Konferansa Netewî ya zimanê kurdî bi dawî bû

Wekî tê zanîn di roja 2ê vê mehê de, li bajarê Amedê “Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” dest pê kiri bû. Konferansê sê roj bê navber dom kir. Di van sê rojan de 10 panelên cuda pêk hatin. Nav û mijara van 10 panelan weha bûn:

  • Di pêkhatina yekitiya neteweyî de rola ziman
  • Birêxistkirina pergaleke ziman a Kurdistanî
  • Di pêşvebirina zimanekî yekgirtî de rola medyayê
  • Di xwedîderketina çand, dîrok û erdnîgariya kurdan de rola ziman
  • Alfabe û zaravayên kurdî
  • Parastina zaravayên kurdî û polîtîkayên serdestan ên derbarê ziman de
  • Di parastina kurdî de rola bîr û baweriyê
  • Pergala perwerdeyiyê, sazî û akademiyên kurdî
  • Ji pêşdibistanê heta zanîngehê pergaleke çawa
  • Di pêştebirina ziman de rola sazî û akademiyan

Konferans ji helek aliyan ve serketî derbas bû. Ji derî roja yekem di dema xwe de, li gorî bernameyê dom kir. Roja yekem ji ber hinek karên teknîkî piçek dereng destpê kir. Herdu rojên dawî  tam weke li ser kaxizê bernameyê hatibû nivîsîn weha bi awayekî rêk û pêk meşiya.

Medyayê kurdan û tirkan ciheyeke mezin û fireh da konferansê.

Carek din di pratîkê de baş hat ditîn û jiyandin ku hejmar û mijara panelan gelek pir bûn. Zaman têr nedikir û ji aliyê demê ve tevlihevî û zehmetî derdiketin holê. Hejmarên panelan kêm û zeman zêdebûna dê xweştir û qenctir dibû. Xaleke din, Bakuriyan an jî kurmancaxêv û kirmanckîaxêv bi tena serê bûna baştir bû. Ji ber ku di warê ziman, perwerde, wêje û çandê de problemên me Bakuriyan hene û problemên me gelek mezin, kûr, giran û xedar in. Başûrî niha wekî nîvdewlet in û problemeke wan a weha tune. Ew her ku tên konferans, panel û civînên weha, tim ne ji bo ku bibin alîkar, dibin êşdar û heta astendar. Li ser mesela soranî û badînî û alfabeya erebî û latînî serêşî û dilêşiyan derdixin. Ji aliyê din ve civaka wan de  bêdîdîplînekê heye. Ser û bin û dawiya axaftinên wan nayên. Di vê konferansê de her çiqasî piçek asta vî şerê navbera bahdînî û soranî de dîplomasiyeke bi dizî hebû jî, dîsa şerekî vekirî derneket, lêbelê şerê veşartî di nav gotinên dîplomasiyê de her bedewam bû û li derê panelê li korîdorên salon û otelan carnan gengeşiyên nav wan xuya dikir.

300 kes nûnerê (delege) beşdarî konferansên bûn û ji wan 49 kes wekî panelîst beşdarî konferansê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin. Mirov dikare bêje ku ji derî çend kesan asta zanîn û pêşkêşkirina panelîstan bilind bû. Di dawiya her panelê de gelek nûner jî beşdarî gotûbêjan bûn, dîtin, raman û zanîn xwe anîn zimên û ji panelîstan bi pirsên xwe naveroka konferansê xurt kirin û dagirtin.  Ji ber kêmbûna demê di vê mijarê de zor û zehmetî derketin holê. Dem kêm bû û gelek nûneran dixwestin ku di beşê pirs û bersivan de, pirsên xwe bikin û dîtinên xwe vebibêjin, lê hezar mixabin demê têr nekir. Her soranaxêv dema ku mîkrofê digirt destê xwe  êdî bernedida û di hemû panel û mijaran de dixwest bipeyive. Carcaran birêvebirê panelê nikaribû mîkrofonê ji destê wan kesê weha bi paş ve bigire. Mafê axaftina her panelîstek 15 deqîqe bû, lê hinek kesên soranaxêv dema ji pirsa xwe bikira, mîkrofonê digirt ji 15 deqîqeyan bêtir dipeyivî û pirsa Wî/wê jî tune bû.

Organîsazyon mukemel bû.

Di dawiyê de encamnameya konferansê  hat xwendin û bi piraniya dengan hat pejrandin. Encamname ji 13 xalan pêk hat. Ew 13 xal ev in:

1. Hebûna zaravayên kurdî zengînî ye, parastin û geşdana wan jî peywireke netewî ye.

2. Di van rojên wisa de ku konfernsa Netewiya ya Kurdî di rojevê de ye, divê ku kurd jî xwedî bername û siyaseteke netewî ya ziman bin.

3. Ev konferans standardiya navxweyî ya her zaravayî pêwist dibîne, lêbelê di dema berhevkirina zargotinê de divê ku her tişt li gorî devoka xwe bê tomar kirin.

4. Ji bo jihevtêgehiştina kurdan û pêkatina hişmendiyeke neteweyî hewcedarî bi yek alfabe heye. Heta gehîştina vê qonaxê, ji ber guncavbûna rewşa li Başûr divê ku herdu alfabe jî li wir di perwerdeyê de û di her warî de bên bikaranîn.

5. Ev konferans perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî sirûştî yê netewî dibîne û lew re ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi kurdî daxwaz dike. Ev yek jî bi statuyeke sîyasî pêkan e.

6. Konferansa me ji bo avakirina civakeke demokratîk û pluralîst pergaleke perwerdeyê ya ku bextewarî û pêşvebirina mirovan esas dibîne, pêşniyaz dike.

7.  Ji bo pêkanîna bernameyeke zimanî ya neteweyî pêdivî bi avakirina tevgereke zimanî ya Kurdistanî heye, da ku bikaribe kar û pêwestiyên zimanê kurdî bi cih bîne. Ji bo avakirina tevgerê desteyeke ji 31 kesan pêk tê, hat hilbijartin.

8. Konferansa me bang li kurdan dike ku di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin û pê bijîn.

9. Konferans xebat û têkoşîna gele me yê  Başûrê Rojava yê di warê ziman û perwerdeyê de silav dike û piştgiriya xwe diyar dike.

10. Em pişgiriya xwe ji bo daxwaza girtiyên kurd ên siyasî ya di warê parastina zimanê kurdî de radigîhînin.

11. Em polîtîka AKPê û helwesta rayedarên wê ya der barê ziman û çanda kurdî de şermezar dikin û em  vê siyasetê jî berdewamiya siyaseta asîmîlasyon û înkarê dibinin. Bi heman şêweyî em siyaseta rejîmên din ên li ser  kurdan jî bi tu awayî napejirînin.

12. Konferansa me operasyonên leşkeri û siyasî yên ku li ser kurdan tên meşandin şermezar dike,  ji bo çareseriyê diyalog û muzakereyê pêşniyaz dike.

13. Ji bo pêşvebirina zimanê kurdî zarok pir girîng in. Lewra jî di polîtîka bernameya ziman a neteweyî de divê zarok cihekî taybet bigire.

Piştî xwendina encamnamê, ji bo nirxandina konferansê mafê axaftinê dan çend kesan. Hîwa Massîh derket ser dikê (sahnê) ku biaxive. -Hîwa ji Xoresanê hatibû û beşdarê konferansê bûbû. Rojeke berê jî di panela xwe de behsa rewşa kurdên Xoresanê kiribû. Piştî axaftina wî jê re çepikeke xurt hatibû lêdan. – Hîwa li ser dikê li ber mîkrofênê rawesta, li paş xwe zivîrî li afîşa mezin a konferansê nêrî û demeke bê deng ma. Her kes li benda axaftina Hîwayê Xorasanî bû. Hîvayê ku ji gul û bilbilê konferansê yek bû, ji kêf û şabûnê nikaribû biaxive. Di cihê xwe de dest bi giriyê kir. Bi giriya xwe re lerizî. Bi tenê gotineke ji devê wî derket: “spas.” û ji ser dikê daket jêr.

Tofan û qiyameta çepikan olan da salona konferansê. Ew çû li cihê xwe rûnişt. Êdî ji me nedixuya. Hemû kamere û 600 çavên  ku li salona konferansê bûn li ser Hîwa bûn. Min li derdora xwe nêrî, dît ku gelek kes hêstirên çavên xwe paqij dikin. Yên min jî bêhemdê min hatin xwarê. Salon bîsteke êdeng ma. Ronahiya flaşan salonê ronî û tarî dikir.

Hîwa bû mijara mediyayê.

Piştre bi merşa Ey Reqîp konferans bi dawî bû. Herweha konferans bi merşa Ey Reqîb dest bi xebata xwe kiribû. Mediya tirkan mijara Ey Reqîb kirin sernivîs û bala hukumet û nîjadperestên tirk kişand ser merşa netewî

Amed û amedî roj bi roj ber bi hêjabûn û layqbûna doz û navê xwe ve dimeşin. Ber bi paytextbûnê ve.  Meşa azadiyê  her berdewam e. Di meşa azadiyê de carnan lukmandin normal e û piştî lukmandinê mirov pît, hişyar û hêz dibe!

A. Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse