Li Rojava û Bakur rewşa ziman û perwerdeyê

Îro li Stockholmê ji aliyê Navenda Pedegojiya Kurdî ve li ser mijara ”li Bakur û Rojavayê Kurdistanê rewşa perwerdeya kurdî semînreke hat li darxistin. Modaretoriya semînerê mamoste Heqî û Nîzameddin Akkuş birêvebirin.

Berpirsê saziya swêdî ABFê Tommy Hindrika afaxtineke kurt kir û anî ziman ku weke ABF amadene ku bi dezgehên kurdan ên ziman û çandî re hevkarî û alîkariyê bikin.

Amed Tîgrîs li ser van babetan rawesta:   Li Bakur:

  1. Li dem û dezgehên kurdan

A)     Li Kurdî – Derê

B)      Li Şaredariyan

C)      Li komele, dem û dezgehên din

 

2. Li dem û dezgehên dewletê

A) Li zanîngehan

B) Li dibistanên seretayî

Piştre Zîwer Haco meqeleya Zagros Hacoya ku li ser ziman û perwerdeya Rojava amade kiribû pêşkêş kir.

Fatma Savcî di derheqê geşta xwe ya Rojava de agahdariyên berfireh da û daxwazên mamosteyên Rojava pêşkêşî civînê kir.

Azad Heyderî li ser rewşa wêje û çanda Rojava rawesta û ji civînê bi taybetî ji mamosteyan xwest ku mirov çawa dikare ji aliyê pedagojî, zanîn,  teknîk û materyalan ve alîkariya Rojava bike.

Piştre bi beşê pirs û bersivan civîn bi dawî bû.

 

Foto: Hecî Kardoxî

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse