Li Amedê şahî û meresima dîplomedayîna bi kurdî

İşev (15.10.2011) saet di 17.00an de Kurdî -Derê li Amedê li Navenda Çand a Cegerxwîn şahî û meresimeke dîplomedayîna bi kurdî li darxist. Gelek mamoste û xwendekar beşdarî vê şahiya merasîma dîplomedayîna kurdî bûn.

Şahiyê bi merşa Ey Reqîb  dest pê kir. Kesên ku nizanibûn merşa netewî ji ber bêjin li ser kaxez xwendin. Salonê olan da.

Li ser navê Kurdî -Dera Amedê mamoste Burhan Zorluoglu û li ser navê TZPa Amedê mamoste Mehmet Şahin axifîn. Herdu mamosteyan jî  li ser girîngî û pêwistiya perwerdeya kurdî rawestan. Di agahdariyên xwe de anîn ziman ku heta niha li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 27 şaxên Kurdî- Derê hatine vekirin. Heta niha Kurdî – Derê bi hezaran şagird û mamoste di perwerdeya kurdî de derbas kirine. Li Amedê 15 polên kurdî bi awayekî katîv şagirt û xwendekaran perwerde dikin. Armanca Kurdî -Derê ev e ku her maleke kurdan bibe dibistanek. Ji aliyê din ve ji bo bidestxistina perwerdeya kurdî divê xebatên siyasî werin geş û xurt kirin. Herdu mamosteyan destnîşan kirin ku di Xweseriya Demokratîk de pêwîst e ku perwerde ji zarokxanê heta zanîngehê bi kurdî be. Jiyan bi giştî bi kurdî be.

 Ji derî van axaftvanan gelek kom û hunermendên kurd takekes  beşdarî bernameyê bûn. Di dawiya bernameyê de, bi awayekî giştî xwendekarên ku kursên xwe teva kiribûn û dîploma hekkiribûn derketin ser dikê. Mamoste û nivîskarên amade yek bi yek dîplomayên xwendekaran pêşkêş kirin.

Di dawiyê de  li terasa Navenda Çand a Cegerxwîn li ber def û zirnê govend hat gerandin.

 

Amed Tîgrîs / Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse