Li Duhokê Dîdara romana kurdî

Di vê civîna Didara romana kurdî de, ji aliyê hizir û ziman ve bi awayekî vekirî sê komên cuda derketin holê. Koma yekem û ya herî mezin soran bûn. Bi tenê ne ji aliyê ziman ve herweha ji aliyê hizir û karekter ve jî xwediyê cudahî û taybetmendiyên xweser bûn. Ew weke her demî xwedî zarava û termînolojiyeke cuda, taybetmendî û hizireke cuda bûn. Ez dikarim bi kurtî bibêjim ew xwediyê cîhaneke cuda bûn. Weke herdemî di warê axaftinê de, her kes di nav pêşbirikeke dijwar de bû. Axaftinên wan ên dirêj, dubare, bi termînolojiya ereb û farisan soranîaxêvan xwe zane, serkeftî û serberz didîtin. Babetên ku amade kiribûn an jî di axaftinên xwe yên gotûbêjan de, ew notên ku 15-20 sal in di destê wan de hene, ji nû ve dipjandin û carek carek din pêşkêş dikirin. Di derheqê romana û wêjeya cîhanê de, li dibistanên seretayî û amadeyî (lîseyan) ku wane (ders) tên dayîn not girtibûn û li wir yek bi yek dixwendin. Min çend kes ji wan 15-20 sal berê li Stockholmê nas dikir, defter û nivîsên ku wê demê ku di civînên bi vî rengî de dixwendin, niha li Duhokê jî di destê wan de bûn û dixwendin. Ji xwe û ji notê xwe ne haydar bû ku di van 15-20 salên dawî de, li Kurdistan û cihanê çi guhertin pêk hatine. Weke nimûne, çend kesan behs kir ku kurdên li Rûsyaya Federal îro jî tîpên kirî bi kar tînin. Pisporê roman a Jana Gel (!) 20 sal berî li Stockholmê çi digot niha li Duhokê hema deftera xwe vekiribû ji wê deftera 20 sal berê heman peyvan dixwend. Di derheqê nivîskarên Bakur de navên romannivîsan rêz dikirin ku piraniya wan navan ne rast bûn. Nivîskarên kurd wekî yên tirk û yên tirk jî wekî yên kurd destnîşan dikirin.

Di nav wan de bûye edet divê navên çend nivîskarên biyanî yên navdar bi lêv bikin. Ev tê çi wateyê? Yanî dixwazin bêjin ‘ez gelek zane me û van nivîskarê cîhanê yên herî mezin nas dikim, guhdarvanino bizanibin ku ez jî bi qasî wan mezin im…’ Di vê mijara navên nivîskarên cîhanê de romanivîsên Badînî, yên Bakur û Rojava jî, ji yên soran ne kêmtir bûn. Min weha fêm kir ku ew jî di bin bandora wan de mane û di gelek mijar û waran de didin ser şopa soranîaxêvan.

Romanivîs û nivîskarên Bahdînî hem di bin bandora soranîaxêvan de ne û di xwazin li ser rêçika wan bimeşin. Weha bawer kirine ku soranî ji kurmancî xurtir û pêşvetir e û nivîskarên wan jî ji yên Badînî zanetir û xurtirin. Çendek ji nivîskarên herêma Badînan li gorî xwe termînolojiyeke taybet û xweser ava kirine. Termînolojiyeke ku ne weke ya soranî û ne jî weke ya kuramancî ye. Termînolojiyeke li hember peyvên erebî ji xwe re peyv afirandine. Dema peyv afirandinê de ne li gorî sîstema zimanê kurdî, li gor wateya gotina erebî bêrê û rêbaza zimanê kurdi peyvên ucûbe afirandine. Bi terminolojiyê re santaksa kurdî jî xerab kirine. Ji ber vê yekê ne soran û ne kurmanc heta gelê herêma Bahdînan jî, ji axaftina nivîskarên herêma xwe tênegihên, ka ew çi dibêjin û çi bertek nîşan didin. Li ser navê zimanê ‘petî’ zimanekî çûkan çêkirine. Bahdiniya xweş û resen lewitandine, dînamît kirine bin bingehê devoka Badînî.

Piraniya kurdên bakur ên ku beşdarî civînên bi vî rengî dibin, ne baş ji devoka bahdînî û ne jî ji zaravayê soranî têdigêhîn. Hinek ji wan dema diaxivin gotinên kurdî û tirkî têkil dikin û bêtir termînolojiya tirkî bi kar tînin. Ya herî xerab û heta cihê şermê bû ku kurdekî ji Bakur ku bi tirkî dinivîse li Didara romana kurdî, li ser navê nivîskarên Bakur beşdarî panelê bû û bi ser re jî propagandaya kurdên ku bi tirkî dinivîsin kir. Xwe hem di bin siya Yaşar Kemal de veşard û hem jî xwe wekî wî navdar û mezin nîşan da ku ew jî weke Yaşat Kemal nivîskarekî mezin e. Bi awayekî vekiri kurdan biçûk xist û got; ‘kurd kevneperest in…’ Ev ne cara yekem bû ku kurdekî tirkînivîs li Başûr bi awayekî fermî li ser navê romannivîsê kurd beşdarî civîna nirxandina berhemên bi kurdî dibû.

Dîlawer Zeraq rewşa rewşenbîriya kurdî li bakur bi du qonaxan nirixand: ‘ Li Bakur du nifş hene. Nifşê Hawarê û Nifşê Rewşenê. Nifşê Hawarê bi Celadet Bedirxan dest pê kir û nifşê Rewşenê jî bi me çend kesan dest pê kir. Çîrokek hebû, sal 1992-1993 bû. Ez, Îbrahîm Seydo, Çiya Mazî û ji der ve jî bi Alîkariya Helîm Yusuf me Nifşê rewşenê afirand. Arjen Arî û du kesên din jî piştgirî dan me û çîrok bû çîrok…

Û Dîlawer ji nivîskarên Başûrî gazind û loman kir ku çawa heta niha nifşê Rewşenê nas nekirine. Ne bi gotinek, bi nîv gotin be jî behsa şehîd û xebatkarên çapemeniya azad ne kir.. Ma Rewşen ji aliyê van sê kes û nîvan ve derketibû? Xwedî û berpirsê ew bûn? Gelo di dema nifşê Rewşenê (!) de rojnameyên Welatê me, Azadiya Welat tune bû? Berî wan jî Tîrêj û Nûdem bi ku ve çûbûn? Kovara, Kulîlka Ciwanan, Nûbihar, Dûdem (her çiqas li Ewropa derketibe jî) li kîjan perçeyên Kurdistanê derketibûn an temsî dikirin?  Ez dihizirim dibe ku nifşê Rewşenê (!), nifşeke realîzma efsûnî be û ji ber vê yekê Abdullah Keskîn, Samî Tan, Zana Farqînî, Mazhar Gunbat, Murad Badgî, Kawa Nemir, Sîdar jîr, Şêxmûs Sefer, Rizoyê Xerzî, Abdurrrahman Çelîk (edîtor), Yildiz Çakar, Îrfan Amîda, Mîrhem Yigit, Berken Bereh, Feqî Huseyin, Şerefxan Cizîrî, piştre jî Tayîb Temel, Ömer Dilsoz û hwd… bi dehan hevalên xwe ve li derî van herdu  nifşan dimînin gelo?

Ji nivîskarên Rojavayê Kurdistanê jî weke her demî şûrê xwe kişandin û hindik mabû ku serên Soranîaxêv, badînîaxêv û kurdî-tirkîaxêvan bifirînin û împaratoriya ziman û çanda kurdî bigirin destê xwe. Bi zor û bela şûr ji destê Bavê Nazê deranîn, nexwe dê li salonê serê hemû romanivîsan bifirandana. Helîm Yusuf xwest dest dayîne ser xezîne û bankayên her çar perçeyên Kurdistanê, hemû pereyê ku di kaseyên wan de hene, tenê ji bo ziman û çanda kurdî bi kar bîne, dê hingê asta romana kurdî weha bilind bibe ku di navbera pênc salan de xelata Nobelê bigire.

Ji derî Bavê Nazê, Helîm Yusuf û soranîaxêvek yên din bi giştî gotarên xwe baş amade nekiribûn. Tew hinek ji wan li derî mijara xwe diaxivîn.

Ev pênc sal in ku ez li Amedê me, di nav van pênc salan de, li Amedê û li bajarên din ên Bakur gelek konferans, panel û civînên li ser ziman, wêje û çanda kurdî hatin lidarxistin. Ez di hinek de wekî axaftvan, di hinek de wekî moderator û hinek de jî wekî mêvan başdar bûm. Niha jî cara yekem bû ku ez li bajarê Duhokê bûm mêvanê ‘Didara romana kurdî.’ Ez gehîştim baweriyeke weha ku ji derî hinek cudahiyên biçûk bi giştî semînerên û konferansên li Bakur û li Başûr ji aliyê naverok û astê ve gelek nêzîkî hevdu ne. Mijar gelek in û ne zalal in. Demên ku ji bo axaftinê tên amedekirin gelek kurt in û têra gotara axaftvan nake, di nivî de axaftin tê birîn, axaftin tê kurmiçandin. Ji aliyê din ve piraniya axaftvanan mijarê xwe baş amade nakin. Amadekariya xwe ne li gorî dema kurt a ku je re hatiye diyarkirin nake, bêserûber û dirêj bipeyive û gotinên xwe dubare bike. Pêwîst e ku ew li gorî dema ku jê re hatiye amadekirin xwe amade bike. Li der ve çend caran bicerbîne ka axaftina wê/wî li gorî dema wî/wê digunce an na. Carnan hinek axaftvan ji ber sedemên cuda nikarin beşdarî civînê bibin, lê ew di şûna xwe de gotarên xwe dişênin û kesekî din gotara wî/wê pêşkêş dike. Gotar gelek dirêj e û hema hema ji serî heta dawî gotar ji aliyê kesek ve tê xwendin. Divê berî her tiştî weke prensîp kesê ku ew bi xwe beşdar nebe, gotara wî/wê neyê xwendin.

Gelek kes hene ku di dema beşê pirs û bersivan de, di her mijarê de dixwazin biaxivin. Zanibin, nizanibin ferq nîne, divê ew biaxivin. Maşalah di her mijarê de pispor in.

Divê dem û dezgehên ku konferans û panelan amade dikin, hefteyekê berî civînê ji her axavtvanî gotara wî /wê bixwazin, mehek piştî civîne gotarên wan weke dokumenteke were çapkirin. Ew hem dibe dokumantasyoneke dîrokî û hem jî ji derî beşdarên civînê dikeve destê gelek xwendevanan ku kelk û sûdê jê bigirin.

Konferans, semîner, dîdar an jî civînên ku heta niha hatine li dar xistin bi vî rengî kelk û sûd nadin û ji derî formalîteyê piraniya ked û xizmetê bi avê re diçin.

Ev cureyê konferans, semîner û civîn ne li gorî pêwestiyên rewşa ziman, wêje û çanda me kurdan a ku niha em tê de dijîn in. Ev metod li gorî rewşa ziman, wêje û çanda neteweyên ku bi sed salan xwedî dewlet in, problemên wan ên perwerde, ziman, wêje û çandên ne gelek mezin û girîft in. Ew bi sed salan in ku bi riya perwerdeya netewî sîstemekê ji xwe re çêkirine û problemên xwe çareser kirine, lê di vî warî de kêmeke problemên wan ên biçûk hene an jî dixwazin xwe nû bikin. Ew ji ber van sedeman girîngiyê didin civînên bi vî rengî. Lê rewşa me û ya wan ne weke hevdu ne. Problemên me kurdan gelek mezin, girîft û aloz in. Me hîn alfabeya xwe yek nekiriye û zimanê me ne zimanekî standard e. Hezar û yek promlemên me hene. Divê em dev û dest ji van metodên xebatê yên bi awayî berdin. Ji me re dem û dezgehên xebatê divê. Pêwîstiya me ne bi kesên ku diaxivin, bi kesên ku xebatkarên berhemdar hene. Berî her tiştî pêwîst e dezgehên me yên çandî di vê mijarê de ji pisporan komên xebatê amade bikin. Ew jî di nav xwe de bername û projeyên xwe pêşkêş bikin. Weke nimûne komîteyên berhevkirina berhemên folklorî yên herêma xwe, ferhengên hevwateyî, ferhengên  zaravayan, ferhengên devokan, ferhengên pîşeyî, ansîklopediyên kurdî, ansîklopediyên cîhanî, pirtûk û metaryalên dersê, werger an jî transkrîpsiyon di navbera herdu alfabeyên di kurdî de û hw de werin amadekirin. Hem li Bakur û hem li Başûr piraniya butçe û xebatên xwe ji bo van tiştên pêwîst, berbiçav û bingehîn terxan bikin, ne ku ji bo semîner, konferans û festîvalên bi vî rengê gotûbêjan ku weke ba li kerengê dide û li gel xwe dibe. Di hinek mijar û xebatan de dem û dezgehên Bakur û Başûr bi proje û xebatên hevbeş û hevpar kar bikin. An jî di nav xwe de kar bi par ve bikin. Divê em bi awayekî zanistî û kolektîv kar bikin. Divê armanca xebatên kurdan ji bo berhem afrandinên pêwîst û mayînde bin, ne ji bo axaftinên salonan, medya rojane û propagandayê bin. Jixwe dema berhem li navê hebin, ew xwe bi xwe didin nasandin û propaganda xwe dikin. Divê em zêde nepeyivin û peyvê ji berhemê re bihêlin, bila êdî kar û berhem bipeyivin.

Not: Ev nivîs di rojên 3 û 4ê meha 12an de, du beş di rojnameya Azadiya Welat de hat weşandin.

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse