Li Amedê encama lêkolîna statuya kurdan

Navenda lêkolîna civakî û siyasî (SAMER)  di van rojan de li Amedê li nav gel lêkolîneke çêkir. SAMER bi xwe dezgeheke amedî ye. Encama vê  lêkolîna SAMERê gelek baldar û balkêş. Niha gelek nivîskar û kanalên TVên Tirkiyê li ser encama vê lêkolîna SAMERê radiwestin û şirove dikin. Bi kurtî û kurdî encama vê lêkolîna ku agir berdaye laşê dewlet, hukumet, dem û dezgeh, nivîskar û rewşenbîrên tirk û kurdetirk weha ye:

Yên ku beşdarî anketê bûne ji %60 mêr û ji %40 jî jin in.  Ew kesên ku beşdarî anketê bûne ji %33 hatina wan di navbera 0-350 û ji %3 jî 200 lîrayê tirk de ne. Ji %30ê beşdaran  lîse, ji %24 dibistana sertayî û ji %15 jî dibistana navîn qedandine. Temenê (emrê) beşdaran ji %22.3ên di anvbera 20 û 24 salan de ne. Yên din bi temen in.

Bersiva pirsa yekem, “tu dixwazî doza kurd li Tirkiyê bibin referandûmê?

” Ji %87 gotine “belê, bila here referandûmê.” Ji %2 bersiva vê pirsê nedane.

“Heger referandûm bibe dê tu kîjan statuya siyasî ji bo kurdan bixwazî?”

Ji %49,2 xweseriya demokratîk, ji %19,2 serxwebûn, ji %5,4 federasyon û ji %7,1 bila erka şaredariyan zêde bikin, bersiv dane.

Bersiva pirsa “li Tirkiye bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî?”

Ji %83 “belê” gotine  û ji %8 jî bêdeng mane.

“Gelo operasyon bandoreke çawa li pirsa kurdî dike?”

Ji%43,4 negatîv, 24,2 gelek negatîv, ji%6,4 bandor lê nake û ji%2,7 jî bandoreke baş lê dike gotine.

Bersiva pirsa “pêkhatina konferansa kongreya netewî ji bo we girîng e?”

Ji%79 gotine “belê girîng e.”

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse