Li bakurê Maliyê serhildana çekdarî

 dewletên ku tûareg lê dijînLi bakurê Maliyê 16.000 kes ji ber şerê di navbera Artêşa Maliyê û şervanên Tuareg ji welat reviyan welatên cîran ên wekî Nîjer, Morîtanya û Bûrkîna Fasoyê. Li gorî Ulrich Delius ku berpirsê şaxa Afrîkayê ya Komeleya Gelên Di bin Xetereyê de ne (GFBV), kesên ku ji ber vî şerî welat terk kirine piranî jin û zarok bûne.

 Delius da zanîn ku avahiyên heyî têrî penaberên ku gihîştîne paytexta Morîtanyayê Nouakchottê nake û di heman demê de pêdiviya penaberan bi lez bi alîkariya însanî heye.

Li aliyekî din, kesên ku  ji ber êrîşên rêxistina tûareg Tevgera Neteweyî ya Rizgariya Azawad (MNLA) derbasî Morîtanyayê bûne ne tenê tûareg  in lê di heman demê de endamên komên etnîk ên cihê yên li bakurê Maliyê dijîn jî neçar man derkevin derveyê welat.Artêşa Maliyê ragihand ku di şer de bi dehan çekdarên serhildêr hatine kuştin. Lê rêxistina Tûareg jî dide xuyakirin ku ew di pevçûnan de bi ser ketine û mecbûr hiştine ku artêş ji ciyên stratejîk ên bakurê welat vekişin.

Azawad herêmeke mezin a li bakurê Maliyê ye û welatê gelê tûareg e. Ji bilî tûaregan komên etnîk ên wekî ereb, songhoi û fulanî jî li ser vê axê dijîn. Rêxistina çekdar a gelê tûareg MNLA di 15’ê Cotmeh 2011’an de bi yekbûna Tevgera Neteweyî ya Azawad û Tevgera Tûareg a Bakurê Malî hate damezrandin. Serhildêrên tûareg dibêjin ku bi armanca bidawîkirina dagirkireriya Maliyê ya li Azawad, wan di 17’yê Çileyê de li hember hêzên dewletê êrîşeke berfireh daye destpêkirin.  

 10 / 02 / 2012

 http://www.gfbv.de/

http://www.northafricaunited.com/

 

 

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse