Li Bakurê Kurdistanê kurdî jî ket nav dersên hilbijartî.

Wekî tê zanîn Tirkiyê sîstema xwe ya perwerdeyê ya seretayî carek din guhert.  Dibistana seretayî ji heşt salan derxixst 12 salan û kir sê beş. Her beşek çar sal û ji ber vê yekê jî navê sîstema xwe 4+4+4 lê kirin. Ango dibistana seretayî sê pêngav e û her pêngavek jî çar sal e. Dema şagird pêngava yekem biqedinin, êdî dikarin herin dibistaneke pîşeyî. Ev jî piranî dibistanê olî ne ku ji wan re li Tirkiyê dibêjin îmamxetîp. Piştî vê pêngavê şagird dikarin dibistana xwe biguhêrin û herweha dikarin dersên hilbijartî jî hilbibjêrin. Xwedê giravî di nav dersên hilbijartî de dersên kurdî jî hene.
Niha çendek berê dibistanan dest bi perwerdeya sala nû kirin û şagirdan jî dest bi dersên hilbijartî kirin. Hinek kurd  dibêjin ku ”dewlet dixwaze bi dersên hilbijartî kurdan bixwapîne û rê li pêş perwerdeya zimanê zikmakî bigire. Loma em zarokên naşînin ndersên hilbijardî, em boykot dikin…” Hinek kurdan jî  destpê kirin zarokên xwe şandin dersên hilbijartî ku di hefteyeke de çend saet dersa kurdî dibînin. Evên ku zarokên xwe dişênin dersên hilbijartî, li dij boykotkirina dersên hilbijartî derdikevin. Carek din kurd bûn du perçe.

Bi rastî dewlet bi dersa hilbijartî henek û tinazên xwe bi kurdan dike. Heta heqeretê li kurdan dike. Li Tirkiyê ji 25 mîlyonan bêtir kurd hene û dewleta asîmîleker dixwaze bi derseke hilbijartî  pêş li perwerdeya kurdî bigire. Di heman demê de têkosîna kurdî qels bike. Ji aliyê din ve ew kesên ku  dersên hilbijartî boykot dikin û zarokên xwe naşînin kursên dersên hilbijartî, lê zarokên xwe dişînin dibistanên tirkî. Li wir ji binî ve asîmîle tên kirin.  Ev dijberiyeke mezin e.
Bi ya min divê em kurd ji derî dersên hilbijartî û boykotkirina dersên hilbijartî alternatîva sêyem bibînin û derxin pêş. Heger hêz û derfetên me kurdan hebe, bi awayekî giştî her cureyê perwerdeya tirkî weke sîstemeke asîmîlasyonê em boykot bikin. Bila salek bi seran ser zarok neçin dibistanên tirkî ma çi dibe, dinya xerab dibe? Li Başûrê welatê me di dema Saddam de zarok çend sal neçûn dibistanên zimanê erebî. Yan jî em bi xwe dest bi perwerdeya kurdî bikin. Dibistana dagîr bikin û dest bi ya kurdî bikin. Ma niha li Rojava ne weha ye? Em jî wekî wan bikin. Ev herdu alternatîvên dawî gelek di cih de ne û kurdperwerî ne, şoreşgerî ne.  Zarokşandina dersên bijarte û boykotkirina dersên bijarte hema hema herdu jî wekî hev in û divê mirov li dij herduyan be jî.

Di vê hefteyê de statîstîkên li ser rejiya beşdarbûna dersên hilbijartî ji aliyê wezareta perwerde ya Tirkiyê ve hat belavkirin: Li gorî vê statîstikê rejiya beşên dersên hilbijartî weha ye:

Yên ku:
dersên matematîkê hilbijartine: 495.000 şagird.
dersên zimanê bîyanî hilbijartine: 413.000 şagird
dersên Quranê hilbijartine: 402.000 sagird
dersên jiyana HZ. Muhammed hilbijartine: 256.000 şagird
dersên kurdî hilbijartine: 21.000
Weke ku xuya ye herî kêm kurdî ye.

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse