Ku tu nizanibî nebêje

Gelek nebaşîyên li ser rûyê cîhanê, ez hîn jî cesûrane bêjim giş ji nebaşîyên cîhanê û ji çewt fêrbûn û perwerdebûna me tê. Perwerdekaran me weha çewt perwerde kirine.

Wan me fêrî ew tiştên ku em nikarin red bikin, kirine. Serkaniya nebaşî û xirabiyan ev e. Di derheqê her tiştî de, li ser her babetî  wek zana, wek pîspor bi dengên bilind û bi zimanekî tûj em dipeyîvin, li ser her tiştî, tûjûtûj  diaxivin, şîroveyan dikin. Belê perwerdekaran em weha fêr kirine. Nezanîna me weha derdikeve holê, lê em jê natirsin. Em bêtirs, li ser her tiştî diaxivin, şîroveyan dikin.

Li Romayê edeteke weha hebûye. Şahîdên ku bi çavê serê xwe bûyerê ditîne û qazî yê ku dema delîlên herî zelal û vekirî  pêşkeş dike her du jî weha dibêjin:

”Ez wisa têdigîhîm ku”,  bi vi metodê behsa bûyerê dikin.

Dema hin kes behsa tiştên ku mumkune bikaribin biqewimin wek rastiyek, wek ku qewimîne, wek ku hîç ne şaşî pêşkeşî min dikin û weha dixwazin min bixapînin li dij van tiştan di dilê min de tovên nefretê diafrînin. Tu dibê jî qey ew tişt qet bêkêmasî ne, rast in, wek ku qet ne çewtî di wan de hene û qewimîne. Ew dixwazin ez jî wisa wek wan bihizîrim. Û dixwazin min weha bixapînin.

Ez ji qenciya ji bo nermkirina pêşniyaza van gotinan hez dikim.

Dibe ku li hin ciyan, hin dibêjin û weha ku texmîn dikim.

Ku min zarokan perwerde bikira, di şûna kurt û bi hişk de, min ê wan bi pirsên weha fêrî bersivdanê bikirana:

-Ev tê çi wateyê?

Ez ji van a fam nakim.   Dibe ku gelo ev rast e?

Heta di dewsa  zarokekî deh salî lê li ser navê pîsporiyê bipeyîvin de, bila wek şagirdekî şêst salî bimînin baştirîn e.

Yekî  ku dixwaze xwe ji nezanîyê xilas bike, divê nezanîya xwe vekirî dîyar bike, vekirî nezanîna xwe bîne holê. Nezanîna xwe bide der.

Nezanînên wisa hene ku, ji hêla mezinahiyê û comerdiyê  de ji zanistiyê û zanyarîyê ne kêmtirin.

Ji bo têgihêştina nezanînê pêwîstî bi zanînê heye.

 

Nivîskar: MONTAIGNE

Werger : B.Welatevîn

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse