Forma Civakî ya Mezopotamyayê

Bernameya Forma Civakî ya Mezopotamyayê do êvarê saet di 17.30î de li Derê Çiyê dest pê kir. Bi axaftina vekirinê re bi meşeke girseyî beşdar heta Parka Sumerê meşiyan û li wir bi bernameyên konseran şahiyê domandin. Konserên şevê bi stran û helbestên zimanên cuda bernameyê xurtir û dewlementir kir.

Îro saet di 10.00an de li Parka Sumerê zincîreyên forman dest pê kirin. Di 13 jûr û sê konên mezin de formên curbe cur hatin li darxistin. Di her jûr û koneke de jî di du saetan de carek mijarên forman hatin guhertin. Di destî her kesî bername hebû û li gor daxwaza xwe form jûr hildibjart.

Ji derî jûr û konan li çend ciyan li der li bin siya daran texteyên nivîsê spartin govdeyên darên mezin û kevnare û mamosteyên Kurdî-Derê li wir dersên kurdî dan temaşevanan. Beşdarên kursê an jî şagirdên bin darê ne zarok bûn temenmezin û kesên rengîn bûn. Kurd, tirk, ereb, suryanî, kurdên başûr û bakur.

Ji derî van form û kursan herweha li bexçeyê Sumerê konên şanogeriyê, nan li sêlêxistin, xwarin firotin, pêşangeh, maseyên pirtûk firotinê, tiştên destî hatibûn raxistin. Bi rastî mirov dema ji der ve dikete nav bexçeyê Sumerê wek bikeve nav panayîreke rengîn. Kurdên Başûr mêr û jin bi cilûbergên xwe yên netewî ve xuya dikin. Şaşikên wan girêdayî, tesbîhên 99 di dest wan de wek mirov here Parka Azadiya Başûr.

Îro saet di 14.00an de, di Konê zimên de mijara Ziman û Netewe hebû. Moderatorê forma Ziman û netewe mamoste Mazhar Aktaş û axaftvan Amed Tîgrîs, Mamoste Behlûl, parêzer Meral Beştaş, Ahmedê Bira û Can Êzîdxelo bûn. Piştî axaftinan beşdarê formê dîtinên xwe anîn ziman û pirsyaran kirin.

 

A. Tîgrîs / Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse