Li Amedê Form dom dikin

Bernameya Forman îro jî dewam kir. Îro di 15 jûr û konan de mijarên cur be cur hatin pêşkêşkirin û li ser wan gengeşî hatin kirin.

Min ji wan sisêyan bişopand: Dersa kurdi ya li bin darê, Bişaftina netewî û Parvekirinên bêîtîatiyên sivîl û pişaftin û xwepişaftin.

Wek do, îro jî li bin siya darê desrên kurdî hatin dayîn. Gelek kesên temenmezin beşdarî kursê bûn. Bi taybetî kurdên Başûr dixwestin alfabeya latînî hîn bibin, hejmara wan zêde bûn. Tîpên kurdiyên taybet ji aliyê mamosteyên Kurdî-Derê ve hatin dayîn. Bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî vegotin. Alfabeya kurmancî û soranî dan hemberhev û gengeşe kirin.

Di bin konê de mijara Parvekirinên bêîtîatiyên sivîl hat pêşkeşkirin. Beşdarê formên Nivîskar Siawash Goudarzî (rojhilat) û ji Stockholmê beşdar dibû. Nivîskar û çalakvanê çalakiyên sivîl Per Herngren ji bajarê Swêdê beşdar bû. Ji zanîngeha Duhokê jî şagirtekî axivî.

Siawash Goudarzî û Per Herngren bi behsa şêweyên çalakiyên Gandî  bala beşdaran kişandin. Di dawiya formê de gelek pirsên balkêş hatin kirin û bersivên wan hat dayîn.

Îro dîsa di bin Konê Ziman de forma pişaftin û xwepişaftinê hebû. Form ji aliyê Rodî Zinar ve hat birêvebirin. Beşdarê formê Bahoz Baran, Abdullah Demirbaş, Silêman Yilmaz û Gulçîçek Gultekîn bûn.

Beşdarên formê bi dîroka pişaftina (asîmîlasyon) ziman ji dema Osmaniyan ve girtin û heta dema me anîn. Destpêk û bingehê pişaftinê ji dema Îttîhat-Tarakkîyan ve ye û heta niha dom kiriye û di serdema Komarê de dijwartir û zalimtir bûye, vegotin.

 

Panelîst li ser cureyên bişaftinê yek bi yek rawestan. Koçkirin ji cureyên pişftinê yê herî mezin yek e, destnîşan kirin.

Li ser tirkkirina navên cografîk jî rawestan. Ev jî ji cureyeke pişaftinê yek e, gotin.

Pêşnîyaz hatin kirin ku li dij pişaftinê hinek tedbîran bigirtin:

  • Divê her kes li mala xwe bi kurdî bipeyive
  • Şaredariyên kurdan bêtir giraniyê bidin ser kar û xebatên kurdî û di vî warî de derfetên xwe bi kar bînin.
  • Partî, dem û dezgeh giranî û girîngiyê bidin ser kurdî. Civîn û hemû xebatên xwe bi kurdî bikin.
  • Partî, şaredarî dem û dezgehên kurdan, bi îmkanên xwe pêşdibistan û dibistanên taybetî vekin.
  • Meş û mitîn bi kurdî bin.
  • Li bajarê tiştên ku tên firotin etîketên wan bi kurdî bin.
  • Bi Başûr re pêwendiyan xurt bikin. hevdîtin û çalakiyan xurtir bikin. Xwendekar bişînin zanîngehên Başûr.
  • Radyo, TV û medyaya kurdî xurtir bikin û cihekî mezin û girîng bidin ziman, çan û perwerdeyê.
Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse