Mamosteyên kurdî li Borlänge civiyan

Mamosteyên zimanê kurdî yên herêmên weke Botkyrka, Uppsala, Gävle, Vesterås, Norrköping, Mora di roja 16ê îlonê de li bajarê Borlängê ya Swêdê civiyan. Mamosteyên kurdî li ser zimanê zikmakî, rê û rêbazên û pirs û pirsgirêkên perwerdeya kurdî rawestan û gengeşe kirin. Li ser materyal,  devokên kurmancî  û pirtûkên perwerdeya bi zimanê kurdî berfirehî rawestin. Civîn bi însîyatîv û alîkariya Navenda Pedagojiya Kurdî (Kurdîska Pedagogisk Centrum  ) û hevkariya ABF ya Stockholmê ve hatibû organîzekirin. 22 mamosteyên kurdî beşdarî civînê bûn û civîn li dibistana mamosteyên zimanê zikmakî ya Borlänge heta aliyê êvarê dom kir.

Xwedî û berpirsê  Navenda Pedagojiya Kurdî  mamoste Heqî Balta di axaftina xwe ya vekirina civînê de destnîşan kir ku mamosteyên kurd li Swêdê gelek in û li seranserê Swêdê li cografyeke mezin û berfireh belav in. Ji ber vê yekê têkiliyên navbera  mamosteyan kêm in. Di civînên weha de mamoste tên cem hev, hevdu ji nêzîk ve nas dikin, problemên xwe tînin ziman û ji tecrûbeyên hev kelk û sûd digirin.

Amed Tigrîs dîtin, çavdêrî û nîrxandinên xwe yên li Bakurê Kurdistanê, pêşketina di axaftin û bi kar anîna zimanê kurdî de ku bi taybetî di pêşengiya Enstîtiyên kurdî, Kurdî-Der û şaredariyan de çêbûne, ji mamosteyên beşdra re vegot. Amed Tîgrîs balê kişand ku li Bakurê Kurdistandê zarok  asîmîle bûne û dibin, lê di nav kesên  temenmezinan de bi taybetî di nav kesên xwenda de jî kurdî bi pêşketiye. Dewlet ji aliyekê ve kurdiyê astend û qedexe dike û ji aliyê din ve bixwe li zanînêngehên weke li bajarên Dersim, Çewlik û Mêrdînê (zanîngeha Artûkluyê)  ji bo gehiştandina mamosteyên kurdî perwerdeyê dike. Dewlet dixwaze mamosteyên kurdî yên xwe amade bike. Weke ku Erdogan îro dibêje “parlamenterên min ên kurd” û dê sibê jî bibêje, “mamosteyên min ên kurdî.” Ji bo kurdî li Bakur statûyeke fermî negire û birêvebirî û desthilatdarî neke destê kurdan, dewleta Tirk çivan dide xwe, fen û fûtan digerîne.

Mamoste Haydar Diljen rewşa li ser  perwerdeya kurdî li Swêdê rawesta. Beha porosesa xwendina bi zimanê zikmakî ya li Swêdê kir.

Mamoste Remzî Kerîm jî  li ser amadekirina plana zimanê zikmakî rawesta û azmûnên xwe bi  par ve kirin. Li ser azmûn û tecrûbeyên wî gengeşî hat kirin ku mamoste dikarin ji bo perwerdeyeke hêsatir metodên çawa bi kar bînin.

Piştre  Mmamoste Mustafa Uzun, Heqî  Balta,  Nîşan Bamernî, Hayder Diljen û Felemez Akat  pirtûkên xwe dan nasîn.

Civîna ku berpirsiyarê ABF yê Stockholmê, berpirsiyarê Beşa Pêşwaziya Şaredariya Borlänge, Rektorê Beşa Zimanê Zikmakî yê Borlänge jî beşdar bûn bi hêvî û daxwaza ku di pêşerojê de  mamosteyên kurd bi civînên weha yên serketî  bi kar bibin û werin cem hev.  Bi xebatên weha bikaribin bi hev re problemên perwerdeyî ya kurdî gengeşe û  şirove bikin û li  bersivên wan bigerin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse