Îro li Amedê ji bo kurdî du nîvgavên erênî hatin avêtin.

Li parlametoya Tirkiyê du roj berî niha qanûna ku mirov bikaribe xwe li dadgehan bi zimanê xwe biparêze hat qebûlkirin. Lêbelê ew kesê  ku xwe bi zimanê xwe biparêze, divê mesrefa tercûman ji kîsê xwe bide.  Derketina qanûnê baş e, lê mesrefa tercûmandayîn bi xwe wekî ceza tê dîtin û şirovekirin. Yanî tê wê wateyê ku heke tu bi  tirkî bipeyivî bêpere ye û ku tu bi kurdî bipeyivî bi pere ye û ev jî  ceza ye.

Jixwe ji derî kesên polîtîk kesên xizan û belengaz pereyên wan tune ye ku bidin û bi ew bi tirkî jî nizanin,  ew ê  ҫi bikin?  Gelo yekî biyanî ku li Tirkiyê be, yekî turist û bûyereke bi serî wî/wê de were û her polîs an jî dadgehê dê bi tirkî  meramê xwe bêje  an bi zimanê xwe? Dema ew jî bi zimanê xwe bipeyive dê wekî kurdan mesrefa tercûman bixwe bide an na?

Demokrasiya tirkan hewqase ye.

Niha niha hukumeta AKP dixwaze bi vê yekê propagandayeke bike û ji kurdan bibêje, ”ha hûn niha dikarin xwe bi zimanê xwe jî biparêzin, ma hûn êdî ҫi ji me dixwazin?  Ka binêrin me demokrasiyeke berfireh anî. Êdî Kurdî serbest e, kovar û rojname bi kurdî derdikevin, li zanîngehan ҫend beşen kurdî vebûne, di dibistanên seretayî de, di pola 6 an de dersên hilbijartî hene. Ma ev ne bes e. Saqin saqin (nebe nebe), j i me satûya siyasî û perwerde merwerde naxwazin….”

Weke tê zanîn  gelek şaredar, parlamenter, rêveberê BDP  ev sê sal in ku qaşo endamên KCKê ne hatine girtin û li zîndanên Kurdistan û Tirkiyê  ne û ew dixwazin li dadgehan, bi kurdî xwe biparêzin. Dadger her car rênadin ku ew bi kurdî bipeyivin û xwe bi kurdî biparêzin. Dema girtiyên siyasî dest bi axftina xwe ya parastinê dikin, dadger mîkrofona wan digire û ew ji salonê derdixe der û bi katibê xwe dide nivîsandin ku: ”Girtî xwest bi zimanekî nediyar  ku mirov tênegêhe bipeyive, ji bo ku me fêm nekir, me îro jî dawî li rûniştinê ani…”

Lê piştî  pejrandina qanûna xweparastinê, îro li dadgeha Amedê  6. Ya Cezayê Giran (ku di eslê xwe de Mehkema Istiklalê ya dema niha ye) şaredarê Êlihê (Batmanê) birêz Nejdet Atalay li dadgeha Amedê bi kurdî dest bi parastina xwe kir û dadger rê da ku ew bi kurdî xwe biparêze. Ev bûyer cara yekem e ku li dadgehên Kurdistan û Tirkiyê pêk tê.

Ji aliyê din ve îro dîsa li Amedê zarokxaneya Şaredariya Mezin karneyên zarokên ku diҫin Zarokxana Kurdî dan zarokan. Weke tê zanîn îsal cara yekem şaredariyê ji bo zarokên xebatkarên xwe zarokxaneyeke bi duzimanî (kurî-tirkî) vekiribû. Îro bi merasimeke  alîkara şaredar, mamosteyên zarokxanê û dê û bavên zarokan jî beşdarî merasimê bûn. Li zarokxanê zarokan  karneyên xwe yên bi kurdî girtin.

Mirov dikare bêje îro ji bo kurdî  li Amedê du nivgavên erêni û baş hatin avêtin. Amedî her têdikoşin rê û bendên ku li pêş kurdî bûne kelem û asteng,  yek bi yek ji holê rakin.

 

 

 

Foto: ANF

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse