Li Zanîngeha Dîclê kurdolojî vedibe!?

Do di çend rojnameyên tirk de nûçeyeke biçûk hat belav kirin ku rektora zagîngeha Dîclê daxuyanî daye çapemeniyê ku dê li zanîngeha wan beşê kurdolojiyê were vekirin. Zanîngeh ji niha ve plan dike ku çend mamosteyên xwe bişênin Parîsê zanîngeha Sorbonê û demeke kurt li wir perwerdeya kurdî bibînın û ji zanîn, letesî û tecrûbeyên wan kelk û sûd bigrin.
Dewlet hewl dide ku bi vekirine çend kurdolojî, enstîtû û kanalên TV pêş li ber têkoşîna kurdan a netewî û demokratîk bigre û mafê perwerdeyê wek sîstem ji pêşdibistaniyê heta zanîngehê nede kurdan. Dixwaze carek din bi çend kertol û pariyan kurdan bixapîne. Çend Parîxwar û kertolxwarin kurd jî ji niha ve ketine dora van pariyên ku dewlet dixwaze belav dike. Ew dixwazin li van dem û dezgehên dewletê li ser navê kurdî bibin xwedî karyer û bêjin “ev welatparêzî ye.” Hinek ji wan ji zû ve weha dibêjin jî. “Ma hûn nabînin em ji ziman û çanda kurdî re xizmetê dikin. Hûn çima li dij dertên?” Dema TRT6 jî vebû weha gotin û roja din bazdan û çûn ketin dorê ku li TRT6ê bername pêşkêş bikin.
Dewletê heta niha ziman û çanda kurdan înkar, qedexe û asîmîle dikir, niha êdî nikare li hember têkoşîna kurdan raweste û vê polîtika xwe ya înkar û qedexe bidomîne, dixwaze bi çend tiştên biçûk  weke dersên hilbijartî rê ber daxwaz û têkoşîna kurdan bigire. Piştî têkoşîna çendik û çend salan, wêrankirina gund û bajaran, komkujiyên fîzîkî û polîtîk, girtin û zîndankirina kurdan bi vekirina çend kurdolojî, dersên hilbijartî, TV,  radyo û rojnameyan kurdan bixapînin. Ji îro pê ve êdî ne pêkan (mumkun) e ku bikarin bi kertol,bermayî û pêxwariyên weha bikaribin kurdan bixapînin û têkoşîna wan a netewî ya rewa rawestînin, têkbibin. Kurd statuyeke politîk dixwazin.  Statuya ku bi dest bixiwin jî pêwîst e ku di destê kurdan de be, ne ku dewlet bide û di destê xwe de bigire û weke xwe birêve bibe. Ev li Katalonya, Baskistan, Îrlandayê û li gelek welatên din jî weha ye. Gel xwediyê statuya birêvebiriya xwe ye. Statu û birêvebiriye nade destê dagîrkerên xwe. Ev xaleke girîng e û divê kurd giringiya vê yekê baş bizanibin û xwedî lê derkevin. Ne ku li zanîngeha Dîclê bi temamî perwerde bi zimanê tirkî be û dewlet kurdolojî veke û xwendekarên kurd ên ku bixazin di heftê de çend ders hilbijartî (seçmelî) herin kurdî. Ma kurd vê rewş û yekê qebûl dikin? Ji vir bi şûn ve kîjan kurd ji vê duayê re “amîn” dibêje.  Pêwîst e ku dewlet zanîngeha Dîclê dewrê kurdan bike û  perwerde bi gişî bibe kurdî û tirkî bibe dersên hilbijartî. Kesên ku ji wir mezûn bibin bikaribin bi kurdî bibin karmend û karker. Anîna sîstema desrsên hilbijartî li kurdan heqereteke mezin e û herweha ji bo kurdan hewldaneke bê encam, hîç û pûç e.

A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse