Girîngiya wergerê

dere rihayeWerger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. Bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. Komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. Derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û  kelk û çej ji wan bigirin.

Ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. Du ziman û çanda dide berhev. Ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire,  li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. Herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. Çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. Kirasê teng diçirîne. Dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike.

Bi taybetî ji bo geşkirin û xurtkirina kurdî werger îro gelek pêwîst e. Em divê di her warê jiyanê de giraniyê dibin ser wergerê. Ji zimanên din berheman wergerînin kurdî û ji kurdî jî wergerînin zimanê bîyanî.

Kurd êdî ne wek zemanê berê ne. Niha di nav kurdan de asta xwendinê gelek berfireh û bilind e. Kurd êdî pirzimanî ne. Him li welat û him jî li derî welat bi hezaran kurdên pirzimanî hene. Kurd dikarin giraniya xwe bidin ser wergerê. Gelek pirtûkên hêja wergerînin kurdî. Qet nebe di çend mehan de carekê kovareke wergerî derxin.

Nivîsa ku we şand Amed Tigris

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse