Dersa hilbijartî derew û xapandin e

Îsal li Tirkiyê sîstema perwerdê ya 4+4+4an dest pê dike. Sîstema 4+4+4 ji bo zarokên kurdan û hemû karker û xebatkarên li Kurdistan û Tirkiyê felaketeke mezin e. 4+4+4 çi ye?

Yani dibistana seretayî sê beş e. Her beşek çar sal e. piştî çar salên pêşî zarok ne mecbûr e ku dom bike. Her kes serbest e, bixwaze çar salên din jî dixwîne, nexwaze li mala xwe rûdine. Ev sîstem rê li ber dibistanên taybetî (prîvat, weke dersxaneyên ku îro hene) vedike. Hukumet bi hevalbendên xwe dibistanên taybetî dide avakirin. Beşek mesrefa wan digire ser xwe. Bi kêmasî alîkariya butçeya wan dike. Ji wan re fabrîkaya peran vedike. Ji aliyê din ve ew hem pere qezenc dikin û hem jî li gorî bîr û baweriya xwe dibistanên dîndar ên nîjadperest ava dikin û zarokên tirk ên dîndar digêhînin. Ji bo pêşerojê civat û nifşeke tirk, oldar û paşverû amade dikin.

Piştî 4 salên pêşîn piraniya zarokên kurd û feqîran mecbûr dimînin ku dev ji dibistanê berdin. Îmkanên wan ên aborî dest nade ku 4 salên din jî bixwînin. Dê ew mecbûr bimînin û dev û dest ji dibistanê berdin. Bi taybetî li herêma Kurdistanê û bi gelemperî jî dê keçik li derî dibistanê bimînin.

Ji xwe li gundên Kurdistanê dewlet heta niha ji bo heşt (8) salan nikaribû mamoste bibîne, dibistan, dersxane, materyal û pirtûkên dersê amade bike. Li gund û navçeyan piraniya mamosteyên dersên weke matematîk, wêje, beden, îngîlîz ûhw… tune bûn.  Niha li gor sîstema nû xwendina dibistanê ji heşt salan derxistin 12 salan. Li gorî 12 salan ne dibistan, ne dersxane, ne materyal û ne jî mamoste hene. Loma sîstema 4+4+4 anîn ku bêjin piştî 4 salên pêşî her zarok serbest e ku ew nexwaze dikare neçe dibistanê. An jî dikare here dibistana pîşeyî (meslekî). Zarokekî 10-11 salî çawa dikare here dibistana pîşeyî? Hîn bi fîzîkî laşê zarok ne amadeyê hînkirina pîşeyî ye. Ji aliyê din ve,  ka pîşe, ka mamosteyên pêşeyî û ka atolyeyên pîşeyî li kîjan gundî hene?  Niha bi hezaran kesên ku zanîngehan qedanine bêkar in. Ji bo kadroyek  10.000 kes dikevin azmûnê (îmtîhanê). Niha bi hezaran ên ku zanîngehê qedandine nikarin ji bo paqijiyê kar bibînin.

Hukumet ji bo ku vê sîstema xwe bi gel bide şîrîn, xweş û qebûlkirin, dest bi dek û dolabên kiriye. Bi derewan dixwaze xelkê bixapîne. Ji bo ku sîstema xwe ya perwerdeyê ya li dij zarokên kurdan û xebatkaran şîrîn bike, serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dibêje: ”Heger dêûbavên  kurd bixwazin û mercan pêk werin, ew dikarin ji bo zarokên xwe li dibistanê kurdî weke derseke hilbijartî bixwazin…”

Belê, Erdogan vê heftê di koma partiya xwe de, bi qeleşî û xapînokî  derewek weha kir û  got, “dersa hilbijartî”. Hinek kurdên kevnepolîtîk û çanfirotî jî gotin, “hey siheta te xweş, tu bi ser ser û çavan de hatî!”

Lê hîn ne diyar e, ew şert çi ne ku pêk werin? Gelo di kijan dibistan û polî (sinifî) de dê dersa kurdî  dest pê bike? Di roj an hefteyê dê çend ders bin, ne diayr e.

Ne diyar e, lê hinek kurdên ku ji xwe re dibêjin “siyasetmedar û rewşenbîr”, ji niha ve dest pê kirine ji hukumetê re şalûzî dikin, mizdidin, pesnê Erdogan û AKP didin. Tew ne karê gotinê ye!..

Li gorî van derdorên kurdan, weke ku Erdogan û partiya xwe prensîbên demokrasiyê yek bi yek bi cih anîbin, mafê kurdan ên netewî û demokratîk dabin, dest bi perwerdeya kurdî  kiribin û statuyeke demokratîk bidin kurdan, dipeyivin. Weke tê zanîn û bîranîn  dema TRT6ê jî dest bi weşana xwe kiribû van siyasetmedar û rewşenbîrên kurd Erdogan û AKP re li def û zirnê xistibûn û bi mehan li ber govend û dîlanê girtibûn. Di nav pêvajoyeke dûr û dirêj  defa hinekan qul bû û zirneya wan jî şikiya, lê ya hinekan hîn jî dom dike. Yên ku dom dikin di TRT6, DunyaTV û di hinek dem û dezgehên AKPê de aktîv kar dikin. Loma def û zirneya AKPê lê didin û ha lê didin. Ji bo ku xwe biparêzin jî carnan dibêjin: ” Em ji bo ku zimanê kurdî bi pêş bikeve, çanda kurdî dewlementir bibe, li wir kar dikin. Ma ji tirkî xerabtir e? Ma hûn nabînin kurd derdikevin kanalên tirkî û li wir bi tirkî dipeyivin?.. Em bi kurdî dipeyivin, em ji kurdî re xizmet dikin…”

Ev ne bersiv e. Derketina kanaleke weke axaftvan tiştek e û weke bernameçeker an pêşkêşkirin tiştek din e. Kesên beşdar û qadro ne heman kes û tişt in. Vê çîroka xwe ji kumê xwe re bêjin. Lê her kes dizane ew ji bo çi li wan dem û dezgehan kar dikin, ji derî berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî tu armanceke wan ê din tune. Heger armanceke din hebe jî, ew jî xizmetkariya dewletê ye.

Van kesên dewletçî niha jî di nivîs, malper û sohbetên xwe de dest pê kirine carek din propanganda demokratbûna Erdogan û dersên hilbijartî dikin. Hûn dizanin ku dersên hilbijartî ji bo kê ne? Ji bo kîjan kom û kesan in?

Dersên hilbijartî ji bo zarokên karkerên xerîb an jî penaberan in ku li welatekî bîyanî dijîn, in. wek enimûne  tirk an jî kurdên ku li Almanya an jî li Swêdê dijîn ji bo zarokên wan dersên hilbijartî hene. Ev yek. Ya duyem, li Ewropa li dibistanên seretayî, lîse an jî li zanîngehan şagird an jî xwendekarên ku bixwazin zimanekî biyanî hîn bibin, dikarin zimanekî biyanî weke dersa hilbijartî bixwînin. Ji bo xelkê binecih ne dersên hilbijartî, perwerde mecbûrî ye. Weke mînak li Swêdê 17.000 Lapon (Samer) hene û ew xelkekî binecîh in. Zimanê wan fermî ye. Statuya zimanê wan heye. Ji zarokxanê heta zanîngehê perwerde bi zimanê wan e. Ji derî zimanê wan zimanên din ji bo wan dersên hilbijartî ne. Divê li Kurdistanê tevahiya prosesa perwereyê ji zarokxanê heta zanîngehê bi kurdî be û tirkî jî ji wan re dersa hilbijartî be. Çendek berê birêz Îsmail Beşîkçî weha gotibû:

“Li Kurdistanê dive kurdî zimanê fermî be û  tirkî jib o kurdan zimanê hilbijartî be.”

Do jî Erdogan di civîna komeleya Turkce-Derê (komeleya ya alîgirên Fetullah Gulen e) de axaftineke dirêj kir.  Di axaftina xwe de bi dubare û sêbareyan ji Fetullah Gulen re spas kir ku ji Çinê heta Amerîkayê, ji Ewupa heta Afrîkayê di 140 welatan de dibistanên tirkî vekirine,  tirkî dewlemend kiriye û tirkî îro bûye zimanê cîhanê. Û tika kir ku Fetullah Gulen ji Amerîka vegere Tirkiyê. “Tirkî zimanê aştî, demokrasî û biratiyê ye. Tirkî ne zimanekî tirs, zilm,  zordestî û talankirinê ye. Di sedsala 18an de ji Çinê heta Viyana, Balkan û  Fasê tirkî bûbû zimanê aştî û aramiyê…”

Ma mirov hewqas dikare li ber çavên alemê derewên weha mezin û bêbinî bike. Ya star!  Ma hûn ji bo aştî û aramî û biratiyê çûbûn heta Balkan, Viyana, Yemen û Fasê?  Çûndina kalên we Osmaniyan ne ji bo talan, dagirkirin û xenîmetê bû? We bi hezaran zarokên xirîstiyan ên Ewropî ji dê û bavên wan girt, kir kole û neani Stanbulê ne kir dewşîrme. Piştre jî navên wan guhert, navê îslamî li wan kir, her yekî paya paşatiyê li wan kir û bi destê wan gelê wan bi wan dan kuştin û qirkirinê. Hîn îro jî li Ewropa, Afrîka, Ermenistan û li Kurdistanê dema dengê tirkî tê xelk ditirse barbar hatin dê zerarê bidin wan. Ka herê ji bulgar, Macar û Sirban bipirse ka tirkî zimanê aştî û medeniyetê ye an yê kuştin û qirkirin û sirgûnkirinê ye? Hîn jî zarokên “tirk hatin” rakeve û dengê xwe neke, dikin xewê.  Niha  dema ku tu dipeyivî li gundên Kurdistanê dema dengê tirkî diçe guhê gundiyan dibêjin “askerên tirk û tîmên taybetî yên tirkan hatin dê me bikujin û gundê me bişewitînin”,  bier bi çiyaa narevin?  Tirkî zimanê şer e. ji ber vê yekê tu gotineke ku bîhna mirovahî, aştî û hurmetê jê were di tirkî de tune. weke mînak merhaba, lutfen, ozur û teşekkur bi erebî ne.

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse