Li Amedê konferansa netewî dest pê kir

îro (02.03.2012) li Amedê Konferansa bi navê “Konferansa Netewî ya zimanê kurdî siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanî” dest pê kir. Ji her çar perçeyên Kurdistanê, ji metropolên Tirkiyê û Ewropayê 300 nûner û panelîst beşdar bûn. Konferans bi merşa Ey raqîb hat vekirin. Axaftina yekem Ahmet Turk kir. Bi xêrhatin li beşdarên konferansê kir û ji konferansê re serkeftin xwest. Panela yekem “Di pêkhatina Yekîtiya netewî de rola ziman” bû. Di vê rûniştinê de Michiel Leesenbeg, Îbrahim Seydo, Elî Qasimî û Hêmin Abdulhamîd Sahmis wekî panelîst beşdar bûn. Rêvebiriya panelê Osman Özçelik kir.

Rûniştina duyem mijar  ”Birêxistkirina pergaleke ziman a Kurdistanî” bû. Di vê panelê de Dr. Evdilvehab Xalîd, Dr. Lezgîn Abdurrahman Çalî û Dr. Dara Hemîd Mihemed beşdar bûn. Panelê Şêxmûs Sefer birêvebir.

Panela sêyem mijar “Di pêşvebirina zimanekî yekgirtî de rola medyayê” bû. Prof. Cafer Şêxîslamî, Mahmûd Lewendî, Dr. Hamîd Huseyîn Bekir û Hîwa Massîh wekî panelîst cih girtin. Ayşe Salîh Îslam panelê birêvebir.

Mijara panela çaran “Di xwedîderketina çand, dîrok û erdnîgariya kurdan de rola ziman” bû. Di vê panelê de DR. Îrfan Mustafa Hewremanî, Erol Balcî, Dilşa Yusuf û Îhsan Espar wekî panelîst cih girtin. Mahmûd Nêşte panelê birêvebir.

Mijara ku herî dirêj hat gotûbêjkirin yekîtiya ziman û netewe bû. Soranaxêv digotin “kurd yek netewe û divê zimanê wan jî yek be.” îma dikirin ku bila soranî bibe zimanê fermî. Piraniya beşdaran li dij vê nêrîna soranî derketin û gotin bi zaravayên cuda jî dikare perwerde were kirin. Li her weletî yekîtiya ziman yekîtiya netewî çênekiriye û çênake. Di serdema me de bi zaravayan jî dikare perwerde were kirin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse