Li Swêdê dibistan vebûn

Bêdengiya avahîyên dibistanê bi dengên oldana şagirdan re qetiya. Zarokên rûgeş, bi dengên xwe yên şêrîn dîsa dibistanê çalak û jîndar kirin. Jiyan, bi dengên wan, rebgên wan,  bi rêçûn û lîstokên wan reng guhart, xweş û ciwan bû. Rûyên wan bi rawestoka havînê di nava xweşîyeke şêrîn de dikelîyan.

Dengdar, rûgeş û zarokên dilgerm bi çavên çirisandî jiyanê germ dikirin. Di ev dibistana biçûk de dengê 37 zimanan bihîstin evîn û dilgeşiyeke mayînde ye. Lê, ev di heman demê de qedexeya li ser zimanê me anî bîra min. Ev rûreşî êşeke mezin xist dilê min. Qedexeya li ser ziman zikamî, rûreşîya mirovahiyê ye.

Rojnameyên Swêdê yên îroyîn dinivîsin ku hukumeta wan ji bo:  Îsal 2 tirîlyon û 600 milyon kron ji bo têkuzkirina sistema perwerdeyê pere xistine butçeya xwe.” ”

Belê, ji bo têkuzkirina sistema perwerdeyê, ji bo têkuzkirina zimanê xwe! 2 tirîlyon û 600 milyon ji bo sala pêş me! Dema min vê nûçeyê xwend ez hem dilgeş û hem dilreş û xemgîn bûm. Dagirker ji bo mirina zimanê me bi milyonan pere dirêjin. Gelê din jî ji bo têkûzkirina zimanê xwe.

 

Ew pir baş dizanin ku zimanê ne têkuz, zimanê qels di nav pêvahajoya dîrokê de aloz dibe, hêdî hêdî dihele û wenda dibe. Mayî. .Aloziyeke bêserûber dixe nava mejî, jîyan û civatê. Bi zimanekî bêrêkûpêk mirov nikare hizirên xwe baş têxe rêzê û baş şîrove bike. Nikare tê bigîhe. Ev tişt dagîrker jî baş dizanin. Mirovên zimanqels nikarin dîtinên xwe xweş û rast diyar bikin. Di vegotinan de zehmetî dikşînin. Di pratîka jiyanê de sews dibin.

Dema dîtin bi zimanekî xweş, zelal û baş neyê diyar û şîrove kirin ew baş nayên fêm kirin jî. Ew dem jî tiştên ku divê di dema xwe de bêne kirin rast nayên kirin. Ji ber ku nehatine fam kirin. Bi vê qelsiya ziman kar û jiyan aloz dibin. Bi vî rewşê serkeftin zor dibe. Jîyan teng û hişk dibe. Karên ku mirov dide ser milê xwe nikare baş bi cih bîne. Mixabin wê demê têkçûn ji mirov re dibe çarenûs.

Bi vî qelsiya ziman gav bi gav hest û hizirên dadmendî, wekhevî, exlaq û mirovhezî qels dibin. Civat bi van qelsiyan bêhêz, bêrêkûpêk dibe. Bi helandina wan re mirov baweriya xweya ji xwe wenda dike. Çand dipelçiq e. Mirovên xwedî vî çandê xwe li hember mirovên din biçûk dibînin. Li dij nebaşî û xirabiyan, li dij zilm û zorê dibin mirovên sertewandî. Dîroka xwe ji bîr dikin û nasnameya xwe wenda dikin.

Gelên xwedî sazûmana dewletî ji bo pêşketin, aramî û serketinê vê rola ziman baş dizanin û loma girîng digirin. Giraniya xwe didin ser perwerdeyê. Perwerdeya fermî bi zimê xwe. Lê zimanên hindekayiyan jî ji bîr nakin. Wan  jî li ser piya dihêlin û pêş dixin. Ji ber van sedeman butçeyên wan yên perwerdeyê gelek fireh û dewlemend in.

Ji bo pêşeroja xwe bi hemû hêza xwe zimanên xwe bi rêkûpêk, nûjen û ciwan dikin.

Di van rojên dilxweşiya zarokan de gelek caran ez ji xwe dipirsim.

-Gelo me çi çewtî kir?

-Çima em hev fam nakin?

Li Stockholmê di bexçeyê dibistana ku ez tê de mamostetiya kurdî dikim di nav dengên 37 zimanan de dengê kurdî jî tê guhê min. Guhên min bel dibin, dilê mn geş dibe û devê min beş dibe.  Ev dilxweşî û devbeşî gotineke giranbiha ya Leibniz tîne bîra min.

”Zimanekî têkuz bidine min, bi wî ez ji we re neteweyeke mezin ava bikim.”

Ev gotineke gelek rast e û di cihê xwe de ye.

Bi hêviyên ku zimanê me jî li ser axa me bibe zimanê fermî.

B.Welatevîn

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse