Girîngî û amadekirina materyalên perwerdê

Di navbera 13-14ê meha cotmehê de Weqfa Goçderê  ya Zarokan li ser materyalê perwerdê û metodên hîndekariyê xebateke li dar xist. Bi qasî 30 mamoste û xebatkarên zimanê kurdî beşdarê komxebatê bûn. Mamoste Amed Tîgrîs jî roja dawî di mijara materyalên perwerdeyên kurdî de axivî. Em vê axaftina wî li jêr diweşînin.

Di hîndekarî û perwerdeya nûjen de sê stûnên sereke û bingehîn ên sîstema perwerdê hene.

  • Plan û bergeha perwerdeya netewî (mufredat).
  • Materyalên perwerdê.
  • Mamoste

Ev hersê xal skeleta sîstema perwerdê pêk tînin, bi hevdu ve têkildar in, hevdu xurt û temam dikin. Amedekirina materyalên perwerdê û perwerdekirin û gehîştandina mamosteyan bi plan û bergeha polîtîka perwerdê ve girêdayî ye. Li gor armanc û perspektîva vê planê sîstema perwerdê tê avakirin. Heta plan tune be, amadekirina materyal û gehiştandina mamosteyan ne diyar û zelal e. Weke nimûne li welatên ku sîstema demokrasiyê heye plan û projeyên perwerdê jî li gorî wê sîstema demokratîk tên avakirin. Yên ku dîndar bin li gorî sîstema dîndariyê û yên ku dîktator bin jî li gorî îdeolojiya dîktatoriyê tên amade kirin. Ji ber vê yekê her dewlet an jî gel li gorî rejîma xwe plan û progarama sîstema perwerdeya xwe ava dike.

Îro mijara ku ez li ser biaxivim materyalên perwerdê ne, ez ê bi tenê li ser mijara materyalan rawestim. Di vî warî de, bi kurtî balê bikşînim ser dîroka pirtûk û materyalên perwerde ya kurdî, girîngiya polîtîka perwerdê, armanc, bergeh û perspektîvên birêxistinîkirina wê ya navendî.

Ji ber qedexebûna kurdî ji derî Başûr heta niha bi awayekî fermî û sîstematîk bi kurdî perwerde tune bûye. Dema perwerde tune be, materyalên kurdî jî tune bûne û nehatine amade kirin. Lê belê her ku derfet ketine destê kurdan bi awayekî ne fermî û bi amatorî be jî hindek materyal amade kirine. Ez dikarim heta niha pirtûk û materyalên dersê an jî perwerdê li gorî dem û ciyên cografî weha beş bikim û bi kurtî destnîşan bikim.

Li Sovyeta kevn

Li hinek komarên Sovyeta kevn bi taybetî jî li Ermenistanê li hin gundên kurdan dest bi perwerdeya kurdî kirine û ji bo wê jî hinek materyalên kurdî hatine amade kirin. Ew ji hinek bi tîpên kirîlî û hinek jî bi tîpên latînî bûn. Dema mirov li wan materyalan dinêre ji aliyê ziman, gramer ve herêmî ne û ji aliyê pedagojîk û teknîk ve jî gelek nizm û bêkalîte ne.

Li Ewrupa

Piştî salên 1980î gelek kurdên xwendekar û rewşenbîrên bûn penaber ên polîtîk û li Ewrupa bi cih bûn. Li çend welatên Ewropa ji ber ku mafê perwerdeya zimanê zikmakî hebû kurd jî ketin nav wê sîstema perwerdeya zimanê zikmakî. Bi taybetî li Swêdê perwerdeya kurdî dest pê kir ( di sala 1976an de dest pê kiribû, lê zarokên kurd kêm bûn. Piştî 1980î hejmara zarokan zêde bû.) û hewcedariya pirtûk û materyalên kurdî derket holê. Heta sala 1984an li Swêdê tu pirtûk û materyaleke bi kurmancî tune bû ku mirov ji bo şagirdan bi kar bîne. Mamoste û nivîskarên kurd dest pê kirin û li gorî hewcedariyan pirtûk û materyal amade kirin. Pêşî ji aliyê dewleta Swêdê ve ji bo amadekirina materyalên kurdî çend komîsyon hatin avakirin. Ji endamên komîsyonê yek jê jî ez bûm. Komîsyonê çar pirtûk amade kir. Piştre çend mamoste û nivîskarên din jî dest bi xebatên amadekirina materyalan kirin. Duvre li Almanyê Yekîtiya Mamosteyên Kurd jî ketin nav xebatên amadekirina pirtûk û materyalên perwerdê.

Niha li Ewrupa gelek pirtûk û materyalên kurdî hatine çapkirin, lê li gorî rewş û hewcedariya şagirdên kurd ên li Ewrupayê hatine amadekirin. Li gorî sîstemên perwerdeyên wan welatan in. Li gorî hewwcedariyên ku di hefteyê de yek du ders hatine amade kirin Ne li gorî sîstema kurdî, lê li gorî rewşa sîstem a perwerde, çanda û jiyana wan welatan hatine amadekirin. Piraniya wan li gorî rewşa civakî û çanda li Kurdistanê  naguncin. Lê mirov dikare ji wan kelk û sûd bigire.

Enstituya kurdî ya li Stanbulê
Li Tirkiyê û Kurdistanê hinek materyalên perwerdeyê ku ji aliyê Enstituya Kurdî ya li Stanbulê hatine amadekirin, hene. Piraniya wan ji bo perwerdeya ziman e û ji bo asta temenmezinan in. Ji bo şagirdên dibistanê nehatine amadekirin.

Kampa Mexmûrê

Li Kampa Mexmûrê ev çend sal in ku perwerde ji dibistana seretayî heta lîseyê tê dayîn. Di bin mercên gelek giran, zehmet û bêçaretiyê de mamosteyên kampê xebatên hêja afirandine. Lê belê ji aliyê ziman, pedagojî, metod û teknîkî ve gelek kêmasiyên wan hene. Gelek ders û mijaran ji ber bêîmkanî û bêçaretiyê ji zimanên din wergerandine û weke werger bi kar tînin. Di dema amadekirina pirtûk û materyalên perwerdê de mirov dikare ji wan berhem û materyalan jî sûd bigire.

Herêma Badînan
Li herêma Badînan bi kurmancî perwerde heye, lê bi alfabeya erebî ye. Ya duyem hemû materyalên wan bi devoka bahdînî, alfabe û gramera erebî  ne. Di vî warî de alozî, tevlîhevî û anarşiyeke bê ser û ber hene. Ji derî peyvan mirov nikare zêde sûdeke ji van materyalan bigire.

Niha li Rojava jî dest bi perwerdeya kurdî hatiye kirin, lê di destê wan de materyal tune ne. Mamosteyên Rojava li benda alîkariyê ne. Pêwîstiya wan bi awayekî lez û bez bi materyalên perwerdê hene.

Di vê rewşa îroyîn de, di nav gel de hişyarî û hişmendiyeke mezin heye. Girîngiya ziman, çand û perwerdeyê hema hema ji aliyê her kurdî ve êdî hatiye fêmkirin. Daxwazên perwerdeya kurdî di nav gel de berfireh, kûr û xurt dibin. Dewlet di vî warî de sist bûye û dixwaze di bin însiyativa xwe de pêşengiya vê rewşê bike û xelkê carek din bixapîne. Çend roj berê zanîngeha Artukluyê sê pirtûkên dersê amade kir.

Herweha di nav dem û dezgehên me kurdan de jî daxwaz, liv û çalakî gelek in. Her dem û dezgeh dixwaze di war û qada xwe de dest bi perwerdeyê bike, materyalên xwe yên perwerdeyê bi xwe amade bike. Ev ji aliyê polîtîk, naverok, ziman, pedagojî û teknîkî ve tevlîhevî, bêserî û bêrêxistiniyeke mezin derxistiye holê. Ji ber ku pêş li vê alozî û tevleheviyê were girtin, divê bi lezgînî û bi awayekî bi serûber sê gavên pêwîst werin kirin:

  • Amadekirina planeke perwerdê ya netewî
  • Avakirina navendeke materyalên perwerdê
  • Perwerdeya mamosteyan

Ev mijareke siyasî û çandî ye û erk û berpirsyariya siyaset a kurd e. Bizava kurdî pêwîst e ku polîtîka xwe ya perwerdê zelal û diyar bike, dem û dezgehên xwe yên çand û perwerdê yên dînamîk û mayin ava bike.

Avakirina navendeke materyalên perwerdê ya netewî  pêk bîne. Nav û naveroka wê dabigire. Mirov dikare bi kurtî weha bêje: Plana pewerdê amade be û herweha polîtîka perwerdê diyar û zelal be. Dezgeh weke cih, xanî û alavên wê amade bin. Butçeyeke wê ya têr û tije hebe. Ji mamoste, pedagog, zimanzan û nivîskaran kadroyeke profesyonel hebe.

14. Cotmeh 2012 Amed

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse