Li İskoçê ji bo serxwebûnê di 2014an de referandûm pêk tê.

Weke têzanîn İskoç ji aliyê İngîlîstanê ve hatiye dagîrkirin û gelê wê jî hatiye asîmîlekirin. Niha nifûsa İskoçê 5.5 mîlyon e. Nifûs ji %89 İskoç û yên din jî îngîlîz in. Piştî têkoşîneke bi salan îskoçiyan di van salên dawî de mafê parlamentoya herêmî û perwerdeya zimanê xwe bi dest xistin. Li Londrayê hukumeta navendî ya îngîlîz weha desthilatdar e ku parlamentoya Îskoçê nikare biryarên girîng bigire. Erka parlamentoya Îskoçiyan bi sînor e.
Gelî îskoçî dixwaze ji bin bandora Îngilîstan rizgar bibe û Îskoç bibe dewleteke serbixwe. Li ser daxwazên serxwebûna îskoçê serokwezîrê Îngîlîstanê David Cameron ji bo serxwebûna Îskoçê lezgîniıyê da xebata referandûmê. Ji niha ve tarîxa referandûmê hatiye

diyar kirin. Di  payîza sala 2014an de,  dê li Îskoçyayê ji bo serxwebûnê referandûm were kirin. Heke piraniya gelê ku li Îskoçê dijî dengê xwe ji bo serxwebûnê bide, dê Îskoç ji Îngîlîstanê veqete û bibe dewleteke serbixwe. Heke bû ku xelkê

 

serxwebûnê nexwes, dê wê demê  erk û berpiriyariyên parlamentoya herêmî ya Îskoçê werin zêde û berfirehkirin.

Ji aliyê din ve li Spanyayê jî katalonî û baskî jî, ji bo serxwebûna xwe referandûm dixwazin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse