Çend nivîskarên soranîperest ên serdema navîn

Dîsa hin nivîskarên soranîaxêv yên ku navê “Grûpa insîyatîv ji bo parastina zimanê kurdî” li xwe kiriye daxuyaniyek amade kiriye û ji kesên din re ji bo îmzekirinê şandiye û e-posteya kurdishlanguage2012@yahoo.com ji bo bersivdanê daye. Ev grûp dê di destpêka îlonê de wê daxuyaniyê di medyaya kurdî de biweşîne. Peyama serekî ya daxuyaniyê ew e ku divê alfabeya kurdî ya latînî bi hîç awayî ji bo zimanê kurdî neyê bi kar anîn û soranî standarda zimanê kurdî ye
Teksta daxuyaniyê, ya ku Hesen Qazî ji soranî kiriye kurmancî, li jêr e.

………………………………………………………………………………….

Grûpa Inîsyatîv ji bo Parastina Zimanê Kurdî Ziman û alfabeya kurdî:
Di navbera têkbirin û çareseriya zanistî de
Di çend mehên borî de, du konferans, li Hewlêrê (payîza 2011) û li Diyarbekirê (behara 2012), ji bo lêkolînkirina arîşeyên zimanê kurdî û mêzekirin li persepktîva pêşeroja wî hatin li dar xistin. Du diyardeyên pir aşkira di wan du konferansan de cihê pirsînê ne û mirov nikare bi hesanî çavên xwe jê bigire: Yekem: Her du konferans xwenîşandanên siyasî bûn ji dêvla ku ew bibin derfetek ji bo lêkolîna arîşeyên zimanê kurdî û peydakirina çareseriyeka zanistî ya wisa ku berjewendîya nêzîk û dûr ya neteweya kurd û zimanê wê bike pîvana sereke. Lidarxistin, birêvebirin û heta vexwandina beşdaran li gor pîvanên siyasî ne li gor pîvanên zimanvanî û zanistî bûn. Duyem: Herçend gelek kes ji bo wan konferansan hatibûn vexwandin, lê rastî ew e ku zimanvan, kurdîzanên naskirî û cîdî u zanistkar nehatibûn vexwandin û aşkira hatbûn dûr xistin. Ji tevaya du sed kesî ku di konferansa Hewlêrê de beşdar bûn û sê sed kesî ku di konferansa Diyarbekirê de beşdar bûn, yên ku bi rastî dibe wek zimanvan û kurdîzan werin bi nav kirin ji 10 kesan zêdetir nebûn. Her du konferansan xebatên xwe bi belavkirina hinek tewsiyeyan, yên ku di naveroka xwe de hizirkirineke siyasî ne plankirina îro û pêşeroja zimanê kurdî radixin holê, bi dawî kirin. Naveroka wan tewsiyeyan du hêma bûn; yek ji wan hilweşandina wî zimanê edebî yê standard yê ku bi salan e bùye bingehê yekîtiya neteweyî û ya duyem jî sepandina alfabeya tirkî-latînî li ser ziman, kultur û medeniyeta kurdan. Di rewşa îro ya Kurdistanê de û berçavgirtina pêşveçûnên kûr û dûr ku di hemû waran de diqewimin, xuya ye ku hizrîn li ser pêşeroja kultur û zimanê kurdî û danîna planekê ji bo bihêzkirin, zengînkirin u nûjenkirina zimanê kurdî pêwîstiyeke dîrokî, jiyarî û zanistî ye. Pêşkeftin, guhorîn û pêşveçûnên bilez di hemû warên zanistî me berpirsiyar dikin ku divê zimanê kurdî karibe xwe li gel pêşkeftinên warên zanist û zanyariyên vê serdemê de biguncîne. Xweguncandineke weha tenê bi rêya dewlemendkirin û pêşxistina wî zimanê kurdî yê standard yê ku nuha heye tê bi cih anîn û di vî alî de gerek e ezmûna Kurdistana başûr bibe bingehek ji bo hemû planên girêdayî pêşeroja zimanê kurdî. Ew tevliheviya zimanî û kulturî ya ku di van salên dawiyê de ji ber mudaxeleya kesên bêezmûn û kêmezmûn peyda bùye dê li ber pêşkeftina zimanê kurdî bibe astengeke cîdî. Di heman demê de, pir girîng e em zanibin ku ne mimkin e û çênabe ku em pêşîneya hezarsalî ya zimanê nivîsînê yê kurdî hilweşînin û kultur, medeniyet û berhemên sedansalî yên fikir û mejiyê mirovê kurd ji holê rakin û ji sîfirê dest pê bikin. Her hizir û plan ya ku wê pêşîneyê neke bingeh û paşxan, encama wê dê me tûşî felaketeke reş ya weha bike ku hebûna netewe û nîştimana kurd tehdîd dike. Armanceka din ya plankirina zimanê kurdî divê tijekirina derza navbera zarava û lehceyên kurdî be bi hêviya jihevnêzîkbûn û bihêzbûna wan di çarçoveya yekîtiya ziman, kultur, nîştiman û neteweya kurd de. Tewsiye û axaftinên wan du konferansan dikin ku derzên di navbera zaravayên kurdî de firehtir bikin ne ku wan nêzîkî hevûdin bikin.

Divê pêşxistin, pêşvebirin û standardkirina zimanê kurdî beşek ji siyaseta kulturî  (cultural policy) be û ew bi ti awayî jê nayê veqetandin. Cudakirina arîşeyên zimanî ji arîşeyên giştî û bingehîn yên kulturê ne tenê çareseriya wî nake lê dijwarî û astengên din jî dixe rêya pêşketina wî. Girêdayî vê yekê, divê du rastiyên giring û bingehîn yên ku têgehîştina wan bi xwe ji bo hizirîna rast û çareserkirina dirust ya arîşeyan şertek e bên tekîd kirin. Yekem: Kurd, bi giştî, gelekê rojhilatî û misilman e û ji aliyê dîrok, ccografya û medeniyetê ve beşek ji wan e; duyem: Zimanê kurdî beşek ji malbatên zimanên îrani ye ya ku digehe grûpa zimanên hindoewropayî. Ev sê alî bingeha nasnameya neteweyiya kurdî û ziman û kultura kurdî ne.

Rêxistina konferansan bona lêkolîna arîşeyên ziman û kultura kurdî divê ji bo wan kesan yên ku di warê zimannasî û kurdîzaniyê de şareza ne û dikarin li ser wan babetan bi rêyên zanistî bikolon û bihizrin klubek be. Civandina bi sedan kesan tenê ji ber ku ew dikarin bi kurdî binivîsin yan bipeyivin ji bilî xwenîşandaneka siyasî pêve ne ti tişt e û nikare arîşeyên zimanê kurdî çareser bike. Ew bi dehan sazî, weqf, bingeh û navendên ku bi navê kultur û zimanê kurdî hatine damezirandin û di wan konferansan de beşdar dibin bi piranî rûyê derve yê grûp û rêxistinên siyasî ne û dibin sebebê çêbûna astengiyên zêdetir û parçebûna hêz û enerjiya zanistî ya kurdîzan û zimanvanan.

Em yên ku ev daxuyanî îmze kiriye dixwazin bi dilsozî dengê xwe bigehînin  hemû nivîskar, zimanvan, ronakbîr, kurdîzan û kulturnasên Kurdistanê û wê yekê jê re xuya bikin ku arîşeyên ziman û kultura kurdî bi wî corê konferansan yên ku heta nuha hatine li dar xistin nayên çareser kirin û pêwîst e bi awayekê zanistî û bingehî hizir li ser wan bê kirin û xebat jê re bê kirin. Di heman demê de, em dixwazin van hêmayan destnîşan bikin bi mebesta têgehiştineke rasttir û tevayî: – Babetên zimanê standard, zimanê resmî û zimanê xwendinê dikarin di civîn yan konferansên zanistî de bên behs kirin û lêkolîn kirin û kesên şareza, bi alîkarî û pitevaniya desthilata siyasî, li ser wan bigehin lihevhatin û hevdengiyê û mekanîzmek ji bo rêxistin û bikaranîna wan bê peyde kirin. – Arîşeya zimanê kurdî bi hemû neteweya kurdî û pêşeroja siyasî û kulturî û medeniyeta kurdî ve elaqedar e. Di dema ku em bi her awayî piştgîriya hewl û xebata gelê xwe ji bo azadkirin û resmîbûna zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê dikin, di heman demê de em dibînin ku gelek giring e taybetmendiyên her beşekê Kurdistanê li ber çavan bê girtin û ti beş heqî nede xwe ku siyaseta zimanî ya xwe bi ser beşên din yên Kurdistanê de bisepîne. – Çênabe alfabe wek armanc bê dîtin, lê ew wesîleyek û emrazek ji bo pêkanîna armanca rastnivîsîn û derbirîna dengên zimanekî bi awayekê baştir û herweha ji bo pêşkeftin û geşbûna kultur û şarstaniyeta neteweyekê. Alfabeya latînî-tirkî bi ti awayî nikare bersiva deng û fonemên zimanê kurdî bide. Alfabeya latînî-tirkî têra zaravaya kurmancî jî, ya ku di serî de tenê ji bo nivîsandina wê zaravayê hatiye çêkirin, nake çunkî pênc fonem di kurmanciyê de hene û ji wan re di wê alfabeyê de ti nîşan nehatine danîn. Heger em behsa kurdiya navendî bikin, heft fonem di wê de hene ku jê re ti nîşan yan herf di wê alfabeyê de nehatine danîn. – Kurdan di dema hezar salên borî de yek alfabeya serekî ji bo nivîsandina zimanê xwe bi kar aniye û hemû edebiyata kurdî ya klasîk bi wê alfabeyê hatiye nivîsandin. Di dema nuha de jî, piraniya tekst, berhem û afirandinên kurdî (heta sinorê %85) bi wê alfabeyê tên nivîsandin. Di salên sîyî yên sedsala bîstan de, du alfabe li ser beşekê netewe û zimanê kurdî hatin sepandin: alfabeya kirîlî ji aliyê rejîma Stalîn ve li ser kurdên Soviyetê hat sepandin û alfabeya latînî ya tirkî ji aliyê rejîma kemalîst ya Tirkiyeyê ve li ser kurdên Tirkiyeyê hat sepandin. Guhorandina alfabeya kurdî bo ya latînî-tirkî yan hizirkirina bikaranîna du corên alfabeyan di beşên Kurdistana rojhilat û başûr de ji me re xeta sor e û çênabe bi ti awayî bibe babetê behskirinê û plan jê re bên danîn. Sepandina alfabeya tirkî-latînî lîstina bi agirî ye. Alfabeya kurdî yek ji nirxên pîroz yên neteweyiya me ye û divê bê parastin. Wek qenaeta me û li gor tîgehiştina me ya ezmûna gelên derdorê di warê zimanvanî de, em bawer dikin ku çareseriya herî rast û zanistî li Kurdistana bakur, ya ku nuha di destpêka ezmûna bikaranîna kurdiyê de ye, ew e ku dest bi bikaranîna alfabeya kurdî bê kirin bona ku ew di mudeta çend salan de karibin xwe ji alfabeya latînî-tirkî û kultura sepandî ya kemalîzmê rizgar bikin. Lê em, di heman demê de, tekîd dikin ku em bi ti awayî dîtina xwe li ser ti kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana bakur bi xwe dikarin di wî warî de biryarê bidin. – Em ji serkêşiya siyasî ya herêma Kurdistanê dixwazin ku ew ji bo lêkolîna li ser arîşeyên ziman û kultura kurdî tenê bi kesên zimanvan, kurdîzan, ronakbîr, nivîskar û zanistkarên cîdî re hevkariyê bike. Di dema ku em van rastiyan ji bo tebeqeya ronakbîr û xwendeyên kurd, ne pêwîst e em bi dehan û sedan belgeyên zanistî yên ku piştgiriya hizir û dîtinên me dikin li vir pêşkêş bikin. Lê, em di çarçoveya civîn yan konferanseka zanistî de dikarin naveroka vê daxuyaniyê û hemû helwêstên xwe yên zimanvanî biparêzin.

18-8-2012

Grûpa Inîsyatîv ji bo Parastina Zimanê Kurdî

Aso Germiyanî, Ehmed Bawer, Ehmedî Qazî, Emced Şakelî, Bextiyar Emîn, Bedran Ehmed Hebîb, Pişko Necmedîn, Cotyar Tofîq Hewramî, Xebat Arif, Rizgar Şêxanî, Refîq Sabîr, Sudad Resûl, Selam Nawxoş, Şêx Omer Xerîb (Mîr Akreyî), Şêrko Bêkes, Asî Rebatî, Ferhad Şakelî, Fehmî Kakeyî, P. Dr. Fuad Heme Xurşîd, Kawe Emîn, Letîf Helmet, Muhsîn Ciwamêr, Nasirî Rezazî, Nerîman Xoşnaw

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse