Li Swêdê Înstîtuya ziman û çanda gelêrî

Li Swêdê Înstîtuya ziman û çanda gelêrî (Institutet för språk och folkminnen) dezgeheke fermî  ya dewletê ye. Li Paytext li Stockholm û çend bajarên din beşên wê hene. Li Swêdê Înstîtuya ziman û çanda gelêrî li ser van mijaran karê lêkolînî û zanyarî dike:

  • Zarava
  • Nav
  • çanda gelêrî
  • Parastin û plankirina ziman
  • Polîtîka ziman

Di Beşa zarava de lêkolînan dike. Encama tomarkirina zaravayan di arşîvên xwe de qey dike û peyvên nû di heman demê de di malpera xwe de (www.sofi.se) de diweşîne.
Nexşeya zaravayên swêdî derxistiye ku karekî herî mezin û girîng e.

Di beşa nav de, navên mirov, heywan,  cihên dîrokî û cografî berhev dikin û heger hebe wate û dîroka wan jî bi kurtî dinivîsin.

Di beşa çanda gelêrî de, li her herêmê welêt berhemên gelêrî yên weke çîrok, serpêhatî, jiyana rojane, kar û xebatê a çandinî û masî girtinê, gotinên pêşiyan, gotinên stranan, mîtolojî, dua, nifir û her weke din hemû cureyên berhemên çandî ber hev dikin û di arşîvên xwe de kom dikin. Lêkolîner û xwendekarên dibistanan diçin wir weke materyal bi kar tînin, jê kelk û sûdê bigirin. Berhemên weha yên gelêrî ji salên 1800 de kom kirine û yên niha jî li ser wan zêde dikin.

Di beşa parastin û plankirin û siyaseta ziman de jî proje û konferansan amade dikin. Lêkolînan pêk tînin û raporan didin hukumetê. Di hinek mijaran de, li gel dezgeha Språkradetê (sprokrodet tê xwendin û dezgeha zimanî ye) dixwebitin. Språkrådet dezgeheke  şêwirmenî ya ziman e. fermî ye û li ser zimanê fermî û kêmneteweyan dixwebite û di vî warî de xwedî  erk û biryar e.
Ez ê di nivîseke xwe ya din de Språkrådetê bidim nasandin ka ew çi kar û barî dike.

Jim e kurdan re dem û dezgehên weha pêwîst in. Pêwîst in ku em çanda xwe ya devkî ya 10.hezar salan berhev bikin. Ev gencîneya (xezîneya) me ya netewî ya herî dewlemend û giranbiha ye. Divê em bilazînin ku hîn wenda nebûye an jî ji aliyê dagîrkerên welatê me ve nehatiye dizîn. Jixwe perçeyeke mezin jê dizîne û kirine malê xwe. Qet nebe yên mayî em  ji bin ling û nav lepên wan derxin.

Amed Tigris

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse