Hamletê Danîmarkî û Hemoyê Amedî

 Piştî gotûbêjin li ser Hamletê “Kurdî hebûn an nebûn” min carek din dest bi xwendina pirtûka Hamlet kir. Du rojên min girt. Min vê carê dîsa bi swêdî xwend û di derheqê Hamlet de lêkolîneke biçûk kir. Ez naxwazim dîsa bikevim nav gotûbêjin dûr û dirêj. Ez weha bawer dikim ku ev  nivîs û wêne mijara Hamleta Danîmarkî û Hemoyê Amedî baş zelal û diyar dike. Ji kerema xwe re li ser wêneyê bitikînin, wê demê wêne mezin û zelal dibe.

Hamlet Lîstika William Shakespeare ya herî dirêj û trajedîk e ku nivîsandiye. Tê gotin ku nivîskarê îngîlîz William Shakespeare Hamlet di navbera salên 1599 û 1601ê de nivîsiye. Sê varyantên Hamlet hene. Di van hersê varyante de hinek dik (scen) û dîyalog ne weke hevdu ne. Kes nizane çima weha bûye. William Shakespeare îlhama xwe ji Gesta Danorum a ku di sed sala 13an de ji aliyê dîroknivîsê danîmarkî Saxo Grammaticus ve hatiye nivîsandin, girtiye. Ango Hamlet li ser bingehê vê çîroka gelêrî hatiye nivîsandin. Weke ku çawa Ahmedê Xanî li ser bingehê Memê Alan, Mem û Zînê ava kiriye an jî afirandiye, ev jî weha ye.

Hamlet di serma sed sala 17an de lîstikeke ku li ser qiraliyeta Danîmarkê tê lîstin, hîle, del û dolab, îhanet û bêexlaqiyên seraya Danîmarkê radixe ber çavan. Bi awayekî edebî û felsefî bûyera kuştina bavê Hamlet ku qiralê Damîmarkê ye û ji aliyê mamê wî Claudius ve tê kuştin û mamê wî Claudius dixwaze bi diya Hamlet Gertrude re bizewice. Bira bira dukuje û jina bira mar dike. Dayik mêre xwe bi tîyê xwe dide kuştin û bi tîyê xwe re dizewice. Heman dayik li dij lawê xwe ye û dixwaze Hamlet bişêne Îngîlîstanê sirgûnî. Heval û heval duelo dikin û hevdu dikujin. Hevalên salan bîra hevdu dikolin…

Karakterê lîstikvanan bi taybetî karakterê Hamlet berhemê bêtir giranbiha kiriye û  di qada navnetewî de nav û deng daye û bûye klasîkeke navnetewî. Bêdilî û bêqerarî û sewsbûna karakterê Hamlet mezinahiya hunera Shakespeare nîşan dide. Ev taybetî temenê lîstikê bi kelecanî û balkêşî dirêj dike û temaşevanan di nav dudiliyê dihêle dibêjin ka dê Hamlet çi bike gelo. Hamlet dîn e na rola dînîtiyê dilîze? Rengekî romantîkî dide berhemê. Loma yên herî ji berhema Hamlet hez dikin kes û derdorên romantîk in. Yên klasîk rexne yên giran û tûj li karakterê Hamlet dikin.

Li Swêde cara yekem lîstika Hamlet di 28ê meha yanuariya sala 1787an de hatiye lîstin û heta niha gelek caran li salona Şanoya Dewletê berdewam kiriye. Û di çend salan carekê tê lîstin.

Zimanê Hamlet zimanekî taybetî ye. Zimanê sereya qiraliyetê ye û zimanekî gelek bilind e. Qiral Claudius dema dipeyive, li gor statuya mirovan dipeyive. Bi kesên sereyê re bi zimanê bilind û bi xizmetkarên sereyê re bi zimanekî nizim dipeyive.
Dik û cilûberg jî weha ne li gor statû  û polên civakê ne.  Ji ber ku bûyer li sereya qiraliyeta Danîmarkê derbas dibe

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse