Jin û jîyan û têkoşîna wekheviyê

Jin berî her tiştî berhemdarê nifşê mirovan e. Ya ku mirovan diafirîne ew e. Ji derî afranêriya mirovan an jî zarokan herweha ew afranêra mal, malbat û hemû berheman e.  Ji ber vê berhemdarê û afrenêriya xwe jin gelek xwedî hest û hestyareke mezin û girîng  e. Jin dayika dahatû ye. Bi mal û malbata xwe ve gelek girêdayî ye. Bi taybetî zarok perçek ji laş, hiş û hestên wê ne. Ji ber van sedeman kubar, nazik, nazenîn û dilzîz e.

Li gorî lêkolînên zanyar û civaknasan bi destpêka kar û civandina sermaye re di navbera jin û zilaman (mêran) de  têviliyên çînî peyda bûne û her ku çûye jin ketiye bin desthilatdariya zilan û heta mirov dikare bêje bûye dîl û koleyê zilam.

Ji wê rojê ve heta niha têkoşîna zayendeyî û çînî di navbera mêr û jinê de dom kiriye û dike. Jin bi têkoşîna xwe dixwaze bigêhî hevwekîyê û mêr jî bi têkoşîna xwe, dixwaze koletiya bi hezar salan hîn hezar salên din jî bidomîne û jinê di mal de kole û dîl bigire.

Mêr, jinê wekî mal, xanî, erd, bexçe, otomobîl, cilûbergên xwe dibîne. Dixwaze jin tim gotineke wî neke du. Fermanê wî bi cih bîne. Derdem di xizmeta wî de be. Ligel rakeve, zarok bîne û xwedî bike. Malê paqij bike, xwarinê çêbike û sifreya wê amade bike. Cilên efendiyê xwe utî bike, av li dest û lingê efendiyê xwe bike. Serê wî bişo. Dema sil (hêrs, tûre) bibe jî bi têra dilê xwe lê bide, ser û çavên wê, laşên wê reş û mor bike û newêrabe bêje “ay” û kirt jî. Camêr dema bixwaze bi ser re hewî bîne. Dema eciz bibe bikare telaqê wê bide. Sê kevirên wê bavêje û bi lêdan û çêran jinê bişêne mala bavê.
Mêr dixwaze tu mafê jinê yê axaftin û biryardayîne tune be.

Di civaka nûjen (modern) de zilam û sermaye  jinê kirine obje û subjeya seks, lîstik û reklamê. Jin di destê karbidest û karsazan de bûye dîla zayende. Bi jinê reklam dikin, bi kar tînin û firotin. Jin dîl û koleya serdema nûjen e. Bi pere, cilûberg, boyax, cewher û xişran wê dixemlînin û dixapînin.

Di serdema me de ku zanist, civak, teknîk, perwerde, dad û dadmendî hewaq bi pêşketiye, hezar mixabin li gelek welatan hîn rewşa jinê weke ku min li jor nivîsî ye û ev rewşa bêdadî,bêbavî û bêwijdanî û koletiyê dom dike. Îro li Kurdistanê rewşa jinên kurd xerabtirîn û perîşantirîn e. Jinên kurd ji du aliyan ve di bin zordestî û serdestiya mêran de tên çewsandin û pelçikandin. Yek ji aliyê netewî ku jina kurd weke netewe kole ye û ya din jî weke zayende (cînsî) kole ye. Jina kurd  divê tekoşîneke xurt a dualî bidomîne. Ev kar û barekî zor û zehmet e. Jê re hişyarbînî û rêxistinbûnî divê.

Li welatên Ewropa di warê wekheviya jin û mêr de gelek guhêrtin û pêşketin hene, lê hezar mixabin li van welatan jî her çiqas kêm be jî hîn çewsandin û pelçikandina li ser jinê heye û dom dike. Lêbelê jinên van welatan êdî zane û bi rêxistinî ne û têdikoşin. Roj bi roj ber bi wekheviyê ve gav davêjin.

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse