Fîlma Doz û çend rexne

Do (07.06.2012) li Stockholmê fîlma bi navê Doz hat şandan. Derhinêra filma Dozê Vîyan Mayî jî di galayê wê de amade bû. Fîml li salona ABF hat şanadi, lê mixabin hejmara temaşevanan gelek kêm bûn.

Mijara fîlmê çîrokeke gelêri ya kevn e û li herêma Bahdînan derbas dibe. Vîyan Mayî ku ew bi xwe ji heman herêmê ye, seneryoya fîlmê amade kiriye. Hozan Dîyar, Zozan û gelek kesên din di fîlma Doz de rol girtine. Rola sereke ya Diyar e.

Mijara çîrokê li herêma Bahdînan  mîrekî bi nav û deng heye. mîrekî zordar û serdest e. Dest daye ser mal û milkê xelkê herêmê. Bi tenê keçek wî heye û ew ji keça xwe pir hez dike. Xortekî dîlbaz (xweşik-yakişikli) jî di qesr û qonaxa mîr de xizmetkarî dike. Keça mîr ji wî xortî hez dike. Xort ji mîr gelek ditirse û nêzîkî keçikî nabe.

Nav û dengê rinditiya keça mîrê Bahdînan Surme Xanê heta Îranê belav bûye. Rojeke mîrê farisan şandekî bi rê dike mala mîrê Bahdînan ku keça wî ji lawê xwe re bixwaze. Mîrê Bahdînan dilşad dibe ku mîrê farisan keça wî dixwaze ku ew bibin xinamiyên hev dê mîrê Bahdînan bêtir xurt bibe û dê gundî û dedor jî êdî nikaribin li hember mir serîhildin. Ji xwe gundiyanên Bahdînan li hember serdestî û zordetiya mîr serî hildane û çendek ji wan derketine serê çiyê.

Di wê demê de pîremerekî gundî  ku li ber sekratê ye, gaziyê xortê ku xîzmetkariya mir dike û jê re sirek dibêje.

“Kurê min tu ne kurê xizmetkarê mîr î. Tu kurê birayê mîr î. Mîr mamê te ye. Rojek ji rojan em çûn nêçîrê, mamê te ji bo ku dest bide ser malê bavê te, bavê te li ber çavê me kuşt. Dema tu hîn biçûk bû, dixwest te jî bikuje, lê me pêş lê girt û nehişt…”

Li ser van gotinên pîremêr, xort jî derdikeve çiyê û digehî wan kesên çekdar ên ku li dij mîr in. Ji keçikê re dibêjin ku xort kurapê te ye. Bavê te, bavê wî ango birayê xwe kuştiye û lawê wî jî ji xwe re kiriye xulam. Keçik pê dihese ku xort ji bo vê yekê derketiye serê çiyê.  Keçik jî li hespekî siwar dibe û li pey xort digere. Ew nabîne û di dawi de keçik diçe Laleşê xwe dispêre bextê kurdên êzîdî. Mîrê farisan pê dihese ku keçik li Şengalê ye, artêşa xwe dişêne ser Laleşê. Kurdên êzîdî û yên ku li dij mîr derketine serê çiyê li hember farisan dibin yek. Piştî şerekî dijwar kurd bi ser dikevin. Xort û keç  ji kurdên êzîdî re spas dikin û vedigerin mala xwe.

Nirxandina fîlmê
Ji aliyê ziman ve kêmasî û şaşiyên weha hene ku nayêne gotin û pejrandin. Çirokeke klasîk e û çîrok li herêma Bahdînan derbas dibe. Pêwîst e ku hemû reng û dengên herêma Bahdînan tê de hebin ku mirov wê çêjê jê bigire. Lê mixabin ne weha ye. Mîr û hinek kesên derdora wê bi rastî bi devoka Bahdînî dipeyivin, cilûbergên wan Badînî ne û mirov dikare bêje ku ew rolên xwe jî baş dilîzîn. Dema  şandeya mîrê farisan tê wetaqa (qesra) mîr kostûm li ber wan in û krawat di stuyên wan de ne.  Halbû ku di serdema çirokê de cilûbergên Îraniyan ne weha bûn.  Lêbelê di serî de Diyar , Zozan û çendên din bi devoka Serhedî, Amedî heta mirov dikare bêje bi kurdîyeke şikestî dipeyivin ku ziman û naveroka çîrokê herimandine, lewitandine. Ji orjînala wê dûr xistine.  Dema ew û mîr li gel hev diaxivin, mîr bi devoka Bahdînî û ew jî bi ya Serhedî ku bîhna tirkî jê tê, diaxivin. Hevokên wan li ser sîstema tirkî hatine hunandin.  Herweha Diyar ku rola sereke girtiye gelek ne baş dilîze. Wekî kopiya fîlmên tirkan ên çend sal berê ye. Herweha stranên Diyar  fîlmê berbat kiriye. Ne starên herêma Bahdînan in, maqamên arabesk ên tirkan in.

Ji aliyê teknî ve destpêk xerab dest pê dike û dawî xerabtir diqede. Armanca fîlmê bi durişmayên (sloganên) vala diqede. Ew durişmeyên  li ser azadiya jinê fîlmê dikuje. Divê durişmeyên weha neyêne gotin û şiroveyên weha neyên kirin. Hizrandin û şirove ji temaşevanan re bihêlin. Bi van durişmeyan pîvan û  prensîpên hunerî û wêjeyî binpê kirine.

A. Tîgrîs

amedtigris@hotmal.com

 

 

 

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse