Kobanê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê nivîsî

Di dîroka Kurdistanê de îro rojeke girîng, dîrokî û dilgeşiyê ye. Îro  ango 19.07. 2012an li bajarê Kobanê kurdan dest da ser dem û dezgehên fermî yên dewleta Suriyê. Li ser dem û dezgehên dewletê alaya Suriyê daxistin jêr û di şûna wê de alaya kurdan hilkişandin jor. Li gorî nûçeyên ajansan Komîteyên Parastina Gelê Kurd li nav bajêr û hemû gundên Kobanê kontrolê girtine destê xwe. Li herêmê hêzên leşkerî yên Suriyê nemane, lê yên emnîyetê hene û ew jî bêdeng û bêliv mane. Li herêma Afrînê jî cih bi cin, gund bi gund kontrol dikeve destê komteyên kurd. Her ku diçe çembera desthilatdariya kurdan berfireh dibe.

Wekî tê zanîn di 09-10ê meha Tîrmehê de berpirsên Meclîsa Gel û yên Meclîsa Netewî li Hewlêrê ji aliyê Birêz Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ve hatibûn cem hev. Berpirsên herdu rêxistinan ji bo yekkirina hêzên xwe protokoleke îmza kiribûn. Ji wê rojê bi şûn ve Meclîsa Gel û Meclîsa Netewî ya Kurd hêzên xwe kirin yek. Organa siyasî herî jor niha ev komîteya hevbeş e û hemû biryaran ev komîte dide.
Niha du xalên (madeyên) herî girîng hene ku kurd pêwîst e ku li ser van xalan baş rawestin û xwedî konsept bin:

  • Berpirsên Meclîsa Gel û Meclîsa Netewî ji protokola xwe re gelek sadik bin. Ligel hemû kêmasî, çewtî û hemû fen û fîtneyên dijmin yekîtiya xwe ya sîyasî û leşkerî xurt bikin. Ne bi tenê li Kobanê, madem ku biryar girtine û li Kobanê dest pê kirine, pêwîst e ku hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistan bigrin bin kotrola xwe û desthilatdariya xwe xurt û berfireh bikin.
  • Kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat û yên li der, ji her aliyê ve alîkarî û pişgitiyeke xurt bidin Başûrê Rojava. Bi tenê ne meş, xwepêşandindan, propagande, axaftin û dua, herweha bi madî û manefî dest bi kampanyeyên aktîv ên berbiçav bikin. Li seranserê Ewropayê kampanyayên alîkariyê dest pê bikin. Heta ciwanên kurd heke pêwîstî hebe kom bi kom herin Başûrê Rojava û gelê xwe yê wir biparêzin. Kurd weha bi plan û program kar bikin ku mînaka Mahabadê bi serê Kobanê neyê. Dilşadiya me di gewriya me de nemîne. Dijminê me ne yek e, çar in. Bi hêz in, xwedî dewlet in.  Fîrewn in. Moxl in. Cengîzxan in. Zalim in. Esed in. Saddam in.  Ahmedînijad in û Erdogan in.
  • Êdî ji vir bi şûn ve ne mumkun e ku Suriye weke dewleke bimîne. Ji niha ve sûnî û şîî ji hev cihê bûne. Weha dom bike dê desthilatdariya Esadan zêde dom neke.  Lê belê Esad jî zû bi zû teslîm nabin. Serhejmara (nifûsa) şîîyan ji %10 e. Ew êdî nikarin bi sûniyan re bijîn. Di herî dawî de dema Beşar Esad bikeve tengasiyê dikare hemû hêzên xwe vekşîne herêma şîîyan ku li derdora behra Spî ye. Dikare herêma Lazqiyê ji xwe re bike navend û ji Suriyê cihê bibe. Wê demê Suriye dibe sê beş. 1.herêma erebên sûnî, 2. herêma şîîyan. 3. herêma Kurdistanê. Serhejmara kurdan jî şîîyan zêdetir e. ji %15 ye û bi qasî 3 mîlyonî kurd li Suriyê hene. Kurd divê ji niha ve hesabê xwe li gorî vê rewşê bikin.

Kobanê navê xwe bi tîpên zêrin li dîroka Kurdistanê nivîsî. Pîroz be Koban, ev roja girîng,  berxwedan û desthilatdariya dîrokî li te û li hemû bajarên Kurdistanê hezar car pîroz be. Bila eqîbet li serê Amed Û Mahabadê be! Te li pêş kurdan rê û rêça şoreşê vekir.  Ji îro pê de bila her bajarê kurdan Koban be!

 

Amed Tîgrîs

19.08.2012

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse