Kurd têlên nav cergên xwe dibirin û dikin bazin.

Kurd li cîhanê neteweyeke gelek qedîm û binecî ne.  Li herêma Zagros û Mezopotamyayê xwediyê şaristaniya pêşî ne. Li gor arkeolog û dîrokzanan cara yekem mirov li Mezopotamyayê xanî,  gund û bajar ava kirine. Ajel xwedî kirine. Genim, ceh û hebûbatên din çandine û çinîne. Ji ard nan çêkirine.  Bi bendavçêkirinê re av û avdanî kirine.  Li pêş çemên Dîcle, Ferad û Zêdê bend û bendavan lêkirine. Li ser van çeman kelekvanî kirine. Dîsa li rûyê dinê cara pêşî mey û avceh çêkirine. Alfabe, nivîs, wêje, huner, matematîk,  muzîk, asronomî, birêvebirî ,qanûn afiranine. Di dema xwe de kurd û cîranên xwe yên wê serdemê hevparê vê şaristaniya herî kevn in ku jê re dibêjin ”şaristaniya serdema Sumer, Babilon, Akadî  û yên din.”

Mirov nikare wekî  tirk, ereb û farisan ku xwe bi tenê xwediyê vê şaristaniya kevn dibînin bike û bêje ”ev şaristaniya kevn  bi tenê a kurdan e.” Ev ne rast e,  lê kurd gelekî herêmê wê demê ne û tu carî ji ser axa xwe bar nekirine û bi ciyeke din ve neçûne û ji ciheke din jî nehatine ser vê axa Kurdistan a îroyîn. Tim li ser axa xwe bûne û gelên din çûn û hatine. Ango koçber bûne.  Kurd her li cihê xwe mane. Ji ber vê yekî mirov dikare bêje kurd hevpar û hevkarê  şaristaniya Mezopotamyaya  kevn û ya nû ne.  Ev bi zanistî û menqiqî ye.

Kurdan li ser axa bav û kalên xwe  li gorî mercên serdema xwe bi dehan dewletên serbixwe, federe, konfedere, otonom, mîrîtî û bi gelek awayên din xwebirêvebî avakirine. Di serdema Med û Eyûbî û Merwaniyan de împaratorî birêvebirîne, serkêşî û rêberiya împaratoriyan kirine.

Ji ber sedemên cografiya stratejîk, ax û deştên  bi xêr û ber, av û avhewaya xwe, Kurdistan tim bûye qada êrîşên dagîrkerîn cîran û cîhanê. Her împaratorê pêşî xwestiya Kurdistanê dagîr bike û bibe xwediyê desthilatdariya Rojhilata Navîn û heta ya cîhanê. Weke nimûne, Împaratorê Romay, Sasanî, Ereb, Moxol û Tirk Kurdistanê talan û xêran kirine. Piştî çend salan bi paş ve çûne û dîsa kurd li ser axa xwe mane.

Lê piştê Şerê Cîhanê Yekem pêşî  Îttihatçî û piştre Kemalîstan  bi alikariya Fransî û Îngilîzan Kurdistanê kirin mêtingeheke (kolonîyeke) çar perçeyî  û weke li cîhê nimûneya wê tune. Li tu mêtîngehê weke li Kurdstanê zilm û zora fizîkî, psîkolojîk, civakî û çandî ne bînaye û ne jî hatine dîtin. Bi kêmasî li mêtingehên din  ziman û çanda wan gelan nehatine qedexekirin û nanê wan, dîroka wan û cografya wan nehatine guhertin û qedexe kirine. Tirkan di van 100 salên dawî de navê û paşnavê kurdan, navên bajar û gundên kurdan, newal û çemenên kurdan, çiya û girên kurdan, deşt û baniyên kurdan guhertin, Di şûna navên orjînal de  navê tirkî li her tiştî kirin. Dest dan ser berhemên kurdan ên madî û manewî, yên ser û bin erdê, yên çandî û wêjeyî. Hemû talan û wêran kirin. Folklor û muzîk jî hemû dizin.

Di vê sedsala dawî de ku ji bo kurdan sedsaleke reş û wehşet derbas bû. kurdan jî tucarî serî li ber dijminê we xwar nekir, neçimand. Li gor zanîn û hêza xwe têkoşîna xwe ya netewî û demokratîk di kanalên cuda de, bi medotên cuda cuda meşandin û dimeşînin. Kurdan tu carê tixûbên ku di nav cerg û dilê welatnên wan de bi têlan kişandine qebûl nekirin. Di vî warî de bedelên giran û mezin dan û didin. Gelek komkujî dîtin. Gelek serok, fermandar û qehremanên xwe wenda kirin. Li ber her kevirek, darek, newalek xwîn û hestiyên şehîdên kurdan hene.
Di van 30 salên dawî de kurdan têkoşîneke bêhempa dan û didin. Di dîroka xwe de gavên mezin avêtin.Kurd  bûnn xwediyê artêş, rêxistinê polîtîk, demokratîk, dem û dezgeh û medyayên nûjen ku gelek dewletên ku îro hene ji wan  bêpar in. Rojnameyên rojane, radyo Tv û gelek amûrên medyayê bi dest xistin û bi awayekî profesyonel û rojane bi kar tînin. Bi dewletên mezin re qayiş dikşînin, pêşbirikê dikin.
Kurd li Başur bûn dewlet. Niha li Rojava rewşa kurdan ber bi stuyeke siyasî ve diçe û ne mumkun e ku êdî li Rojava  kurd bi paş ve gav bavêjin û vegerin rewşa siyasiya berê.  Li Suriyê kîjan alê were ser desthlatdariya Suriyê divê hesabê kurdan bikin û bi kêmasî statuya xweseriya kurdan bipejrînin.

Dora Rojhilat e. Kurdên Rojhilat jî di van salên dawî de gavên gelek girîng û mezin avêtin. Bi kêmasî bûn xwediyê rêxistineke nûjen û çalak. Rejîma Meleyan nikare xwe li ber têkoşîna demokratîk û hewkheviya gelên li Îranê bigire.  Li Îranê mercên hundir û der her ku diçe rejîma meleyan dixe tengasiyê. Ji bo rûxandina vê rejîmê planên navnetewî hene. Bi taybetî kurd ji niha ve, ji  wê rojê re amade ne û pêşreroja wan ronî dixuye.

Li Bakur li dij hemû zilm û zora dewleta Tirk û  dewletên hevalbendên wan kurd her ku diçin ji aliyê leşkerî, siyayî, civakî û çadî ve xurt dibin û ber bi desthilatdaritê ve diçin. Kurd êdî di qada netewî û navnetewî de  polîtîka dikin. Ji niha ve li gelek herêmên kurdistanê desthilatdariyên herêmî di destê kurdan de ne. Êdî dewlet nikare xwe zêde li ber têkoşîna PKKê bigire. Di demeke nêzîk de dewlet mecbûr dimîne ku ligel PKK rûne û peymaneke qebûl û îmza bike. Ji derê vê riyeke din ji vê dewleta xwînrij û mêrkuj re nemaye. Kurdan êdî di qada navnetewî de jî der û dor li rejîma nîjadperest teng kirine û dikin. Bi giregirên cîhanê re rûnin û biryaran digirin.

Kurdan têlên tixûb ên (sînorên) ku ji aliyê dijminên wan û împeryalîstan ve hatibûn kişandin, qetandin.  Kurd niha têlên nav cergên xwe dibirin û dikin bazin. Bazinên keç û bûkan. Di demeke nêzîk de di şûna axa qedexekiriye ku di navbera kurdan de têlên tixûb ên bi strê kişandibûn de, em ê firingî, balcan, îsot û zebeşan li wir biçinin. Fermo werin firingî, balcan, îsot û zebeşan! Werin govenda mirovahî, demokrasî, wekhevî û aştiyê!

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse