Li Amedê panela zimanê zikmakî

Do (6 cotmeh 2012) li Amedê ji aliyê DÎSAyê ve konferanseke li ser perwerdeya zimanê zikmakî li Parka Sumerê hat lidarxistin. Konferans ji du beşan pêk hat. Beşa yekem Serokê Dîsayê (Enstituya lêkolîna siyasî û civakî li Amedê) Necdet İpekyuz li ser xebata xwe ya du salan rawesta û lêkolîn û çalakiyên ku heta niha li darxistibûn vegotin. Di vê beşê de mamoste Şerif Derince û mamoste Vahap Coşkun beşdar bûn.
Vahap Coşkun di derbareyê xebatên teknîkî yên Dîsayê de agahdariyeke berfireh da çend projeyan destnîşan kir  Şerif Derince jî li ser lêkolînên perwerdeyê rawesta û modelên ku ji bo perwerdeya kurdî were kirin, dîtin û pêşniyazên Dîsayê bi rêz kir. Li gor Dîsayê  divê berwerdeya kurdî di çar pêngavên cuda de derbas bibin.
Pêngava yekem: Li Kurdistanê zarokên ku bi kurdî dizanin. Divê ji pola yekem hata dawiya dibistan sereta bi kurdî û tirkî werin perwerde kirin. Kurmancî û dimilkî paralel werin hînkirin.

Pêngava duyem: Zarokên ku hindik bi kurdî dizanin divê di destpêkê de perwerde zêdetir bi tirkî be û kurdî û tirki li gel hev werin perwerde kirin.

Pêngava sêyem: Yen ku kurdî nizanin divê kurdî ji bo wan weke derseke hilbijartî be û heta pola pêncan ku hîn bûn şûn ve dest bi kurdî bikin.

Pêngava çarem: Yên ku qet bi kurdî nizanin  dikarin herin tirkî û dersa kurdî weke derseke hilbijartî be.
Weke tê dîtinn ev modelên ku Dîsa ji bo perwerdeya kurdî pêşkêş dike modeleke tevlîhev e û ne zelal e. Hal bû ku divê berî her tiştî ji bo kurdî statuyeke sîyasî be. Piştre mirov dikare ne çar lê bike du model an jî pêngav. Yên ku bi kurdî dizanin û yên ku bi kurdî nizanin. Yên ku bi kurdî dizanin rasterast dest bi perwerdeya kurdî dikin. Yên ku bi kurdî nizanin ji bo wan polên taybetî tên avakirin. Bi tirkî re hêdî hêdî kurdî tê hîn kirin û her ku bi kurdî hîn dibin diçin polên kurdî û bi tevî dest bi kurdî dikin. Tirkî jî dibe zimanê duyem. Li her derê cînahê modelên herî baş û pratîk weha ne. Lêbelê Dîsa tevlîhev kiriye.

Di beşa duyem de parlamenterên partiyên siyasî beşdarî panelê bûn. Ji partiya CHP soz dabûn ku du parlamenter beşdar bibin, lê nehatibûn. Ji AKP parlamenterê Amedê Galip Ansarîoglu û ji BDPê jî parlamenterê Amedê Altan Tan beşdarbûn. Di derbarê perwerdeya zimanê zikmakî de dîtinên xwe anînin ziman. Bi rastî tiştekî herî seyr ew bû ku parlamenterê AKP  G. Ansarîoglu digot, ‘divê kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê perwerde bi kurdî be. Kurd ji vir bi şûn ve êdî perwerdeya bi tirkî qebûn nakin û mafê wan ê herî rewa ye…’

Bi pirs û bersivan panel bi dawî bû.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse