Li Başûrê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê tirkmenî

16720220_108637cPiştî ketina rejîma Saddam û statuya Kurdistanê kurdan sîstemeke perwerdeyê ya nû ava kirin. Kêm neteweyên ku i herêma Kurdistanê dijîn wekî Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî gehiştîn mafê xwe yê perwerdeyê. Hukumeta herêma Kurdistanê di warê qanûnî, teknîkî û pratîkê de gelek gavên demokratik û erînî avêtin. Ez ê di v ê nivîsa xwe de behsa wan gavên demokratik û erêniyên ku hatine avêtin bikim. Helbet herêma Kerkûkê ne di nav vê mijarê de ye. Ji ber ku bajarê Kerkukê ne li ser herêma Kurdistan a Federal e û bi serê xwe xwediyê statuyeke taybet e. Ji ber vê yeke jî, ez ê  di warê perwerdeyê de behsa herêma Kerkûkê nekim. Ya duyem jî ez ê di vê nivîsa xwe de bi tenê  bi awayekî berfirehî behsa rewşa perwerdeya tirkamên ku li herêma Kurdistanê dijin, bikim û ez ê di diviseke xewe ya din de jî behsa rewşa perwerdeya Suyanî/Asuriyan û ermaniyan bikim.

Li Başûrê Kurdistanê di 19.05. 2992an de, di qanûn û planên perwerdeyê de gelek guhertinên demokratik û pêşketî bi cî hatin. Polîtîkaya înkar û asimîlasyonê ji binî ve hat guhertin. Di sala 2007an de, ji bo mînorîteyên (kêmnetewe û kêmolên) li Kurdistanê yên netewî û olî  çar Daîreyên Mudûriyetên Giştî hatin avakirin: Mudûriyeta Ola Xirîstiyanî, Mudûriyeta Ola Êzîdî, Mudûriyeta  Giştî ya Huner Çanda Tirkmenan û Mudûriyeta Giştî ya Huner û Çanda Suryaniyan. Bi avakiriana van mudûriyetan re perwerde û hîndekariya kêmnetewe û kêmoliyan bi qanûnî hat garantîkirin.
Ka em niha hemû bi hev re binêrin li herêma Kurdistanê li ku, di kîjan salan de dibistanên tirkmenan hatine avakirin û çend dibistan. mamoste û şagird hene:

Li parêzgeha (wîlayeta) Hewlêre dibistanên tirkmenan

a)   Pêşdibistan

Îpek (01.09. 1993)

Încî (25.11.2005)

 

b)    Dibistanên seretayî û navîn

Doguş (01.09.1993)

Akkoyunlu (07.12.1995)

Yunus Peyhamber (07.12.1995)

Fuzulî (07.12.1995)

Bariş (07.12.1995)

Turkmen Eli (07.12.1995)

Karakoyunlu (07.12.1995)

Sultan Muzaffer (26.12.1994)

Selçuk (26.10.1994)

 

c)     Dibistanên navîn û lîse

İmadeddin Zengî lîseya lawikan (25.09.1995)

Lîseya Keçan a Garabî (25.09.1995)

Dibistana navîn a Lawikan a Oguzhan (25.09 2995)

Dibistana navîna Keçikan a Atabek (25.09.1995)

 

Li parêzgeha Silêmaniyê

Bariş

Pêşdibistana Gonca Gül li navçeya Kifriyê)

Dibistana seretayî û navîn a Kara Oğlan  li navçeya Kifriyê

Liseya Doğan li Kifriyê[2]

 

Hejmara şagirdên tirkmen[1]

pêşdibistan

seretayî û navîn

lîse

giştî

keç Law keç law keç law keç Law
180 205 285 685 117 206 582 1038

385

912

323

1620

 

 

 

 

Hejmara mamosteyên tirkmen

pêşdibistan

seretayî û navîn

lise

giştî

jin mêr jin mêr jin mêr jin mÊr
26 0  122  49  23  13  171  62

26

171

36

233

 

 



[1] , Kürdistan’da Etnik ve Dini Haklar, Tarık Cambas,  li gorî Statîstîkên sala 2009an

[2] Di 26.10 19994an de li parêzgeha Duhokê jî bi navê Dibistana Fuzulî dibistaneke hat vekirin, lê piştre ji ber tunebûna şagirdan hat girtin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse