Kurdistana Rojava sê herêm e.

Rojava dawi nexseKurdistana Rojava ji sê hermêman pêk tê. Di navbera van hersê herêman de gund û bajarokên ereban hene. Dewletê hinek ji wan ereban ji zû veanîne li van herêman bi cih kirine, hinek jî di van 50-60 salên dawi de anîne ji bo asîmîlasyona kurdan li van herêmên kurdistanê bi cih kirine. Li ser nexşeyê cihên spî ciyên erebên ku anîne bi cih kirine nîşan dide. Hersê herêmên Kurdiistanê ev in:
1. Hermêma Cizîrê, ji rojhilat ve ber bi rojava: Dêrîka Hemo, Tirba Spî, Qamîşlo, Amûdê, Serê Kaniyê û Heseka. Li vê herêmê mîlyon û nîv kurd hene.
2. Herêma Kobanê û navenda Helebê gelek gund û bajrokên kurdan hene û bi qasî 400 hezarî kurd li herêma Kobanê dijîn. Weke nimûne di navbera herêma Serêkaniyê û Kobanê de bajaroka Til Ebyad ku heye şerê herî dijwar li wir derket. Xelkê bajaroka Til Ebyadê ji %60 ereb û ji %40 kurd in. El Nusra û Tirkiye ji vê nifûsa ereb bi kar tînin. Dixwazin di wê herê ma ereb de korîdor ҫêbikin û têrkiliyên herêmê Cizîrê û ya Kobanê bibirin. Herweha di navbera Koban û Efrînê de jî dixwazin korîdora duyem vekin û li wir jî têkiliyên herêma Koban û Efrînê qut bikin.
3. Herêma Efrînê, hema hema hemû kurd in. Bi qasî 500 hezarî kurd li herêma Efrînê dijîn.
Jêrenot: ji derî van hersê herêmên kurdistanê di nav ereban de jî gelek kurd bi cîh bûne. Li navenda Şamê û der û dorê wê ji nîv mîlyonê bêtir kurd hene. Niha ev du sal in ku şer dom dike, piraniya kurdên ku li nav ereban dijiyan bi paş ve vedigerin herêmên Kurdistanê. Yên ku li wir mane di rewşeke gelek dijwar û xerab de dijîn.

Amedtigris@hotmail.com.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse