Kurmancîya standard: Tewang û ergatîvî wek nimûne

 

newzadHevokeka wek Keleş û Hesen ew (an wî) şandin gund ne bi tenê tê ber guhê mirovî, lê mirov wê bi hêsanî di zimanê nivîskî de jî dibîne. Ez dixwazim her ji vê destpêkê bibêjim ku divê cihê hevokeka wisa di kurmancîya standard de nebe, çunkî ew du qanûnên kurmancî binpê dike. Ew herdu qanûn jî ergatîvî û tewang in. Ev hevok dê bi çi awayî bibe hevokeka standard, mijara vê nivîsara min e.

Gelek kes dê bixwazin hevoka li jor biparêzin û bibêjin ku “piranîya” kurmancan wisa dipeyivin. Herçend hinek kes hewil didin kirasê zanistîyê li prinsîpa prianîyê bikin jî (bnr. Reşîd 2002), ev pîvan dîsan dimîne pîvaneka bisînor û di koka xwe de qels û lawaz. Piranî pîvaneka nisbî ye û ji deverê bo devera dî, ji mirovî bo mirovê dî û ji welatî bo welatê dî têt guhorîn. Heger em vî corê demokrasîyê di standardkirina zimanê xwe de bi kar bînin, em dê zimanê xwe yê nivîsandinê bêxin rewşeka ewqas bêîstiqrar ku her çend salan li gor rêzimaneka nû hereket bike. Zimanê standardkirî û zimanê devkî mîna wêne û cîhana rastî ne. Wêne refleksa qonaxekê ji qonaxên cîhana rastî ye. Ew di demekê dîyarkirî, di rewşeka dîyarkirî û li cihekê dîyarkirî de ji bal wênegirekî ve bi dîqet û baldarî hatîye girtin. Herkes dizane ku ew wêne cîhana rastî dinimîne, lê kes nikare îdîa bike ku ew wêne werar, guhorîn û pêşveçûna cîhana rastî hemû temsîl dike û kes li benda wê yekê jî nîne. Zimanê standard jî wêneyê qonaxeka zimanê devkî ye. Pêwîst e ew bi baldarî û şarezayî bête ava kirin, sexbêr kirin û xurt kirin. Cîhana rastî û zimanê devkî du dîyardeyên sirûştî ne. Ew li gor qanûnên xwezayê tên guhorîn. Lê, wênekişandin û zimanstandardkirin du dîyardeyên hunerî ne. Ew li gor hinek qaîde û destûrên ku mirov li ser li hev dikin, tên bi rê ve birin.

Kîjan rê ji bo afirandina kurmancîya standard minasib e? Ji bo afirandina zimanekê standard du rêyên serekî hene: a) hilbijartina devokekê ji devokên zaravayê ji bo ku ew devok bibe zimanê standard, an b) avakirina zimanekê standard ji têkelkirina devokên zaravayê. Heger mirov zimanê xwe yê standard li ser bingeha yek devokê ava bike, divê mirov kîjan devokê bibijêre? Hilbijartin di vî warî de pir in. Ji wan, devoka herî pîroz, devoka dewlemendan, devoka desthilatdaran, devoka herî belav, devoka herî kevnar, hwd. Mixabin! Me kurmancan hîç devokek ku statuya wê ya dînî, abûrî, sîyasî, dîrokî yan civakî li nik hemû kurmancan qebûlkirî be, nîne. Dibe ku di paşerojê de devokek tesîra xwe li ser zimanê standard bike heger piranîya berhemên nivîskî ji qesekerên wê devokê bin (bnr. Ciwan 2000:52). Lê ev di îlmê xeybê de ye. Vêca rêya duyê ya tevlihevkirina devokên cida ji bo afirandina kurmancîya standard rêyeka minasib e. Ji xwe kurmancîya nivîskî ya vî serdemî jî kêmzêde nîvişkê xameyên wan nivîskaran e yên ku di eslê xwe de bi devokên cida diaxivin û sîmayên devokên xwe dixin nav qalibê zimanê standard. Lê, divê ev tevlihevkirin jî bê rêz û rêberî nebe. Kîjan pêngav di vî warî de pêwîst in?

Bêguman, dema em zimanê xwe yê standard li ser bingeha gelek devokan ava bikin, em dê rastî dîyardeya formên hevkar bihên. Bo nimûne: formên han di kurmancî de hene:

a) Şivan hespek dît.
b) Şivên hespek dît.
c) Şivanî hespek dît.

Formên Şivan, Şivên û Şivanî di nimûneyên li jor de heman karê subjektê di hevokê de dikin. Di vê rewşê de, du rê li ber mirovî hene. Van forman hemûyan di zimanê xwe yê standard de qebûl bike, yan bi tenê formekê ji wan hilbijêre. Qebûlkirina hemû forman sînorên zimanê standard ewqas fireh dike ku êdî giranî û giringîya têgeha “qaîde”-yê namînin. Rêya duyê ya niqandina awayekî ji awayên heyî, zimanê standard ji alîyê rêzimanî û perwerdekarî ve siviktir dike. Lê, mirov di vî halî de dê kîjan formê qebûl bike û kîjan red bike? Qaîdeya herî saxlem û hêsan ew e ku mirov wê formê bibijêre ya ku bê awarte ye. Cedwelê li jêr dîyar dike bê rêzimana me ya standard dê çawa be heger em kitkit formên li jor hilbijêrin.

Form Qaîde
a) Şivan hespek dît. 1- Navdêr tên tewandin
2- Navdêrên nêr nayên tewandin
3- Navdêrên nêr piştî vî/wî tên tewandin
b) Şivên hespek dît. 1- Navdêr tên tewandin
2- Navdêrên nêr nayên tewandin
3- Navdêrên nêr yên xwedî vokala a tên tewandin û vokala wan dibe ê.
4 – Navdêrên nêr piştî vî/wî bê vokalguhorîn tên tewandin
c) Şivanî hespek dît. 1- Navdêr tên tewandin

Ji vî cedwelî pir zelal û aşkira ye ku mirov dixwaze forma ji hemûyan hêsantir, giştîtir û bêawrtetir bibijêre û bike qaîdeya zimanê xwe yê standard. Me formên li jor bi ti deveran ve girê nedan. Ew form gişt kurmancî ne. Hilbijartina formekê ji wan forman li ser bingeha nifûsa bikarhîneran nehat kirin. Forma ku bi kêrî zimanê standard têt û ku ji bo hînbûn û fêrkirinê hêsan e, ew form e ya ku bê awarte ye. Di nimûneyên me de, forma c-yê forma herî bikêrhatî ye ji bo kurmancîya standard. Li gor vê qaîdeyê, divê hevoka me ya destpêkê Keleş û Hesen ew (an wî) şandin gund bibe Keleş û Hesenî ew (an wî) şandin gundî. Bes ev hevok hêj ne serast e. Şaşîya wê ew e ku ew rêzê li qanûna ergatîvîyê nagire.

Ergatîvî çi ye?
Piranîya zimanên dinyayê ne ergatîv in. Di van zimanên neergatîv de, forma subjektê di hemû rewşan de ji ya objektê cihê ye û lêker xwe li gor subjektê hevokê eyar dike. Li van nimûneyên bi tirkî temaşe bike:

tirkî kurmancî
Biz yürüyoruz Em dimeşin
Biz çay içiyoruz Em çayê vedixwin
Biz yürüdük Em meşiyan
Biz çay içtik Me çay vexwar

(Svalberg 1993)

Lê, di zimanên ergatîv de, forma subjekta wê hevokê ya ku lêkera wê netransitîv e, dişibe forma objekta wê hevokê ya ku lêkera wê transitîv e û forma subjekta wê hevokê ya ku lêkera wê transitîv e ji wan herduyan cihê ye. Lêkera transitîv xwe li gor objekta heovkê eyar dike. Di kurmancî de, ev qaîdeya ergatîvîyê sînordartir e. Bi tenê di dema borî de û dema lêker transitîv be, forma objekta hevokê dişibe forma subjekta hevoka ku lêkera wê netransitîv e û forma subjekta hevokê dişibe objekta hevoka ku lêkera wê transitîv e û di dema niho de ye. Lêkera transitîv di dema borî de xwe li gor objekta hevokê, ne subjekta wê, eyar dike. Ew kesînî û hejmara objektê dîyar dike.

Cedwel xuya dike ku her navdêrek yan cînavek, yê ku dikeve di xaneya goka reş de, divêt bête tewandin û divê lêkera hevokê xwe li gor goka spî eyar bike. Heger em vegerin hevoka xwe ya destpêkê, em dê bibînin ku subjekta hevokê, Keleş û Hesen, netewandî ne û lêkera hevokê, şandin, li gor subjektê, ne li gor objektê, hatiye eyar kirin. Ev herdu kiryar jî dijî qaîdeya ergatîvîyê ya kurmancî ne. Lewra, heger em hevoka han di zimanê xwe yê standard de qebûl bikin, divêt em wê li gor destûrên rêzimanî biedilînin û ji forma wê Keleş û Hesen ew (an wî) şandin gund bikin Keleş û Hesenî ew şand gundî.

Newzad Hirorî – Stockholm
Çavkanî:
Ciwan, Mûrad. 2000. Tewang di zimanê kurdî de. Nûdem, h. 34, r. 46-59.

Reşîd, Mustefa. 2002. Encama anketa me. Avesta, h. 36 [http://www.avestakurd.net/anket-gengeshi.html]. Ev rûpel 2002-12-06 hatibû vekirin.

Svalberg, Agneta M-L. 1993. Kürtçe gramerinde ilginç bir olgu: ergativitet. Berhem, h 6-7, r. 53-55. [Werger ji swêdî: H. Zo

nhirori@hotmail.com

——————
Newzad Hirorî di sala 1963ê de li Mûsilê ji dayik bûye.
Wî xwandina dibistanê ya destpêkê û lîseyê li Duhokê qedandiye. Ji sala 1982ê heta 1986ê bingehên wergerê li fakulteya edebiyatê ya Zanîngeha Mûsilê xwandine. Piştre bi du salan, wî master bi zimannasî û zimanê ingilîzî ji heman fakulteyê wergirtiye.
Ew xwendkarê doktorayê di beşê zimannasiyê de li Zanîngeha Stockholmê ye. Lêkolîna wî hemberkirina warine dengnasiyê yên kurdî û swêdî ye. Niha ew berpirsê Kitêbxaneya Kurdî  ya li Stockholmê ye.

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse