Li Amedê Dêra Surp Gîragos bi merasimeke mezin vebû

Dêra Surp Gîragos, dêra Ermeniyên Katolîk e. Nêzîkê minareya Çarling li nav taxê ye. Dîroka vê dêra ezîm ne diyar e. Li gor gelek çavkaniyan heta salên 1515-1516an li taxê li cem dêra Surp Teotoras hebûye. Ev dêr bi Mizgefata Fatîh Paşa ve bûye. Di navbera salên 1515-1516an ku cara yekem Amed ketiye bin desthilatdariya Osmaniyan, Paşayê Osmaniyan dêra Surp Teotoras veguhestiye û kiriye mizgeft. Lê di heman salan de li goristana Dêra Surp Teotoras dêra Surp Gîragos hatiye çêkirin. Cara yekem gerokê Polonî Simeon di 1610-1615an de behsa Dêra Gîragos kiriye. Du car hatiye şewitandin. Şewata duyem di sala 1880î de bûye. Carek din hatiye restore kirin û hinek beş lê hatine zêdekirin. Di dema xwe de li gor 3.000 kesan hatiye çêkirin. Ji aliyê mîmariyê ve şahesereke mezin e. Heta çend salan berê dewletê vê dêra dîrokî û cihê pîroz kiribû depoya leşkeriyê. Di van salên dawî de, ji bêxweditiyê xera bûbû. Ev çend sal in ku bi alikariya Şaredariya mezin û weqfên Ermeniyan ên li cîhanê tê restorekirin.

Îro (22.10.2011) saet di 15.00an de bi merasimeke mezin dêr hat vekirin. Ji çar aliyên cîhanê bi qasî 3.500 ermenî beşdarî merasimê bûn. Weha bûye ku li otelên Amedê cihên vala nemane. Bi hezaran kurd jî li gel ermeniyan beşdarî merasimê bûn, weha qelebalixeke mezin kom bû ku êdî li herêma dêrê cih nema, heta minareya Çarlind û Serê Balixçiyan bû weke pêxweşandaneke mezin. Di trafîka nav bajarê kevn de kaos çêbû. Piştre rê ji tarafîkê re hatin girtin.

Şaredariya Amedê ya Mezin li her derî bajêr li ser pankartên mezin  bi kurdî, ermenî û tirkî nivîsîn: “Hûn bi xêr hatin mala xwe” û dalqand.

Şaredarê bajarê Amedê yê Mezin birêz Osman Baydemîr û keşeyekî ermenî dêrê ji îbadetê re vekirin. Vekirina vê dêra ermeniyan bala mediyayê kişand û bi dehan rojnameger û televîzyon merasimê şopandin.

Sibehê jî li dêrê ayîneke mezin li dar dixin. Ermeniyên ku ji welatên cihê cihê hatine dê cara yekem li welatê bav û kalên xwe li gel hev ayin bikin.

Ev çend roj in ku ev ermeniyên ku li Ewropa hatine, ref bi ref diçin welatê bav kalên xwe ziyaret dikin. Di nav van cihên zîyaretê de cihên ku herî zêde diçin û ziyaret dikin, Licê, Hêne, Pîran, Pasûr, Farqîn, Hezro, Hezo (Sason), Erxenî, Çermûg û cihên din in.

 

A. Tîgrîs

22.10.2011 / Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse