Li Bakur dersên hilbijartî

Di 15.12 2012an de li Stockholmê ji aliyê Navenda Pedegojiya Kurdî ABFê ve li ser mijara ”li Bakur û Rojavayê Kurdistanê rewşa perwerdeya kurdî semînrekê hat li darxistin. Modaretoriya semînerê mamoste Heqî û Nîzamedin Akkuş kirin. Amed Tîgrîs li Bakur rewşa hîndekarî û perwerdeya kurdî, Fatma Savci li Rojava rewşa hîndekarî û perwerdeya kurdî, Zîwer Haco û Zagros Haco li Rojava dîroka ziman û çandê û Azad Heyderî jî li ser jiyan û berhemên rewşenbîrîn Rojavayê Kurdistanê rawestan. Em axaftina ku Amed Tîgrîs a di vê konferansê de pêşkêş kir, li jêr diweşînin:

Dema we xweş gelî hevalên hêja û hûn hemû bi xêr û xweşî hatin!
Ez ê li ser rewşa hîndekarî û perwerdeya li Bakurê kurdistanê bi awayekî kurt rawestim. Wekî ku hûn jî dizanin ev çend sal in ku kurd li Bakur di dem û dezgehên xwe de dest bi perwerdeya kurdî kirine û hîn jî ev xebata perwerdeyê dom dike. Ji aliyê din ve her ku têkoşîna kurdan jî xurt dibe dewlet jî ji aliyê xwe ve bi gavên biçûk dest bi hîndekarî û perwerdeya kurdî dike. Ji ber vê yekê ez ê di vê axaftina xwe de li ser beşên kurdan û dewletê cuda cuda  rawestim.

Ez dikarim hîndekarî û perwerdeya ku kurd dimeşînin, bikim sê beş û bi kurtî weha vebêjim.

A)     Li Kurdî – Derê

B)      Li Şaredariyan

C)      Li komele, dem û dezgehên din

Navenda Kurdî-Derê li Amedê ye. Li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 26 şaxên (şûbeyên) wê hene. Kurdî-Der her rojên şemî û yekşeman ji bo temenmezinan kursên kurdî didin. Ji bo zarokan kurs li Kurdî- Derê tune ne. Ji ber ku ji aliyê dewletê ve qedexe ye. Li navend û şaxan Kurdî-Derê gelek polên (sinifên) kursan hene. Û heta niha Kurdî-Derê bi hezaran kes perwerde kirine. Perwerdeya Kurdî-Derê ji du astan pêk tê. Asta yekem û ya duyem. Di dawiya her astî de îmtîhan heye û kesên ku serbikevin belge digirin. Di van kursên Kurdî-Derê de pirtûkên bi navên Hînker weke pirtûkên ên dersê tên bi kar anîn. Di warê materyalên dersê de gelek kêmasî hene.
Li hemû şaredariyên ku di destê kurdan de ne gelek cureyên kursan hene û di nav wan kursan de kursên sereke yên ziman, wêje, muzîk û stran, çand û yên folklora kurdî ne. Dîsa her rojên şemî û yekmiyê li şaredariyan bi sedan kes beşdarî van kursan dibin.

Ji derî Kurdî-Der û şaredariyan di gelek komele û dem û dezgehên din de jî kursên kurdî û wêja kurdî hene.

Ev hemû dem û dezgehên kurdan di van çend salên dawî de, di warê hînkirin û perwerdeya kurdî de roleke gelek girîng û mezin lîstine û dilîzin. Weke encam niha bi hezaran kes dikarin kurdî bixwînin û binivîsin. Li ser berhem û mijarên kurdî niha li zanîngehan gelek kes tez amade dikin.Di eniya kurdan de rewşa hîndekarî û perwerdeya kurdî weha ye, lêbelê di eniya dewletê de çawa ye? Aliyê dewletê jî em dikarin di du beşan de bigirin dest. Yek jê li zanîngehan e.

A)     Li zanîngehan
Sê sal berê cara yekem dewletê li zanîngeha bajarê Mêrdînê ku jê re zanîngeha Artukluyê dibijin dest bi perwerdeya zimanê jîndar an jî herêmî kir. Ji ber ku navê kurdî derbas nebe, vî navî lê kirin. Li zanîngeha Artukluyê beşê perwerdeya mamosteyên kurdî heye. Di sala 2010an de 20 kesên ku bi kurdî dizanin, zanîngeh qedandine û xwedî tez in girtin. Di sala 2011 û 2012an de heman hejmarê yanî ji bo her salî 20 kes girtin. Di nav van 20 kesên îsalîn de 17 kurmancîaxêv û 3 jî zazakîaxêv in. Îsal 250 kes jî yên ku zanîngeh qedandine, lê ne xwedî tez in jî girtine.
Ji derî zanîngeha Artukluya li Mêrdînê dewletê li Dêrsim û Ҫewlikê jî beşê zazakî vekiriye. Îsal biryar hatiye girtin ku li zanîngeha Alpaslan a li bajarê Mûşe û li zanîngeha Dîclê ya li Amedê jî beşê kurdî vekin. Li zanîngeha Dîclê ya Amedê niha ji bo xwendekarên ku tibê dixwînin kursa kurdî dest pê kiriye. Tê gotin ku gelê kurd bi tirkî nizane û nikare derd, êş û nexweşiyên xwe ji doktoran vebêjin.
Belê îsal jî dewletê sîstema dersên hilbijartî anî. Ka em bi hev re  li dibistanên seretayî  binêrin.

B)      Li dibistanên seretayî
AKP sîstema xwe ya perwerdeyê ji binî ve guhert û sîstema 4+4+4 anî. Yanî dibistanên seretayî kirin sê beş û her beşek 4 sal in. Piştî sala çaran şagird serbest in û dikarin bi dil û daxwaza xwe dibistan biguhêrin. Bi vê sîstema nû ya 12 salan re dersên hilbijartî jî hatin qebûl kirin. Şagird dema bixwazin, dikarin ji van dersan yekî weke dersa hilbijartî hilbibjêrin:

  • Jiyana Hz. Muhammed
  • Quran,
  •  Exleq û ol
  • û zimanê dayikê.
    Îsal bi tenê şagirdên ku diçin pola 5an dikarin dersa zimanê dayikê hilbibjêrin. Ev jî bi mercê ku bi kêmasî 10 şagird zimanê dayikê bixwazin, wê demê rektor (mudur) dikare daxwaza wan qebûl bike. Ji bo polên din kursa zimanê dayikê tune. Saleke din dê pola 6 û 7an jî lê bên zêde kirin.

BDP , Egitim-Sen (sendîqeya mamosteyan), Kurdî-Der û dem û dezgehên nêzîkên wan dibêjin ev xapandin e û em van dersên hilbjartî boykot dikin. Em naxwazin zarokên xwe bişênin van dersên hilbijartî. Ji ber vê helwesta kurdan hejmara şagirdên ku niha beşdarî dersên hilbijartî yên kurdî dibin gelek kêm in. Li gorî statîstîkên wezareta perwerdeyê li seran sere Kurdistan û Tirkiyê 2.500 şagird beşdarî kurdî dibin.

Min bi xwe bi hinek birêvebirin BDP, Kurdî-Der û Egitim-Senê re gotûbêj kir û min got “ez dibêjim mirov boykot nekira û zarok beşdar bûbûna baştir bû.  Dê bi milyonan şagird beşdarî dersên kurdî bûbûna û qet nebûya alfabe û giramera kurdî hîn bûbûna. Û mirov rexneyên xwe jî bikirana û bigotana ev dersên hilbijartî xapandin e, û ne li gorî mafê me ye. Divê perwerde li Kurdiatan û herêmên ku kurd lê dijîn ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî bin û birêvebiriya wê jî di destê kurdan de be.” Lê ev dem û dezgehên me kurdan ên siyasî û çandî jî dibêjin, ” na divê em di yek carekê de hînkarî û perwerdeyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê bigirin destê xwe yan em boykot dikin.
Dewletê mehek berî niha ji bo pola 5an a kurdî pirtûkeke amade kir,  ji çapê derket û li dibistanên ku dersên kurdî li wan tên dayîn belav kir. Nivîskarên pirtûkê mamosteyên zanîngeha Artukluyê ne. Navê wê kurdî 5 e. Nivê wê bi kurmancî û nîvê din jî bi zazakî ye. Zazakî wergera kurmancî ye. Di rûpelên pêşî de alaya tirkan, merşa wana netewî “Istiklal marşi” û wêne ya Mustafa Kemal Ataturk hene. Ji derî van hersê rûpelên pêşî naveroka pirtûkê gelek normal e û pedagojîk e. Kurdiya wê jî gelek baş e. Lê asta wê gelek nizm e, ne di asta pola 5an de ye, di asta pola 2 û 3an de ye.

amedtigris@hotmail.com

15.12.2012 Stockholm

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse