Made in kurdish: Kalaş

Kalaş navê berhemeke pêlav (solên) kurdan e.  Ew berhemeke kurdî  ya xweser û klasîk e. Bi taybetî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tê ҫêkirin. Kalaş xwediyê  dîroka ҫandeke  gelek kevn e.  Dîroka ҫêkirina Kalaşê bêtirî 1000 salî ye.

 

Kalaş bi destan tê ҫêkirin, karekî gelek zehmet e, ked û xwêdan dixwaze. Madeyê wê yên xam ji qûmaş û postên dewaran e. Solbend qumaş û ҫermên dewaran zirav zirav jêdikin, dihunên û piştre bi ҫaqûҫ û amûrên taybet dikutin, didirûn û dinexşinin.  Westayekî heri baş û ҫalak di hefteyeke de bi tenê dikare cotek kalaş ҫêbike.  17 Metre qumaş di paniyên cot pêlav de dikutin û bi kar tînin. Weha li ser dixebitin ku ev 17 metre dibe yek perҫe û dimîne. Temenê Kalaşê pênc  sal in. Lê tamîrkirana kalaşa kevn 10 xulek (deqîqe) digire.

 

Hûn dizanin niha kopiya tiştan ji ber destê ҫiniyan rizgar nabe. Lê kalaş kareki weha zehmet e ku ҫînî jî nikarin kopî bikin û sexteyê wê ҫêbikin. Kalaş îro jî li Başûr û Rojhilat di nav kurdan populer e. Ji bo ҫêkirinê mirov dikare bi mehan bikeve dorê.

Mirov dikare  taybetiyên kalaşê weha bi rêz bike:

  • Ji bo ku ne yek perҫeye û di nav hevde hûr hûr hunadiye hewa digire. Lingên mirov rehet dikin. Bi taybetî ji bo welat û herêmên germ gelek baş e û lingên mirov bêtir xwêdan nadin.
  • Nerm in, elastikî ne û lingê naêşine.
  • Zihm in û li gorî herêmên ҫiyayî ne.
  • Ji bo lingên şehîk gelek pêkan in û baş in.
  • Ji bo ku rast û ҫepên wan nêzîkî hev in û zarok di dema pêlêkirinê de zahmetiyê nakşinin.
  • Ji bo ji bendên qumaş postên dewaran tên amade kirin ji  êşa piştê re gelek baş e.

 

 

Amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse