Li kêleka bangewaziyekê

Çend kesên ku navê “ronakbîrên pirzana” li xwe kirine  bi salan in dijmintiya alfabeya latînî dikin û alfabeya erebî weke ku kurd bi xwe îcad bikin, didin zanîn û diparêzin. Rexneyên wan ne bi zanyarîne, vala, hîç  û pûç  in. Nivîskar Siyaweş Goderzî  di vê mijarê de nivîseke nivîsiye û ev nivîs di gelek malperan de hatiye weşandin. Em jî ji xwe xwendevanên xwe yên hêja re pêşkêş  dikin.
e-weje.com


Çend rojeke bangewaziyek li jêr navê ”ziman û ABya kurdî: di navbera têkdan û çareseriya zanistî de” di tevnên civakî de tê û diçe. Di vê bangewaziyê de siyaseta ziman a başûrê Kurdistanê hatiye rexnekirin û ji bo serrastkirina zimanê kurdî û parastina wî ji têkdanê kampîneke komkirina îmzeyan hatiye rêkxistin.
Bangewazî bi dijayetiyeke rasterast a konferansên zimanê kurdî li Amed (Diyarbekir di bangewaziyê de) û Hewlêrê dest pê dike û di baweriya wê de ew herdu konferans ji xwenîşandaneke siyasî wêdetir ne tiştekî din bûn. Herwiha li gor bangewaziyê di wan konferansan de du pêngav, yekem ji bo hilweşandina zimanê standart ê vêga yê kurdî û duyem parçekirin û dûrxistina zaravên kurdî ji hevdu hatine avêtin. Naveroka vê bangewaziyê û herwiha îmzeya navê hejmarek ji helbestvan û nivîserên diyar ên Kurdistanê di binê vê bangewaziyê de, çend têbîniyan li xwe digirin ku li vir bi kurtî behsa wan dikim.
Bi giştî ew konferansên ku di dema borî de di navbera Hewlêr û Amedê de çi siyasî, çi civakî û çi kultûrî û zimanî hatin girêdan hemû ew hewldanê bûn ku bi dîtineke kurdî ji bilî qezenc ger pir kêm jî bûbe, ti zirareke wan nebû. Wan konferansan digel ku pêngaveke pratîk û bi bandor di qada siyasî û çandî ya kurdî de ne avêtine, qet nebê bûne pireke ji hev nêzîkbûnê, ji hev têgihiştinê û lêfikirîneke zêdetir. Konferansên zimanê kurdî jî li Amed û Hewlêrê ne li derveyî wê çarçoveyê ne. Pir ecêb e bangewazek ji bo xemxweriya zimanê kurdî bê weşandin lê bi êriş li ser wan hewldanên seretayî dest pê bike ku ji bo nêzîkirina kurdan li dora hevdu û ji bo behskirina zimanê kurdî hatine dayîn.
Ji bilî wê yekê jî em dizanin hemû ew belgeyên ku di wan konferansan de hatin belavkirin ”qewîtî” bûn. Êdî pêşniyar û qewîtî çawa zimanê niha yê kurdî ji hev diweşînin, divê nivîserên bangewaziyê bersivê bidin. Dibe ku yek ji hoyên sereke ji bo dijayetîkirina wan konferansan di nava xêzên vê bangewaziyê de bê xwendin, ew jî amajekirin e bi hejmara kêm a beşdarên pisporê zimanî kurdî (tenê 10 kes) di konferansan de yan bi gotineke din beşdarnebûna beşek ji sazkerên bangewaziyê. Ev rexne û dehan û sedan rexneyên din jî li awayê teknîkî yê sazkirina herdu konferansan di cihê xwe de ne û rast in, lê dîsa nabin sedem ku hêleke sor li ser herdu konferansan bê kişandin. Nemaze tew dûrî dadmendiyê ye ku bê gotin ew konferans ji bo hilweşandina zimanê standart ê kurdî û ferzkirina ABya ”tirkî-latînî pêk hatine”. Wek ku ne kurd lê dijminên kurdan li pişt sazkirina wan konferansan bin.
Hinek nîşanên bi guman di bangewaziyê de:
Yekem, pir cihê mixabiniyê ye AByeke kurdî ya jorîn a latînî ku dora sed salî ye rojname pê hatiye nivîsandin û dû re bi hezaran kitêb pê hatine çapkirin û her niha neku tenê li bakur û rojavayê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê (yek ji wan heftenameya Rûdaw) pê tên weşandin, wek ”ABya tirkî-latînî” bê nasandin. Ti bingeheke zimanzanî û zanistî ya vê navlêkirinê nîne û tenê hevokeke hûnandî ye ji bo talkirina kurdiya latînî. Em dizanin di zanista nû ya zimanzaniyê de giringiyeke zêde ji xwe danasînê re tê veqetandin. Tu nikarî wî mafî ji piraniya kurdan zeft bikî û navekî din ji bilî navekî ku wan bi xwe li ser AByekê danîne, deynî. Li derveyî vê bangewaziyê heta niha ne kurdan bi xwe û ne zimanzanekî bêjeya ”alfabêta tirkî-latînî” bi kar ne anîne. Ev rengê navlêkirinê li alfabêta kurdî latînî neku tenê li dijî pîvanên zimanzaniyê ye, lê rengekî xwe ferzkirin û binpêkirina maf û nasnameyê ye jî. Ji aliyekî din ve ev rûreşkirina alfabêta Kurmancî di demekê de ye ku tenê ji ber tîpeke wek (w) ku di zimanê tirkî de nîne, em agahdar in ku çawa hikûmeta Tirkiyê rojnameyên kurdî girtine û rojnamevan ji ber nivîsîna peyva (Newroz) avêtine binê zindanan.
Wek bangewaziyê di baweriya min de jî kêşeya alfabêta kurdî latînî ya fonîmîk heye û pêdiviya wê bi serrastkirinê heye, ku diyar e ev jî vedigere ser pisporên kurdî yên kurmancî neku beşek ji nivîserên wê bangewaziyê ku neku tenê ti şarezabûneke wan di zaravê Kurmancî de nîne lê her ji tîpên latînî jî disilkin. Ji bilî wê jî, ev sivikatiyeke mezin e bi alfabêta kurdî latînî yê herî kêm parçeyekî herî mezin ê Kurdistanê ku li gel zimanê serdest ê tirkî di bergiriyeke tevlî qedexekirin û tew xwîn û îşkence û zindanan de ye. Bi baweriya min xaleke ku xwe di navlêkirina alfabêta kurdî latînî wek alfabêta tirkî de veşartiye û nivîserên bangewaziyê newêriyane bi awayekî eşkere behs bikin, dîtineke îslamî û dijî rojava ye. Wan di rastiyê de dijayetiya xwe li gel rojava li jêr navê alfabêta tirkî û latînî veşartine. Yanî di naverokê de mebest ne alfabêta latînî ye, lê dijayetîkirin e li gel rojava û her diyardeyên rojavayî li Kurdistan û rojhilat.
Duyem, di bangewaziyê de hatiye ku: ”Kurd, bi giştî, gelekî rojhilatî û misilman e” jixwe lewra jî divê alfabêta wî gelî jî îslamî û rojhilatî be. Ev bêje di rastiyê de nîşaneke bi guman e û heta astekê metirsîdar e ku ne rasterast înkarkirina mezhebên cuda li Kurdistanê lixwe digire. Di bangewaziyê de di şûna ”piraniya kurdan” hatiye nivîsandin ”bi giştî” û êdî ti amajeyek bi hebûna êzdî, kakeyî, Yarsan û şebekan nehatiye kirin? Li gor wê bangewaziyê li gor ku hemû kurd misilman û rojhilatî ne divê heman alfabêta niha bikar bînin û ger hat û beşekî berçav ji kurdan alfabêta latînî li bakurê Kurdistanê bikar anîn êdî ew alfabêta rojava û gawiran bikar tînin. Ez vê alfabêta ku li başûrê Kurdistanê tê bikaranîn wek alfabêta kurdî nas dikim. Her wekî çawa farisek dibêje alfabêta farisî û nabêje alfabêta aramî yan erebî. Her ji wê yekê jî niha alfabêta kurdî ku li bakur pê tê nivîsîn, alfabêta kurdî ye neku tirkî yan rojavayî. Bikaranîa peyva latînî jî wek paşgira alfabêta Kurmancî tenê bi mebesta cudakirina du alfabêtên kurdî ji hevdu ye.
Sêyem, balkêş e ku bi peyv jî çi ye di vê bangewaziyê de behsa zaravê behdînî (Kurmancî), Hewramî û Zazakî nehatiye kirin û pir bi hêsanî hêleke sor li ser wan zaravan wekî ”zaravên nebûyî” hatiye kişandin. Nemaze niha du zaravên kurmancî yan behdînî û hewramî dikevin nava wê çarçoveya erdnîgarî ku berê bangewaziyê li serê ye yanî başûrê Kurdistanê. Li gor xwendina wê bangewaziyê em dikarin bêjin hemû vejînên çandî li devera Behdînan di nav de çapa rojname û kitêban jî, rengekî fîtne û lêdana xencerê li pişta zimanê standaet ê kurdî ye. Ev di demekê de ye ku di van salên dawî de geşbûnek di vejandina van zaravan de li başûrê Kurdistanê dirust bûye û di çarçoveya malbata mezin a zimanê kurdî de rojname, kitêb, stran û muzîk vejiyane. Di vir de guman diçe ser wê yekê ku dibe ku mebest ji fîtne û paşverûtî di zimanê kurdî de di vê bangewaziyê de geşbûna zaravan di van salên dawî de be. Li ser vê yekê gelek lêkolîn hatine kirin û gelek tişt hatine nivîsîn ku li vir hewce nake behsa wan bê kirin, tenê ew ne di nav de ku hemû lêkolînên zimanzanî vejandina zaravan di zimanekî de wek dewlemendiya wî zimanî dibînin neku berevajî. Li başûrê Kurdistanê li kêleka zimanê kurdî wekî zimanê fermî vejandina wan zaravan bi heman awayî nîşana dewlemendiya zimanê kurdî ye.
Çarem, hinek hevokên wekî ”hêla sor” û ”lîstina bi êgir” di bangewaziyê de hatine bikaranîn ku xwendevan şaş dihêlin. Gelo ev bangewaziyeke ji bo pêşxistina zimanê kurdî û diyalogê yan teqekirin e li zaravê Kurmancî? Gelo zimanê xwemxwerên zimanê kurdî û zimanzanên kurdî nabe cuda be ji daxuyaniyên partiyeke siyasî û ew jî bi hebûna peyvên gefxwarinê? Gelo ev bangewazî ye ji bo reformê di zimanê kurdî de û ji hev nêzîkirina zaravên kurdî ji hevdu ye yan êrişeke li ser Kurmancî? Ji aliyekî ve hatiye gotin ku, nabe serdestiya zimanê ti parçeyekî li ser parçeyên din ên Kurdistanê çêbibe, ji aliyekî din ve jî hatiye xwestin ku hemû bakurê Kurdistanê ji nû ve piştî sed salî şûnwarên xwe yên çandî û zimanî bişewitînin û ji nû ve vegerin ser alfabêta kurdî ya jêrîn. Ev daxwaz yan pêşniyar ne tenê li gel rasteqîniya Kurdistanê hev nagire, lê rengekî mezinxwaziyê ye ku li gel zimanzanî û dîtina zanistî ya nû de jî ya ziman hev nagire.
Pênc, di dirêjiya mezinxwazî û êrişa hêdî hêdî li ser konferansên zimanê kurdî û tawanbarkirina navendên çandî bi baskên dirêj ên partiyên siyasî yên Kurdistanê, hatiye daxwazkirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo behskirina kêşeyên zimanê kurdî ”tenê li gel kesên zimanzan û kurdîzan û ronakbîr û zanistkarên cidî hevkariyê bike.” Lê pirsyar ew e li gor kîjan pîvanan? Kê û kîjan organ dikare pîvanê li ser ”cidîbûn” yan ne cidîbûnê diyar bike? Ecêb e di vê bangewaziyê de amajeyek bi zanîngehên Kurdistanê wek beşê ziman û edebiyata kurdî, akademiya kurdî li Hewlêrê û navendên din ên çanda kurdî ku dikarin bibin pîvan ji bo diyarkirina zimanzanên kurdî nehatiye kirin.
Şeşem, di vê bangewaziyê de behsa pirsa zimanê kurdî, têkçûna zimanê kurdî û hinek dirûşmên mezin derbarê ziman hatiye kirine, lê aliyê hember û nerîna din a cihê hatiye înkarkirin. Yên ku haya wan ji behsên germ ên van çend salên dawî be, dizanin du nerînên pir cihê yên zimanî li Kurdistanê hene. A yekem, dîtina wê bangewaziyê ye û ya duyem, dîtina cot standartî û pêşxistina zaravan di çarçoveya zimanê kurdî yê dayik de ye. Ew herdu dîtin ku bi şaştî heta niha di medya kurdî de wek soranîxwaz û kurmancîxwazan hatine binavkirin.
Ez hêvîdar im ji niha bi şûn de deriyên diyalog û ji hev fêmkirinê zêdetir bên vekirin, konferansên zimanî yên bêhtir li Kurdistanê bên girêdan. Nivîser, zimanzan û lêkolerên zimanê kurdî bi vedîtinên pir cihê ji hevdu bêhtir li dora hevdu kom bibin û ji bo ku bingehên yekîtiya neteweyî ya kurdî bên xurtirkirin, neku rûreşkirin û xurtkirina navçeperestiyê û ji hev dûrkirina neteweyî bê zêdekirin.

Rûdaw
Siyaweş Goderzî

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse