Gelê Amondawa

Amondawa li Brezîlyayê navê gelekî binecî ye. Ev koma gel li Brezilyayê nêzîkî herêma Rondoniayê di nav daristanên Amazonê de dijîn û gundên wan hene. Hîn ew di serdema civata nêçîrvaniyê de ne. Bi tîr û kevan diçin nêçîrê û giya û hişînahiyan berhev dikin.

Hejmara wan li derdora 250 kesan e. Hejmara wan kêm dibe zêde nabe.  Xelkê xwazyî ne  Weke ku di wêneyê de jî xuya ye jinên wan ji navê berjor tazî, rût û zilût in.

Zimanê amondawan jî weke civaka wan gelek bi paş ve maye. Di zimanê wan de peyv û têgehên weke sal, demsal, roj, meh û saet tune ne. Ango gelekî bêsalname ye. Bi tenê têgehên tarî ronî û nêçîrê hene.  Ji bo ku ev têgeh di zimanê wan de tune nizanin ka çend salî ne.

Heta van salên dawî kesî li ser wan lêkolîn nekiriye û dewleta Brezîlyayê jî qet li wan xwedî derneketiye. Di van salên dawî de UNESCO vê koma qedîm girtiye bin parastinê.

 Niha piraniya nifşê nû bi portekîzî dizanin û her ku diçe weke civat û çand dihelin û diqedin.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse