Başbûg kirin goriyê Nejdetê Kîmyewî

İlker Başbûg kirin goriyê Nejdetê Kîmyewî

Ji bo fên û fûrt û dek û dolabên osmaniyan gotineke gelek bi navûdeng heye:Di Osmaniyan de gelek lîstîk û dek û dolap hene.

Ev gotin encama tecrûbeyên bi sed salan e ku pêwîst e ku mirov pişta xwe bi tirkan girêne de, ji gotin, soz û peymanên wan bawer neke. Bêbav û şîrxeram in. Herî dîndarên wan dema fersed û derfeteke biçûk bi dest bixin an bibînin dikarin ji bo berjewendiyên xwe dîn, îman, wijdan, soz, peyman û hemû heyî û hêjayiyên xwe yên mirovatiyê bidin aliyekî û bêbextî û bextereşiyê bikin. Weke nana durû ne.

Ji bo berjewendiyê xwe dikare sibehê misilman be û nîvro bibe xiristiyan, êvarê bibe cihû û bi şev jî bibe ataîst. Ji aliyê dek û dolab û derewan ve weha ji dema Osmanî ve nav û deng li ser wan mane. Loma ev gotina “di osmaniyan de gelek lîstîk û dek û dolab hene.” Ev gotin bûye biwêjeke sîyasî û li cîhanê belav bûye. Belê komkujîya Roboskiyê careke din vê gotinê jîndar û zîndî kir.

Heron ji Telavîvê, F16 ji Washingtonê, ferman ji Enqerê hat dayîn û balafir ji Amedê rabûn.Weha li ber çavê raya giştiya cîhanê bi awayekî eşkera û vekirî û  bi balafirên şer bi tonan bombayên qazan û kîmyewî li herêma gundê Roboskiyê li ser 35 ciwanên kurd barandin û şehît kirin. Bi fermana sê toqên nahletê: Bi fermana Erdogan, Nejdetê Kîmyewî û Fetullah Gulenê ewliyayê tirk û mîsyonerê amerikayî komkujiyeke din li komkujiyên Kurdistanê zêde kirin. Û xwe bi carekê de bêdeng kirin.

Tevgera azadiya Kurdistanê bi hemû rêxixstin, demûdezgeh, medya û kesên xwe ve bi awayekî lezûbez û aktîv komkujiyê eşkere kir û xwedî li welatiyên xwe derket. Bi taybetî BDPê di vê mijarê bi pêşengî û roleke aktîv lîst. Bi meş û xwepêşandanan, civîn, çalakiyên komî û takekesî rû û rûçîkê barbariya hukumet û dewletê reş kir û rûreş derxist. Hukumet bi artêşê ve sews, gêş û şoke bû. Dest û dev bi xwîn li ser sûç hatin girtin. Ev ji hefteyeke zêdetir e ku hukumet û dewlet êdî nikarin xwe biparîn. Serok û berpirsên wan her ku diaxivin bi gotina xelkê ‘bi xwe de dirîn.’

Weke boksorê ku gêj bib ketine quncikê û tevgeta Azadiyê rast û çep lêdide. Li ser ligan dilerizîn  hindik mabûn ku bikevin, xalîya teslîmbûnê bavêje. Tam di di vê demê de dek û dolabên kalên wan yên Osmanî hatin bîra wan. Ji bo ku kurdkujên Roboskiyê Erdoğan û Nejdetê Kîmyewî rizgar bikin, bala rayagiştî ji komkujya Roboskiyê bi dûr bixin û bidin ji bîr kirin lîstika Serokfermandarê kevn İlker Başbûg derxistin holê. Weke birûskê di navbera çar rojan de doz li İlker Başbûg vekirin, do ew girtin û birin dadgeha taybetî. Nîvê şevê derxistin  pêş dadgehê û bi ideaya ku di malperên înternetê de serokatiya rêxistina teroriya li dij hukumetê kiriye û xwestiya Komara Tirkiyê hilweşîne, İlker Başbûg girtin û birin girtîxanê.

Gelo çima heta niha İlker Başbûg nedigirtin û niha girtin? Ev çend sal in ku ev doz hebûn çima weha di şeveke de bi lez û bez girtin û avêtin pişt deriyê hesin.  Ji bo ku Erdogan û Nejdetê Kîmyewî xwe ji vê komkuja Roboskiyê rizgar bikin, diviyabû ku bûyerekeye weha mezin bixin rojevê ku êdî kes behsa komkuja Roboskiyê neke. Eqilmendên xwe kom kirin biryara girtina İlker Başbûg dan. Bi girtina Başbûg re rojevê serobino kirin. Di hema kêliyê de rojeva Tirkiyê guhertin. Raya gişitiya Tirkiyê bi medya xwe ve êdî bi girtina Başbûg radibin, rûdinin û radikevin. Dibêjin “cara yekem e ku li Tirkiyê serokfermandarekî kevn tê girtin û mehkeme kirin. Ev jî asta demokrasiya Erdogan nîşan dide.”

Dixwazin Erdogan wekî qehremanekî demokrasiyê bidin nîşandan û herweha berpirsê komkujiya Roboskiyê serokfermandarê Nejdet Özel jî bidin ji bir kirin. Herweha Başbuğ kirin goriya (qurbana) Nejdetê Kîmyewî.

Heger bi rastî serokwezîr Erdogan xwedî wijdan, edalet û demokratbûya divê pêşî Nejdet Özel ji wezîfe bigirtina û prosedura mehkemekirina wî didana destpêkirin. Piştre jî İlker Başbûg bigirtana û bişandana girtîxanê cem Nejdat Özel. Bila di heman hucreyê de derd û kulên xwe ji hevdu re bigotana. Wê demê mirov dikaribû behda demokratbûna erdogan bikira.

Erdogan û eqilmendên xwe vê carê dereng man û wenda kirin. Êdî kurd bi dek û dolabên wan û bav û kalên wan baş dizanin. Ne bi tenê dizanin, êdî pêş li wan dek û dolanban jî digirtine. Deşîfre kirine û dikin.

 

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse