Kongra netewî ya demokratîk (!)

Di van mehên dawî de, di medya kurdî de têgeheke nû tê bikaranîn: Li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê xebatên avakirina “Kongra neteweyeke demokratîk” heye. Yanî gelê kurd, tirk, ereb, suryanî, çerkez, laz, gurcî û yên din ên ku li Tirkiyê û Kurdistanê hene hemûyan bînin cem hev û ji van hemûyan kongra neteweyeke demokratîk ava bikin. Di navbera 15-16ê meha 10an de, li Enqerê “Kongra netewî ya demokratîk li dar dixwin.”

Ev têgeh an jî formulasyona “yeknetewe” şaş e. Ji çend gel an neteweyên cuda neteweyeke demokratîk çênabe. Têgeheke weha li dij zanyariya civakî ye. Ev ji xwe teoriya kemalîstan e ku hemû gelên ku li Tirkiyê dijîn înkar dikin. Li Tirkiyê ev 88 sal in ku vê teoriya yekane di pratîkê de bi kar tînin. Karbidest û berpirsên dewletê her ku di vê mijarê de devê xwe vedikin, dibêjin: “ Li Tirkiyê tirk, ereb, kurd, laz, çerkes, ermenî, gurcî, pomak hemû neteweyê tirk pêk tînin. Neteweyê tirk bi tenê ji tirkan pêk nayê. Hemû hemwelatiyên Tirkiyê tirk in…” Ne berê û ne jî niha li darê dinê term an teoriyeke waha tune ye ku ji çend netewe an jî gelan neteweyeke demokratîk çêdibe. Ev bibe nebe di zanyariya civaknasiyê de têgeheke nû ye û şaş e.

Ji ber ku her netewe xwediyê ax û cografyayeke xweser û taybet, dîrok û çîrokeke xweser û taybet, zimanen û çandeke xweser û taybet heye. Ev xweserî û taybetî neteweyan ji hev cihê dike û nake yek netewe.

Kongra netewî ya demokratîk ne ji bo çend gelên cihê cihê, dikare ji bo komên heman (eynî) neteweyî were avakirin. Wek nimûne dikare di nav kurdên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat de were li darxistin. Ji ber ku hemû beşên neteweyek in: Hemû kurd in.

Lêbelê hevparên kongra ku niha dixwazin ji hemû gelên li Tirkiyê û Kurdistanê were avakirin gelên cuda cuda ne.

Demokratîkbûna wê tiştekî din e û hema kongre super demokratîk be jî dîsa nabe ya neteweyek.

Divê sîstema dewletê demokratîk be. Dema sîstem demokratîk be, wê demê dîsa ew her yek bi serê xwe gelên cuda ne. Her yek netewe an jî geleke bi serê xwe ye, lê di nav sîstemeke demokratîk de, bi serbestî, di nav aştî û aramiyê de, li gel hev dijîn.

Wek nimûne niha tu kes nikare bêje “Swîsre neteweyeke demokratîk e.” An jî Belçîka, Rûsya neteweyeke demokratîk e.” Na! Her yek pirnetewe ne, lê sîstema van dewletan demokratîk e. Mirov dikare bêje “Kongra Demokratîk” ev bes e.

Amed Tîgrîs

12.10.2011

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse