Kûçikên Amedê û çêlegurên Asenayê

Piştî 25 salan cara yekem bû ku ez diçûm Amedê. Ez bi şev dixwînim, dinivîsîm heta saet 02.00-03.00 şevê ranazim. Sibehan jî di navbeta 07-08an de radibim. Şeva yekem ez di xeweke kûr de bûm min hew dît qîrîneke bêhed û hesab tê. Ez di nav cihê xwe de hilfirîm ser xwe. Xilmaşê xewê me, herdu çavên min venabin. Ne ji aliyekî ve, ji her alî ve diqîrîn. Deng olan didin. Ez matmayî mam gelo ez li ku me û ev çi ye?

Ma qiyamet e, çi ye?

Piştre hêdî hêdî hişê min hat serê min ku ez li Amedê me û  mele bang didin.  Ez di nav cihê xwe rûniştî li benda banga meleyan mam. Yek Ji aliyekî ve  Allahuekber dibêje, din ve heyaalesalahhhh diqîre. Aliyê din  lahîlaîllahhhh…. Aleykumselam…  Ez li benda banga wan mam.

Edê xewa herimî, revî… Ez rabûm, bêhemd û dilê xwe min dest bi xwendina pirtûkê kir.  Ez dikim  ku carek din razim vê carê dukandar hatine û derebeyên dikakan dikşînin û dikin giregir, xirexir… Bismîlîlah ev çi ye, dibêjim carek din radibim  dest bi xwendinê dikim. Xewê perwedya berdaye ser çavên min, çaven min tên girtin, ez dibêjim  piçek çavên xwe germ bkim..

”Simît. simît.. gewrek, taze..”

Zarok diqîrîn. Carek din xewa min direve. Vê care dibêjim niha bernameyên TV yan dest pê kirine rojnameyan didin nasandin. Diçim jûra xwe ya rûniştinê û temaşeyê bernamê dikim. Piştî kêliyekê li ser palgehê çavên min tên girtin. Hew dibînim vê carê hewte hewta kûçikan e. Ra dibim diçim cem şibakê dibînim ku li nav erseya li hember mala min şerê zarok û kûçikan dest pê kiriye.

Ha wele ev baş e ez ê temaşe bikim, dibêjim û li ber camê ji tebeqa heftan li wan temaşe dikim. Kûçik ne pir mezin in û nej î pir biçûk in. celebek kûçik in. Ez dihejmêrim heft in. Hema hema hemû bi qasî hev mezin in. sor, belek, xeyt, cûne.. Rengo rengo ne. Çi yakişikli… Lê yên reş di nav wan te tune ne. Qaşo kûçikê reş, kevirên reş û dilên reş semola Amedê ne. Ma hûn çima ji min dipirsin fransiyan weha gotiye. Ma sûcê min rebenî çi ye? Hela hela!

Belê, kûçik di nav erasê de ne, der û dora eresê dîwar kiriye, di çend ciyan de qulik hene. Ji der ve tên û di wan qulikan de dikevin nav eresê. Erese mezin û di nav de kûçên keviran hene.  Kûçik dema li der in dudu, sêsê tên û dikevin nav eresê.  Li der bêdeng in narêyîn.  Ji mirov dipelkînin û ditirsin. Dema dikevin nav vê eresê har dibin û berê xwe bi rêya mezin ve kin û dirêyîn. Kî di wir re derbas bibe êrîş dikin. Heta ber dîwar bi çargavê tên. Bi taybetî dema zarokan dibînîn dirêyîn û êrîşi zarokan dikin. Zarok kevir davêjin, ew ji kevirên zarokan natirsin û ber bi zarokan ve tên û zarok  ditirsin û mecbûr dimînin ku ji ber wan birevin.

Ev rewşeke ecêb e.

Dema li kuçe û kolanên Amedê zarok û polîs li hev dixin,  zarok ji polîsan natirsin û bi keviran êrîşî polîsan dikin.  Teqe req ji mertalên polîsan tînin.  Polîs gaz davêje ser wan ku bikeve çav, dev û pozên wanç zarok jî şûşeyên şewatê davêjin ser polîsan. Pirî caran polîs ji ber kevir û şûşeyên  zarokan direvin. Kuçe û kolên teng dikeve bin destê zarokan û meydanên mezin û fireh jî dikevîn bin destê polîsan.

Dem çu dewran hat ez êdî hînî banga mele, girgira derbe û qîrîna simîtçiyan bûm. Lê belê bi dengê kûçikan re rabûm. Min çend caran ceriban ku kûçik di navbera saet 07.00-07.30an de ji der ve tên   nav ersa li pêş balkona min kom dibûn û şerê wan û zarokan dest pê dike. Dema dengê hewte hewta wan dihat, min dizanî saet 07.00 e û ez ji nav cihên xwe radibûm û bi qasî çend deqîqan temaşa wan û zarokan dikir. Ez çend car hizirîm ka kûçik dema li der  in narêyîn, tirsonek in, lê dema dikevin nav vê ersê çima weha  êrîşkar dibin?. Wekî ku bêjin ”ev malê me ye” an jî welatê me ye û em nahêlin hûn werin. Em mal û welatê xwe bêxwedî nahêlin û diparêzin. Bo welatê xwe canê xwe feda dikin…”

Ez rojeke dîsa beyanî  zû rabûm û çûm cem penceraya xwe ku çi bibînim baş e? Di nav  welatê kûçikan de dozer û makîneyên kar hene û dest pê kirine dikolîn. Înşateke mezin dest pê kiriye. Sibehtirê lewheyeke mezin  li ber înşatê daçikandin û li ser nivîsîn ku li vir navenda polisan tê avakirin.  Çend car ez di saeta hatina kûçikan de çûm ba pencerê ka çi bi serê kûçikan hat. Gelo dîsa ew  di saeta xwe de tên an na!  Min dît ku di nav riya mezin de li peyî hev tên, li karkerên înşatê dinêrin û ji alyê der ve ber û berê dîwar bi loqê dimeşin û diçin taxeke din. Di meş û nêrîna wan xuya dikir ku çêlegurên Asenayê hatine û welatê wan  dagîr kirine.  Êdî  hewte hewt ji wan nedihat, duvên wan ketibû nav lingên wan û ûste ûst dikirin. Ûste ûsta destê bin kevir bû!

amedtigris@hotmail.com

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse