Gulên kolanan

Nifşê nû, Mehmed Tiniq nasnake. Ew niştecîhê Siwêrekê bû. Çûye rahmetê. Serê malbata wî sax be Bihêlin em vî merxasî bi bîn bînin.

Mehmed Tiniq  li her xwepêşandan an jî civînan slogan wî hebû ku heta îro jî li ser zimanê xelkê ye. Weke: “Ji kurdan re azadî”. Hin caran gotinên Doktor Şivan bikartanî. Wek minak; ”tatli su baligi” kurdîya wê, masîyê ava şêrin.

Birêz Mehdî Zana navekî din li ”tatli su baligi” dikir. Jê re digot; ”Ingiliz Kemal”. Wana îro

gotina niviskarê kurd Mehmed uzun, ”dinosawer” anîn bîra min. Ica hin ”dinosawer” vê demê ji diasporayê diçin û dibin mevanên dewlet û hukumeta tirk. Gerek em matmayî nemînin.

Cenap Gulpinar mebûsê AKPyê ye. Ji hêla Qerejdaxa kevrê reş e. Navê bavê wî ”Şex Bavo”, Halid Gulpinar e. Qerejdaxê bûne şêx û xwedîyê 7 gundan e. Komara Misto Kemal, bapîrê wî bi serokê kurd Şêx Said re li Amedê daliqandine.  Dibêjin ne Cenap Gulpinar û nejî bavê wî, rojekê ne çûne ser tirba  bapîr û bavê xwe.

Cenap Gulpinar xulamê dewleta tirk e. Xulamekî jê hatîye. Li gor dibêjin; çaxa  otomobîla wî diçe gund, gundîyên ku nagihijinê herin tewafa wî, cîhên dolabên (tekerên) trimbêla wî diramîsin.

Rojnevan Sînanê  bi eslê xwe ji Bohtan ku li televisyona kurdan ROJ tv program çêdikir, di programekê li ser Apê Mûsa, di derheqa Cuneyt Zapsû de hin agedarîyên şaş dan. Wê ciwamêr bihata nik min ji bo ku em hin şaşîyan serast bikin, lê birêz Sînan hîn jî dê bê.

Îca, Abdulrahim Zapsû xezorê Musa Anter ê, Pişti surguna wî ya li Çiyayê Kaf, berya Komara Tirkî (TC) kovara JÎN derdixist ku dûra li Swêdê Mehmet Emin Bozaslan kir 5 cild û ji nûve çapkir. A. Zapsu ”Buyuk Islam Tarihi” nivîsî ye û di alema musulmanan de alimek wan yê naskirî ye. Di nava xelkê de bêtir bi helbesta xwe ya bi navê ”Axîna Welat” tê naskirin.

Xatûna wî ji Bedirxanîyan e. Du law û du qîzê wî hebûn. Pertew, Metin, Jale û xanima Apê Musa ango Hale Anter. Jale xatûn bi albayekî dişibîya tirk re zewicî bû.

Metin Zapsû li Munihê dijiya. Di nabêna Eleman û Tirkî de, bazirganîya otomobîlan dikir. Dilê wî bi ser kurdan vebû. Hin xwendevanên kurd bi otomobîl û alikarîya wî hatine welatên Ewrûpayê.

Xanima Pertev Zapsû, dûra bibû musulman. Pertev Zapsû Dewlemend bû. Zapsû Holding li dûv xwe hişt. Dost û hevalê Xoce Erbakan bû. Du layê wî hebûn Aziz û Cuneyt Zapsû. Apê Musa digot; “Lawo, Eziz ji me re û Cuneyt jî ji wan re!”

Çi bi Aziz Zapsu hatiye hayê min jê tune. Lê Cuneyt Zapsu di teşkilata AKP de giranîya wî pir e. Yek ji şêwiremendê Recep Tayip Erdogan bû û li gor dibêjin li nik hukumetê gotina wî, ji qewla Siwêrêkîyan ve, pere dike.

Ez serê we ne êşînim, wan rojên dawî yek din jî li xwe zêde kirine. Ev çend rojen medya tirkan li defê dixin. Bê istisna garan giş li dû ye. Tu dibê qey tiyatro dilîzin, senaryoyeke erzan. Name tên xwendin.

Serok wezîrê tirk di parlamentode dike mijara axaftine. Medya tirkî bazdide Stilîlê ser gora Apê Mûsa. Li vê sosretê binêrin. Serekwezîrê tirkan ferman daye ku lawê Musa Anter – devê min nagere ez bêjim-  Anter Anter were ser gora bavê xwe. Dûra jî em dixwînin ku begefendî di warê siyasetê ji dixwaze karekî bike. Çi keramete ez nizanim lê yê dibin mevanê hukumeta AKP yê giş heman gotinê dibejin.

Di rojêk wiha de ku di gorê de jî dev ji Musa Anter bernadin…

Di rojek wisa de ku devleta tirko bela xwe li sax û miryê me kurdan dide…

Di rojek wilo de ku kî bikeve ber van, digrin û davêjin zîndanê.

Hûn dizanin ku wan rojan li kolanên Amedê, li ber Emniyet Merkezi ya kevin, di encama kolandinan de hestîyên mirovan derdikevin. Li gor tê gotin, iskeletên kurdên ku li hember çavsorî û hovitiya dewletê li berxwedane û doza mafê kurdan kirine.

Rê bidin ez hin gotinên Musa Anter bi we bighînim. Rojekê bi Apê Mûsa, xanima wî Hale  Anter, bi teksiya Xelikî yê Binxetî ve, me ji Nisêbîne darê û hatin Amedê… Me Sultan Şêxmus derbaskir. Apê Mûsa dest bi axaftinê kir û kêm-zêde wiha got:

“ Binêr birakno, heger tu ji wir heta Amedê vê riyê bikolî, tê ji laşê insanan nikaribî bimeşî. Di dema  serhildana Şêx Seîd de gelek kurd li ser vê riyê hatin kuştin. Lê binêr ez ê tiştekî din jî ji we re bêjim, heger em jêra bedena Amedê bikolin, em ê li gelek terman rast bên. Komara tirkî muxbirê xwe ji nav kurdan dineqandin, karê xwe bi wan dikedan û dûra jî dikuştin û li binê bedenê vedişartin….”

Kî dizane, belkî Apê Musa ji bo rojek wek roja îro ew çirok ji mer e digot.

Me ders jê girt. Em ê weke her kurdekî bi rûmet  ji riya Apê Mûsa dernekevin.in.

Îca ”tu” dizanî!

 

Seyidxan Anter

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse