Li Amedê panela li ser zimanê perwerdeyê

Zanîngehên li Tirkiyê û Kurdistanê  bi hevkarî zîncîrepanel li dar dixin. Ev zîncîrepanel ji  bajarê Edenê bi zanîngeha Çukûroavayê dest pê kir û dê heta Colemêrgê dom bike. Bi sedan xwendekarên zanîngehan bajar bi bajar digerin, ciyên dîrokî û turîstik ziyaret dikin û li her bajarî rojek du roj semîneran li dar dixin. Şaredarî, dem û dezgehên sivîl ên li Kurdistanê destekê didin wan û alikariya wan dikin.

Di navbera 27-28ê meha nîsanê de karwanê zanîngehan hatin Amedê û du roj li salonên avahiyên şaredariya Mezin a Amedê  çalakiyên panelan domandin. Panelên li Amedê li ser ziman û çanda kurdî bûn. Du beş bûn: beşa yekem siyaseta ziman û beşa duyem jî ziman û çand a kurdî bûn. Panelên ku do (28.04.2012) li Amedê pêk hatin ya herî balkêş a li ser ziman û çanda kurdî û mînakên  li cîhanê bû. Nesrîn Uçarlar (li Fransa, Çîn û Spanya pirzimanî), Samî Tan (Li Tirkiyê karanîna zimanê dayikê), Netice Altun (Li Ewropa polîtîka pirzimanî) û Amed Tîgrîs (Li cîhanê karanîna modelên zimanê zikmakî) panelîstên vê panelê bûn. Moderatoriya vê beşî Abdulhakim Daş kir.

Ji bo mijarên panelê beşdarî û balkêşiyeke mezin hebû. Salona herî mezin tije bû û piraniya guhdar û temaşevanan xwendekarên zanîngehên curbe cur bûn. Piraniya xwendekaran kurd bûn û hema nîve nîv bi kurdî dizanibûn. Çend kes ji zanîngeha Duhokê jî hatibûn. Ji derî xwendekarên zanîngehan gelek siyasetmedar, nivîskar, sendiqevan, endem û berpirsên dem û dezgehên sivîl jî beşdar bûn. Axaftin bi sînevizyon û slaytan hatin pêşkêşkirin. Panelîstan di beşê yekem de bi tirkî û di beşê duyem de jî bi kurdî û tirkî axivîn. Di beşê pirs û bersivan de hewayê panelê xweş û germtir bû

Dê xwendekarên zanîngehan û mamosteyên xwe piştî Amedê herin Batman, wan û Colemêrgê û bi heman metodî zîncîra panelên xwe bidomînin.

Ev cara yekem e ku çalakiyeke weha girîng ji aliyê zanîngehan ve tê organîzekirin û pêkanîn. Ev jî dilşadiyeke mezin e ku pirsa ziman û perwerdeya bi zimanê kurdî weha girîngî û pêwîstiya xwe diyar dike, di qada zanîngehan de tê gengeşe kirin û dibe mijara panel û semîneran.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse