Li Dîlokê panela ziman

 

15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji ber ku zimanzan û nivîskarê kurd Celadet Alî Bedirxan di 15ê Gulana  sala 1932an de dest bi derxistina kovara Hawarê kiribû, ev roj di nav me kurdan de Roja Zimanê Kurdî hatiye pejirandin û her sal tê pîrozkirin.  Ne bi tenê rojek ev cejn li Bakur û metropolên Tirkiyê û heta li Ewropa hefteyeke bi panel, semîner, civîn û şahiyan tê pîrozkirin. TZP û Kurdî Der organîze dikin.

Ez jî di roja 12ê Gulanê de li Amedê taxa Huzûrê û di 13ê Gulanê de jî li bajarê Dîlokê (Entebê)  wekî panelîst beşdarê vê cejna zimanê kurdî bûm.  Li ya Amedê ez bi tenê bûm û piraniya beşdaran jin û keçên taxê bûn. Mijara me “Çima em li mala xwe bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin” bû.

Bi dîtin û baweriya min di nav panel û semînerên ku ez wekî panelîst heta niha beşdar bûme de ya herî sade, xwezayî û gelêrî bû.  Ji ber ku piraniya beşdaran dayik bûn û gelek ji wan axivîn ku çima bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Jin hem xwediyê malê û hem jî xwediyê dozê bû. Di heman demê de ew hedefa rexeneyan bûn.

Bi qasî ku min ji axaftin û gotinên jinên beşdar deranî û têgehiştim, di warê axaftina tirkî de rola sereke bandora civakê ye ku li wan dike. Yanî bi zimanê ewropî rola “grupptryck” û  bi tirkî jî  ”grup baskısı” dıbêjin, e.  Der û cîran, xelkê taxê, pazar û dibistan li ser wan tesîr dikin ku bi tirkî bipeyivin. Kontrola van der û doran li ser xwe hîs dikin û naxwazin ji wan biçûktir bin. Dema bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin biçûk tên dîtin û xwe biçûk dibînin.

Yanî problen derûnî (spîkolojîk) e.

Panela roja 13ê mehê me li bajarê Dîlokê pêk anî.  Ez û nivîskar û sîyasetmedarê kurd birêz Osman Özçelik wekî panelîst beşdar bûn. Panel li der, li parkeke mezin û ciwan pêk hat.

Ji bo min gelek balkêş bû ku li bajarekî wekî Dîlokê panel çêdibe ku asîmîlasyon li wir gelek zêde ye. Ne ji niha ve, ji berê ve herêma ku zêde zêde hatiye tirk kirin yek jê jî Dîlok e. Dîlok, Bajarekî ku di navbera Kurdistan û Tirkiyê de sînor e. Bajarên li ser sînor ji 100 salan vir ve ne ku asîmîlasyonê li wir dest pê kiriye û dom dike.  Li panela me ji sedî zêdetir beşdar hebûn. Li vî bajarî  asîmîlekirî pêşkêşkirina paneleke bi kurdî  ji min re bû xem û meraqeke mezin.  Min di nav axaftina xwe de ji beşdaran pirsî  ”ka çend kes ji xelkê binecihê vî bajarî  niha di panelê de weke temaşevan hene?  Ji 100 salî ve heta niha malbatên ku li Dîlokê dijîn kes  li wir tune bû. Ji 50 salî jî tune bû.  Ji 30 salan  şûn ve 3 kes destê xwe hildan ku  malbata wan ji 30 salan ve ne li Dîlokê bi cih bûne. Yên mayî di van 20-25 salên dawî de ji herêmên cuda cudayên Kurdistanê hatine û li Dîlokê bi cih bûne.

Belê, hezar mixabin ku encama kadastrofa (felaketa) asîmîlasyonê ev e!

Amed Tîgrîs
Dîlok 14.05. 2012

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse