kirine. Ji zorbeyan re laşê xwe kirine mertal. Ev tê wateye ku ji zordest re bêjin, ‘madem ku tu bi ya min nakî, guh nadî daxwazên min ê rewa û hêza min jî tune ku li hember te derkevim. Wê demê ez ji te re rêz digirim, hurmet nakim û serî diçimînim. Ez bi te nikarim, lê bi laşê xwe jî dikarim? Wele ez bimirim jî li ber te serî xwar nakim…’

Belê her çiqas bê gotin ku ev çalakiya birçîbûnê ya Hînd-Ewrupiyan e jî, lê Berî Mîladê weke belge ev cureyê çalakiyê li Îralndayê hatiye dîtin û pêk hatine. Îrlandayê kolayên ku ji xwediyê xwe zilm dîtine û xwestine li hember zilma xwedîyê xwe rawestin, li ber deriyê mala xwediyê xwe dest bi çalakiya mangirtinê kirine. Li gor edetên wê demê ku koleyekî/e li ber deriyê xwediyê xwe di çalakiya birçîbûnê de bimiraya wê demê xwediyê êdî di nav civatê de rezîl û riswa û bêşeref dibû. Ji ber vê yekê gelek caran xanedan an jî xwedî daxwazên kolayê xwe qebûl dikir.

Di dîroka nêzîk de Îrlanda û mangirtin
Cara yekem li Îrlandayê ji aliyê Komargeran ve, di sala 1917an de Thomas Ashe li girtîgeha Mountjoyê dest bi mangirtinê kiriye. Pêşî îngîlîzan bi darê zorê xwestine xwarin bidınê. Lê di dawî de Thomas Ashe miriye. Di sala 1920î de serokê şaredariya Corkê Terence MacSwiney li girtîgeha Bristonê di magritinê de miriye. Sê endamên ÎRAyê Joe Murfhy, Michae û Conor McElvaniye 79 roj di mangirtine de mane û di dawiyê de mirine. Di navbera 11.8-12.11.1920î de, li girtigeha Corkê komeke mezin ketin çalakiya mangirtinê: John, Peter Crowley, Thomas Donovan, Michael Burke, Michael O’Reilly, Christopher Upton, John Power, Joseph Kenny û Seán Hennessy. Mangirtina wan 94 roj dewam kiriye. Piştî 94 rojan Arthur Griffith, MacSwiney, Murphy û Fitzgerald mirine. Piştî mirına van hevalên wan ên mayî dawî li mangirtina xwe anîne.

Di sala 1923an de dema şerê navxweyî yê Îrlandê bi dawî dibe Komara Îralndayê bi hezaran İRAyiyan digirin û avêjin zindanan. Weke ku ev çend salan in hukumeta Erdoğan bi navê Operasyonên KCK bi hezaran kurd girtine. Li ser van kirinên dewletê 8000 girtiyên ku di Cotmeha sala 1923an de li ser navê İRAyê hatibûn girtin li zîndanan dest bi mangirtinê dikin. Ev li cîhanê cara yekem bû ku hewqas mirov li zîndanan dest bi çalakiya birçîbûnê dikirin. Di vê mangirtinê de Denny Barry û Andrew O’Sullivan dimirin. Ji bo ku zêde kes nemirin İRA dawî li mangirtinê tîne. Komara Îrlanê girtiyên jin serbest berdide û salek piştre jî girtiyên mêr berdidin.

Di sala 1940î de jî Tony D’Arcy û Sean (Jack) McNeela di mangirtinê de dimirin.
Di sala 1981ê 10 endamên ÎRAyê dest bi mangirtinê dikin û di nav wan de yê ku herî zû dimire Bobby Sands bû. Navê û çalakiya wî li cîhanê dengveda.

Gandî û mangirtin
Mohandas Gandhi bi salan li dij Emperyalîzma Îngîlîz ku welatê wî Hîndistanê dagîr kiribû bi çalakiyên pasîv têkoşa. Di salên 1922, 1930, 1933 û 1942an de ji aliyê hêzên îngîlîz ve hatiye girtin û zîndanîkirin. Gandî ji bo serxwebûna Hîndistanê gelek caran dest bi çalakiya mangirtinê jî kiriye. Ji ber ku çalakiya mangirtinê metodeke herî bêşîdet e. Çalakiya Gandî li cîhanê nav û deng daye û piştgiriya wî xurt kiriye. Piştî serxwebûna Hîndistanê dema di navbera Hîndî û Misilmanan de şer û pevçûn derdikevin, Gandî pêşî dixwaze herdu aliyan serwext û îqna bike. Dema dibîne ku herdu alî jî guhdariya wî nakin, îqna û aram nabin li hember şerê navbera wan jî dest bi mangirtinê dike. Niha hinek nivîskar û rewşenbîrên tirk bi awayekî vekirî derew dikin û dibêjin ku ‘Gandî ne li dij rejima îngîlîzan, bi tenê li dij şer û pevçûnên ku di navbera Hîndû û Misilmanên de derketibû wî dest bi mangirtinê kiribû. Ev dereweke mezin û bêbinî ye. Gandî pêşî li dij emperyalîzma Îngîlîz dest bi çalakiya mangirtinê kiriye.

Li Tirkiyê mangirtin
Tê gotin ku li Tirkiyê cara yekem Nazim Hikmet di sala 1950î de li zîndanê dest bi mangirtinê kiriye, mangirtina wî du roj dom kiriye.

Di 20ê cotmeha sala 2000î li gelek girtigehên Tirkiyê girtiyên siyasî yên çepgir li dij rewşa tîpa ‘F’ dest bi mangirtinê kirin. Girtiya di 19 meha 11an de vegeran çalakiya birçîbûna mirinê. Di 19ê meha 12an de dewletê bi navê ‘Operasyona Vejînê‘ (Hayata Dönüş Operasyonu’ avêt ser girtigehan. Girtiyan li ber xwe dan, dewletê çek bi kar anî û 30 girtyên siyasî ku mangirtina mirinê de bûn hatin kuştin. Dewlatê navê operasyona mirinê kir operasyona Hayatê.

Lîsteya 30 kesên ku di ‘Hayata Dönüş’ Operasyonu de hatin kuştin ev in:[1]

Ahmet İbili (Umraniye), Ali Ateş (Bayrampaşa), Ali İhsan Özkan (Bursa), Alp Ata Akçayüz (Umraniye), Aşur Korkmaz (Bayrampaşa), Berrin Bıçkılar (Uşak), Cengiz Çalıkoparan, (Bayrampaşa), Ercan Polat (Ümraniye), Fahri Sarı (Çanakkale), Fırat Tavuk (Bayrampaşa), Fidan Kalşen (Çanakkale), Gülser Tuzcu (Bayrampaşa), İlker Babacan (Çanakkale), İrfan Ortakçı (Çankırı), Murat Ördekçi (Bayrampaşa), Murat Özdemir (Bursa), Mustafa Yılmaz (Bayrampaşa), Nilüfer Alcan (Bayrampaşa), Özlem Ercan (Bayrampaşa), Seyhan Doğan (Bayrampaşa), Sultan Sarı (Çanakkale), Şefinur Tezgel (Bayrampaşa), Ünsal Gedik (Umraniye), Yasemin Cancı (Uşak), Yazgülü Güder Öztürk (Bayrampaşa), Halil Önder (Ceyhan), Hasan Güngörmez ( Sincan), Rıza Poyraz (Umraniye), nav nediyar e (Umraniye), nav nediyar e (Umraniye).

Li Bakurê Kurdistanê
Cunta leşkerî ya 12ê îlonê ya sala 1980î bi hezaran welatparêz û şoreşgeran girt avêt zîndanan û li zîndanan êşkence û lêdanê nedîtî anî serê dilên girtî. Bi taybetî zilm û zordestiya ku li zîndana Amedê li girtiyan hatiye kirin, li tu darî dinyayê ne hatiye dîtin û ne jî bihîstin. Girtiyê PKKê di bin wê zilm û zorê da heta dawî li ber xwe dan. Canê xwe yê şîrin li hember zilma faşîzmê kirin mertal. Di dema herî bêhvitiyê de Mazlûm Dogan û hevalên xwe agir berdan laşê xwe yê şîrîn û kirin çirûskên Newrozê ya berxwedanê. Kemal Pir, M. Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek jî di mangirtina mirinê de dîwar û zîncîrê zilmê kişandin û şehîd ketin. Piştî wan di demên cihê cihê de 10 kesên din jî di mangirtinê de jiyana xwe ji dest dan. Lehengên kurd bi laş û viyana xwe faşîzmê şikandin. Tevgera Azadiyê li ser vîn û têkoşana wan heta îro bi hêz bû, mezin û berfireh bû û gav bi gav ber bi serkeftine ve çû û diçe.

Mangirtina 12ê Îlonê ya 2012
Girtiyên dîl ên PKK û PJKê ji bo parastina bi zimanê kurdî, perwerdeya kurdî û diyalog bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan re were dayîn, di roja 12ê Îlonê de li zîndanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest bi mangirtina bêdem û dorveger (rojiya greve birçîbûnê) kirin. Piştre peyder pey hemû girtiyên azadiyê ku di zîndan de ne hemûyan biryara mangirtinê giritn. Di nav demeke gelek kurt de hejmara mangirtiyan gehişt 10 hezaran. Li derî zîndan hem li welat û hem jî li derî welat kurd û dostên kurdan ji bo piştgiriyê bidine girtiyan dest bi çalakiyên mangirtin û her cureyê wekî meş û xwepêşandanan kirin û her ku çû hejmara çalakvanên birçîbûnê zêde bûn. Ev xebat li cînahê heta niha ji aliyê hejmar û hêzbûna çalakiyê ve çalakiya mangirtinê ya herî mezin, pîroz û watedar bû. Dîsa ev çalakî li cîhanê çalakiya ku xwedî daxwazên herî rewa, mirovî, mirovhezî, wijdanî û mafdarî ye. Her ku çalakiyê dengveda Serokwezîr Erdoğan û wezîrên xwe har û hêç bûn û bi awayekî hovane li ser çalakvanan şîdetê bi kar anîn. Dest bi fort, zirt û derewan kirin û gotin ‘em tu daxwazên girtiyên mangirtinê bi cih nayinin…’ Erdogan dît ku êdî bi derewan nikare raya giştî bixapîne, girtiyan bitirsîne û hem li der û hem li hundir pêş li çalakiyên kurdan bigire; bi awayekî lez û bez pêşnûmeya qanûna parastina bi zimanê dayikê şandê parlamentoyê. Ji aliyê din ve di roja 67ê mangirtinê de birayê Rehberê Gelê Kurd Mehmet Öcalan Şande gireva Îmraliyê. Birêz Abdulalh Öcalan diyar kir ku mangirtin gehiştiye armanca xwe û xwest girtî dawî li mangirtinê bînin. Di roja 68an de dawî li mangirtinê hat.

Ev mangirtin piçek din hîmê komara Tirkiye ya  nîjadperest hejand û hinek qulên din di dîwarê wê yê zilmê de vekir. Erdogan û AKP sews kir.

 

Amed Tîgrîs



[1] Navê girtigehên ku lê hatin kuştin din av kevanekê de hatine nivîsandin.

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse