Li kîjan welatî çend ziman, zarava û devok hene?

Mirovên me yên ku zêde zanîn û agahdariyeke wan di derbareyê ziman û li ser zanistiya ziman tune, carnan dipirsin: “Ka dê rewşa vî zimanê me yê jihevketî û perçe perçe çi bibe? Culemêrgî ji amediyan, mêrdînî ji cizîriyan, cizîrî ji cihayiyan baş fêm nakin. Ma bi van zarava û devokan perwerde dibe?

Hezar mixabin di nav kesên ku pirsên weha dikin de mamoste û kesên xwenda jî hene û hejmara wan jî ne kêm in. Pêwîst e were gotin ku sedemên van pirsên wan ên weha ne bi tenê kêmzanîn û kêmagahdariya wan a li ser ziman û di derbareyê ziman de ne. Li gel wê bandora propaganda û dezîmformosyona dagîrkeran jî heye. Dema mirov di vê mijarê nexwedî be, xwedî ne têrzanîn û têragadariyeke be, wê demê mirov bi propagandaye dagîrkeran  dikeve gumaneke weha. Ev bi salan in ku dagîrkerên Kurdistanê carnan dibêjin, “zimanê kurdî ne tu ziman e. Carnan dibêjin zimanê kurdî ji 33 gotina pêk hatiye û gotinên derî van 33an ji erebî, farisî û ji zimanê din girtine û ji xwe re jê re dibêjin kurdî. Bi zimanê 33 gotinan perwerde nabe…”

Suleyman Demirel di dema serokwezîrtiya xwe çend cara bi lêv kiribû ku “kurdî ne zimanekî bi serûber û tekane ye. Ji 30î bêtir zaravayên kurdî hene. Yên ku behsa perwerdeya bi zimanê kurdî dikin, gelo dê ji wan 30 zimanên cuda kîjan di perwerdeyê de bi kar bînin?..”

Piştî têkoşîneke salan niha dagîrker dibêjin “zimanê kurdî heye, lê ne zimanê medeniteyê ye.” Ji vir bi şûn ve di sîstema nû ya 4+4+4an de kesên ku bixwazin dê bikaribin li lîse û zanîngehan  kurdî wekî zimanekî hilbijartî di hefteyê de çend ders bixwînin.

Em bala xwe bidin niha ev zimanên ku li cîhanê hene û tên bikaranîn her yek bi serê xwe xwediyê çendik û çend zarava û devokan in? Hem jî ne wekî zimanê kurdî ku bi salan hatiye qedexekirin û di perwerde û hîndekariyê nehatiye bikaranîn; li cîhanê zimanên herî mezin û pêşketiyên ku bi sed salan in bi wan perwerde û hîndekarî tên kirin, hîn heta îro ew jî xwedî gelek zarava û devokan in. Rakirina zarava û devokan ne weha karekî hêsa û teknîkî ku bi perwerde û hîndekariyê bibe zimanekî yekgirtî û standard. Bi pêvajoya dîrokî û civakî ve girêdayî ye.  Heta malbat û herêm hebin dê zarava û devokên her zimanî jî her hebin. Lê rastiyek heye ku zimanê nivîsê yê standard û telekomînîkasyonê rol û bandoreke mezin li ser zarava û devokan dikin û her ku diçe wan nêzîkî hev dikin. Ji derî gotin û şiroveyê ez dixwazin di derbarê ziman, zarava û devokan de mînakeke berbiçav bidim. Ka li cîhanê çend zimanên ku dewlet bi wan tên birêvebirin li welatê wan çend ziman, zarava û devok hene, li jêr bi awayekî statîstîkî şan bidim. Di zimanê rojnamegeriyê tê gotin ku wêneyek an statîstik ji hezar gotinî çêtir û zelaltir e. Fermo statîstika ku hûn jêr lê binêrin ne hezar, sed hezar car ji van gotinên min ên jorîn baştir û zelaltir e.

 

Welat

Hejmara ziman, zarava û devokan

Hîndistan

1652

Gîna Nû

850

Endonezya

670

Nîjerya

427

Kamarûn

270

Avusturalya

250

Rusya

220

Zaîre

210

Giravên Solomon

66

Bask

36

A. Tîgrîs

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse