E-Wêje.com

Roja zimanê dayîkê ya navnetewî pîroz be!
”Ziman , mala mirov e” dibêje Heidegger û dom dike: ”Gelên ku girîngîya zimanê xwe ji bîr dikin pêşvebirina hizir û zîrekîyên xwe jî wenda dikin. Çimkî ziman mala mirov e, mala gel e.”

Têkoşîna me kurdan jî ji bo avakirina ”mala” me ye. Ji bo em bikaribin bi azadî bi hizirin, ji bo ku em bikaribin bi azadî dîtîn û ramanên xwe biafirînin, pêşkeş bikin, binivîsin û bixwînin ji me re ”mal” pêwîste.

Em dizanin ku ew ”mal” zimanê me ye. Bi wî, pêşvebirina kesayetiya kurdî, çand, ehlaq û her tiştên kurdî yên  ku hatine nivîsîn û nehatine nivîsîn jîndar kirin, jiyandin mimkune. Kesayetiya kurdî bi wî pêkan e.

Em têkoşerên zimanhezên kurd vê rojê ji dil û can pîroz dikin. Û em hêvîyên Kurdistanek ku bi fermîtiya zimanê kurdî were xemilandin di dil û mejiyê xwe de dixemilînin û mezin dikin.

Wek dîsa Heidedgger dinivîse:

”Divê gel ji bo zomanê xwe têbikoşe”.

Û em jî têkoşîna van salên dawî yên gelê xwe pîroz dikin û em baş dizanin ku gelê ku ji bo zimanê, wêje û çanda xwe dest bi tekoşînêke weha bi rûmet kirine li her cîh û qadê bi ser ketine.

Dê gelê me jî bi ser bikeve.

Ji holê rabûna bi her zimanek, cîhana me xizan dibe.

Divê wekî zimanên din zimanên di bin qedexeyan de ne  li ser axa xwe azad û fermî bibin.

Bi azadbûna wan jiyan xweştirîn dibe.

e-weje.com

Bawermendekî ataîst: Pär Lagerkvist
Ger tu ji xwedê bawer dikî û tu xwedê tunebe,

Hingê dîsa jî bawrîya te mucîzeyeke mezin e.

Wê demê ew tiştekî derîaqilan mezin e.

Ji helbesta Zanyariyûsê Kal (1)

Di vê nivîsa xwe de em dê bidin ser şopa nivîskar, helbestvan, şanoger û têkoşerê mêrxasê li dij faşîzm ê Per Lagerkvist.

Di payîza 2011 de berhema wî ya bi nav û deng, dema Aftonland (Warê Êvarê ) bi kurdî ket destê min ez gelek pê şa bûm. Helbestvan, nivîskarê kurd Serkan Brûsk bi wergerek ciwan, sade Aftonland a Lagerkvist wergerandibû kurdî. Bi kurdî nivîskar di dilê min de xweşiktir bû. Û ez ketim nava hin pirsan. Li bersîvên van pirsên jêrîn gerîyam.

Per Lagerkvisk kî ye?

Çawa jîya ye?

Dema ku tê de jîya ye, bûyer û pêşerojê çawan nirxandiye.?

Li dij bûyerên civakî û sosîyal tewrê wî çawan bû ye?

Çi nivîsîye? hws. Pirs , pirs û pirs.

Bi kurtahî, Lagerkvîst nivîskarek zimansade, mirovek mêrxas û Yezdan nenasek bi îman e. Di wêjeya swêd de bi berhemên xwe rêçên nû yên modern vekirî ye. Gerokek, têkoşerek û pirs afirandarek pir zîrek e.

Lagerkvîst di sala 1891 an de li bajarokê Växjö yê li Swêd hatiye dinya yê.  Bavê wî Anders Lagerkvist karkerê rêya hesin, di stasyonek biçûk de xebatkarek bû ye. Ew heft xuşk û bira nin.  Per yê herî biçûk e.

Ew dibistana lîseyê li bajarê Växjö yê temam dike.  Di lîseyê de dest bi nivisînê dike. Di lîseyê de teorîya darvînîzim û felsefeya sosyalîzmê tesîrek mezin li ser hizir û kesayetiya wî dikin.

Piştî lîseyê li bajarê Upsalayê dest bi xwendina unîversîteyê beşa edebîyatê dike. Li wir salek dixwîne. Di sala 1910 de dev ji xwendinê ber dide û diçe Fransayê li Parîsê bi cîh dibe.

Jiyana Parîsê li ser wî tesîrek giran biha dike. Li parîsê di bin tesîra kubîzma Picasso û Mattis de dimîne. Di bin tesîra kubîzmê de nivîsan dinivîse. Nivîsên wî yên bi navên hunera peyvê û hunera wêne gelek dagirtî ne. Di sala 1913 de de berhema wî ya bi navê Tirsê ya helbestan tê ye weşandin. Ev berhem di jîyana wêjeya swêd de rêya modenîzmê vedike. Bandorek mezin li ser helbestvanan dike.

Di sala 1912 de berhema bi navê Mirov, 1913 de Tirs û Du Çîrokên li ser jînê dinivîse. Lagerkvîst berhemdar e, gerok e, li dij xizanîya xwe têkoşer e.  Nesekan e. Dinivîse, dixwîne digere. Di rojnemaya Politîk de dîtînên li ser sosyalîzmê şîrove dike, dinivîse.

Di pazdeh salîya xwe de bala xwe dide ser şanoyê. Deftera rojane digire.

Xwezaya zarokatiya wî û mal û derûdora ku têde zarokatiya wî derbas bûye bingehên xwezaya berhemên wî. Bandora van tiştan û ya malbata wî gelek vekirî di berhemên wî de dîyar in.

Di malbatek wisa de mezin dibe ku derî pirtûka qedim Incîr û pirtûka qaydeyên jiyanê ya olî tu pirtûk neketine nava mala wan. Ev tişt ew bixwe dinivîse.

Lagerkvist di hejdeh salîya xwe de bala xwe dide ser şanoya naturalîst. Di vê salê de berhema xwe ya şanoyê  bi navê Nihêntîya Asîman û berhema navdar Maneya Jîyanê lêgerîna li ser pirsa tirsê, dinivîse.

Wek me li jor jî dest nîşan kiribûn, malbata Lagerkvîst ne malbatek dewlemend e. Ew bi alîkarîra birayê xwe mamoste Bengt jîyana xwe didomîne.  Têkilîyên germên xweş yên di nava malbatê  bandorek xweş ya humanîst a erênî li ser kesatiya wî dike. Gelek berhemên Lagerkvist bi vê xweza xweşîyê, germahiya di navbera malbatê, bi serpêhatiyên ew demê hatine rengandin.

Di sala 1918 de Mêvanê li cem rastîyê, Çîrokên Bi Êş (1924) û Helbestên bi navê Ez û Bavo dinivîse. Giş temayên van berheman li ser jîyana wî ne.

Di dema xwendekarîya xwe ya di lîseyê de, di navbera xwe û dîtinên olê yê Xirîstiyanîyê de xêzek qalind dikşîne. Lê nivîsên Bîbîlskê û yên mîtolojî yê her tim bala wî kişandi, wan bi kêf xwediye.

”Ji bo mirovan cîhanek bê Yezdan” ! Cîhenek ku ne Xwedê, mirov bi xwe,  xwe bi rêve bibin, ew xwe bi xwe îdare bikin bûne  bingehê dîtinên Lagerkvîst. Ev perspektîv dibe bingehê berhem û nivîsên wî. Ne adet û toreyên Yezdan, divê toreyên mirovan bi xwe bibin  bingehên civatê. Mirvatî bi wan xwe bi rêve bibe. Heta dawîya jîyana xwe bi van dîtin û ramanan nivisîye û bi vê baweriyê jiya ye.

Ew felsefa oldarîyê dide ber şûr û mertalên xwezayî. Pirs dike. Li bersîvan digere. Di helbesta xweya Zanyariyûsê Kal de weha didomîne:

————————————-(2)

Çima hebûnek li dij tarîtiyê dirêj kiriye

Û gazî tiştekî dike ku tuneye?

Çima e xwe wisa radigire?

Tu kesek tuneye bibihîze

Ku kesek ji tarîtîyê gazî dike,

Lê çima arî heye?

Lagerkvîst di sala 1917 de bi Karen Sörens re dizewice. Li Danmarkê bi cîh dibin. Keçikek wan, Elîn çêdibe.

Piştî ku ew Karen ji hev vediqetin bi Elena Sandels re dizewice. Du zarokên wan, Ulf u Bengt çêdibin.

Lagerkvîst di sala 1925 de li Italya yê kurtejiyana xwe bi navê ”Mêvanê Rastîyê” dinivîse. Di sala 1926 û 1927 de dîsa li Italyayê du berhemên xwe yên din (Stranên Dil û Ew jiyana bi serketî) dinivîse, diweşîne.

Sal 1930 ye. Li seranserê Avrûpayê bayên tarî, bayên Faşîzm ê yên wek qîr dipekin. Li dij Faşîzm a Alman rewşenbîr, nivîskar bêdengin. Hemdemê de dengê Lagerkvîst, nivîsên wî yên li dij Faşîzmê ol didin. Li dij wan serhil dide, diqîre, dimeşe, dinivîse.

Di wê demê  de berheme xwe ya şanoyê,  (Bodel ) Serbir dinivîse û diweşîne. Bi Sebir rexneyên giran li Faşîzmê dike. Îdeolojîya faşîzmê û rûyê wî yê li dij mirovahîyê radixe ber çavan. Ev şano, cara yekem li  Stockholmê dilîze. Piştî salek li paytextê Norvecê, li Oslo yê dilîze, bal dikşîne, deng dide. Bi lîstoka Serbir Faşîst dîn û har dibin. Propogandayek mezin li dij Lagerkvist li dar dixin. Ji swêdê daxwazê girtina wî dikin, berhema wî li Almanyayê qedexe dikin û dişewitînin. Û faşîstên devbixwîn jê bo wî dinivîsin ”cûhûyê pîç”.

Bêtirs û meraqdarek mezin e Lagerkvist. Di sala 1933 de derdikeve gera nava Almanyayê. Dixwaze kirînên faşîzmê bi çavên xwe bibîne. Ji we jî berê xwe dide Misirê. Ji Misirê derbasê Filîstînê, ji wir jî derbasê Yunanîstanê dibe.

Ewrên reş dinêre. Dikeve nava pirs û bersîvên kur. Bûyeran di ber çav de derbas dike. Wek lêkolînvanek dîroka demokrasî û humanîzmê li ser axa wan, ser bircên Atenê dikole, li bersîvên li dij faşîzmê digere. Dixebite, li ser ”ewrên tarî” dixebite, dinivîse, dixwîne, şîrove dike.

Faşîzm û demokrasîyê, faşîzmê û humanîzmê dide ber hev, muqayese dike.  Dinivîse; Avrûpaya ku bi dîtîn û parastina ”wekhevî, biratî û humanîzm” ê ser bilind û bi nav û deng e, bi pêşveçûna faşîzmê stûxwar û xemgîne.

Dinîse  û dinivîse. Berhema wîya bi navê (Essän), Ceribandin bi van nivîsên gerê dest pê dike. Nivîsên wî yên bi navê ”ewrên reş yên li ser Avrupayê” di rojnameyan de tên weşandin, di nava civatê de deng derdixin, gel guh didin nivîsên wî.

Bi nivîsên xwe yên gerê îdeolojî û kultura faşîzmê dide ber şûr û mertalan, humanîzmê û kultura demokrasîyê, mirovhezî û wekhevî yê derdixe pêş çavan. Êdî ew Camus e, Satre yê Swêd e. Li dij faşîzm ê ”wijdana” Swêd e. Gav bi gav li ser polîtikaya rojane tesîrên mezin dike.

Bêsekan ji rojnemayan re nivîs birê dike, li dij desthildaran di programên radyoyan de dipeyîve, radiwest e. Serpêhatiyên gera xwe li dij faşîzm ê bi kar tîne. Nivîsên wî li Swêd di nava gel de ol didin..

Ji bo gelên cîran dinivîse. Danîmark, Fînlad û Norveç hatine dagirkirin. Di sala 1941, di meha Çile de li paytextê Danîmarkê di ”hefteya Swêd” de li dij dagirkeriyê bi helbestên xwe bandorek mezin li ser gel dike. ”Bakurê ku di şînê de ye” dibe stranên ser ziman, mal bi mal, tax bi tax, welat bi welat gazî û têkoşîna azadîxwazan ya li dij dagirkeran gur, hêvîyên azadiyê mezin dike.

Ew bi xwe endamê du rêxistinên ku li dij faşîzmê têkoşîn didin e.Ya bi dizî, Hogirên li dij Nazîzmê û ya û  hewldana avakirina rêxistina yekîtiya eniyek li dij nazîzmê. Di her du rêxistinan de jî aktîf û çalek e.

Di sala 1941 û 41 an de bi rêya radyo yê bi şîrove, gotin tewrê xwe moralek girse dide gelê bakûr. Di sala 1939 de navê wî dikeve lîsteya Gestapo yên ku bêne kuştin.

Di berhema xweya bi navê Bodel û di ya Den Brutna Leven de nazîzmê û faşîzmê li dij humanîzm û kultura demokrasîyê ya avrupayê wek xeter didîne. Ji bo pêşketina mirovahîyê nazîzîm/faşîzm xeterek mezin e. Rûreşîya wan radixwe ber çavên mirovahî yê.

Mêrxasek nesekan e, bêrawest dinivîse. Serketina Tariyê, Însanê Azadkirî, Mal û stêrk, Cûce, Kevira nişankirî (drama)  ev çend mînak ji berhemên wî ne.

Lagerkvîst di sala 1940 î de dibe endamê komita karger ya Akademîya Swêd. Ew di sala 1941 de diktoriya felsefeyê ya bi rûmet digire.

Di sal 1950 î de romana xwe ya navdar ya bi navê Barabass dinivîse. Mijar wî li ser Yezdan û Mirov e. Di giş deman de li ser du maneyên jiyanê serê xwe êşandiye. Di Aftonland ê de ev pirsa sereke bi helbestê anî ye zimên. Ew bi xwe dinivîse ” bawermendê bê bawer, oldarek ataîst” e. Di romana xwe ya bi navê Barabbas (1950)de  bi ev tema û lêgerînê nivîsîna didomîne.  Dengê romana wî ji sînorê swêd derbas dibe, di cîhanê de deng dide. Bi vî dengî di sala 1951 de xelata Nobelê digire. ”Ji bo hêza wî ya hunermedî û serxwebûna wî ya kura ya ku di helbest û nivîsên xwe de bi germahî li ser mirov û mirovahîyê bi lêgerînên kur dipirse, dinivîse.” Xelata Nobelê didine wî.

Ev lêgerîna xwe di berhemên xweyê din de jî didomîne Lagerkvîst. Sibyllen (1956), Mirina Ahasvenus 1960, Hecîyê li ser Deryayê(1962) û den Welatê Pîroz(1964).

Berhema helbesta wî ya yekemîn di sala 1913 de , ku rêya modernîzmê li pêşîya helbest a swêd vekiriye(Welatê Êvarê) hatiye çapkirin. Ew di vî berhemê de di helbesta xwe ya Kalê pîr de lêgerîna Yezdanê nexwîyayî û wateya jîyanê direngîne. Di lêgerînek kur de estetikek rewan bi kar tîne.

Di sala 1974 de nivîskarê mezin. Têkoşerê li dij faşîzmê û dagirkerîyê diçe ser dilovanîya xwe. Li paş xwe ji mirovahîyê re berhemên bê hepa, minakên ehlaqîyên li dij desthildarên diktarorîyê, mirovhezî û rêçên têkoşîna  rewşenbîran dihêle.

Pêwîstiya mirovahîyê ji do zêdetir îro bi ”Lagerkvist” an hene. Pêwîstiya kurdan ji yên din zêdetirîn bi têkoşerên li dij dagirkerî yê hene.

Bi wergera xwe Serkan Brûsk berhemek hêja ji nava berhemên  nivîskarêkî mêrxas  derxistiye di kîlera wêjeya kurdî de berhemeke hêja zêde kirîye.

B. Welatevîn

Li Amedê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî hat damezrandin
Îro li Amedê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî hat vekirin. Çend wateyên vê rojê hene. Yek, roja 21ê sibatê ku UNESCO li cînahê roja parastina zimanê dayikê diyar kiriye. Di vê rojê de bi hezaran kesên rewşenbîr, xwenda û siyasetmedar li ber Mizgefta Mezin li meydana mizgeft û avahiya şaredariya Amedê ya kevn xwepêşandaneke girseyî li darxistin. Bi sedan kes qîrîn: “Zimanê me rûmeta me ye.”

Du, li vî bajarê qedîm, zimanê kurdî yê qedîm di ast û pileyeke bilind de dê were temsîl kirin. Li Akedemiya Ehmedê Xanî dê li ser zimanê kurdiyê dewlemend, pîroz ê ku bi salan qedexekirî ye, dê lêkolînên girîng, kûr û berfireh werin kirin. Di her astî de de her cureyê kursên kurdî werin dayîn. Ji hînkirina zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) heta gehiştandin û perwerdeya mamosteyên kurdî werin dayîn û encam û berhemên hêja bi dest bixin.

Li heman meydanê piştî axaftinan qordeleya akedemiyê  ji aliyê şaredarê bajarê Mezin birêz Osman Baydemîr ve hat birîn. Beşdar û mêvan li xaniyê şaredariya Mezin a kevn ku niha ji bo akademiyê hatiye amade kirin, gerin.

Xaniyê mezin ê sê tebeq seran ser ji bo akademiyê hatiye amade kirin. Ji derî odeyên biçûk ên ku dê ji bo birêvebirin û civên bên bi kar anîn gelek salon û sinifên ku ji bo kurs û konferansa werin amadekirin bi hemû alev û materyalên xwe yên nûjen ve amade ne.

Birêvebiriya Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî li Amedê ji heft kesên esil û sê kesên cîgir pêk tê. Birêvebiriya Akademiyê dê di zemaneke gelek nêzîk de bernameya xwe ya xebatê ji raya giştî re diyar bike û li gor armanc û bernameya xwe dest bi xebatê bike.

WÊJEYA ZAROKAN
Ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskar li Instutuya Kurd a Stockholmê li ser wêjeya zarokan rawestiyan.

Nivîskar di warê derûniyê de, li ser kesayetî  û çêbûna zarokan ku çîrok û helbest  bandoreke çawa li zarokan dikin û bi giştî. li ser wêjeya zarokan, rewşa îro û dîroka wêjeyê hat vegotin.

Pedagog, nivîskar Rewa Kader li ser dîroka wêje ya zarokan rawesta. Wêjeya zarokan beşek gelek giran û girîng e. Divê yên ku di vê beşê de dinivîsin, profesyonel bin. Divê bizanibin di kîjan salî de   pêwîstiya wan bi çi û bi kîjan asta ziman heye. Bi zimanê rojane, hêsa û zimanekî ku herikbar be. Divê berhemên zarokan cihana fantaziya zarokan fireh bike.

Dîroka berhemên zarokan bi sivikkirina nivîsên pirtûka Încîrê dest pê kirîye. Çîrokên hunerî û yên efsaneyî hatine amade kirin.

Wek tê zanîn zarok di yeksalîya xwe de hînî ziman dibin an jî dest bi hînbûnê dikin. Ji bo zarokên 1 û 5 salî pêwîst e ku nivîs kurt, wêne pir in. Zimanê wêne di vê demê de serdest e.

Ji bo zarokên 6-12  salî nivîsên berheman ku kurt û bi wêne bin balkêş in. Lê wêjeya zarokan di nava gelê me de pir derneketîye pêş. Em dereng mane.

Li cîhanê gelek çîroknivîsên bi nav û deng hene. Wek Birayên Kromozon, Hans Anderson, Astrîd Lingren.

Lê wek bingehê wêjeya zarokan em dikarin bêjin xebatên avakirina PIRTÛKXANEYÊN ŞEMÎ yê yekem in. Belê berî wan ji bo zarokan û wêjeya zarokam hin xebat û berhem hatine nivîsin. Lê weke xebateke bi rêk û pêk ku zarokên xizanan bikaribin ji xwendinê hez bikin, fêr bibin, bikaribin binivîsin û bixwînin ev di dîroka dibistanê de  yekem in.

Cara yekemîn di sala 1800 de li Îngîlîstanê Raks Robet ji bo zarokên feqîran Pirtûkxaneya Roja Şemîyê damezrandiye. Ev mînak li seranserê Ewropayê belav bûye. Li Almanya û Fransayê sal bi sal zêde bûne.

Di sala 1850î de cara yekem Jorhan Lakî ji bo zarokan rojname derxistîye. Di vî salê de ji bo zarokan dest bi nivîsîna  kurtezanînên (faktayên) ziman ên sivik  kirine.

Di wêjeya kurdî de, ji bo zarokan  cara yekem pêşniyaza wêjeya zarokan tê ye rojevê. Wêjeya zarokan herî zêde li derveyê welat pişkivîye û bi pêşketiye.

Cîvîn bi nasandina pirtûkan û serpêhatiyên nivîskaran gelek germ û xweş derbas bû. Nivîskar bi taybetî li ser nivîsîna çîrokan rawestiyan. Herî xweş şirovekirina evîn û serpêhatiyên Behrozê Ehmedî bêjeyan gul vedan. Civîn bi helbesta mamoste Hêmin qediya.

B.Welatevîn /Stockholm

TEMENÊ TÊKÇÛYÎ
Bi cama evîna dilê şikestok

bêçaretiya xwe li zendê salên poşman

dinivisînim

şopa tirsa demsalên hovane

di kefa destê xwe de

vedişêrim

pêşeroja min

di herika rûbarên giyan de

xeniqî

ji gewriya nûçeyên rojane

jehra xwînê

dipale

li nav nivîna şevên bêxewiyê

xewnereşkên xopan

xwe li stûyê min

dipêçin

hesret û bêrîkirinên min

bi keserên dûmanê cixarê

hatine meyandin

serê min

ji nav belaya demên rûreş

qet nafilite

carnan

mîna hêrsa pêlan dîn û har dibim

carnan

mîna beytika newêrek can li min

dilerize

şûşeya eşqa dilê serxweş

di toza heyamên gemarî de

qelişî

min

li nav dûmanê xeyalên pûç

daxwazên dergûşa nava xwe

taloq kirin

li birçîbûna çaxên genî

bîranînên xwe yên wêran

dixwim

li nav pêta kul û kederên bêhempa

dişewitim

ji piyangoya temenê têkçûyî

tofana janên dirinde

derdikeve

şadiya rûyê min

di albûma wêneyên xemgîn de

zerikîn

bi tasa destê dilberê

şerbetê didim gêrikên di bin lingan de

hatinî perçiqandin

ez bûm qurbanê

eşqa îlahî ya nependî

û her tim di ber cankêşiyê de me

êdî ez

di coşa xumexuma şîpa laşê xwe de

astengiyan nasnakim

ji aloziya dîroka tarûmar

hêviyên şad ava dikim

derhênerê şanoya vê helbestê ez im

leyîstikvanê li ser dîkê ez im

temaşevanê xerîb jî ez im

li ber xemkêşiya rondikên çavan

leyîstik qediya

û perdeya dilê xeşîm

hate girtin

Xizan Şîlan

2010-07-02

Stockholm

Rewşa alman û fransiyên ku di nav dewletên cîran de dijîn
Almanyaya îroyî hemû ax û gelê Germanyaya kevn a dîrokî temsîl nake. Gelê germen (alman) an jî almanaxêv di nav  şeş dewletên cîran de mane. Di nav van şeş dewletan de bi tenê Almanya dewleta Almanan a serbixwe  ye,  Ji derî Almanyaya îroyî her pênc dewletên din ên ku alman lê dijîn her yek dewleteke federe, kanton  û serbixwe ye. Ev dewlet ne bi tenê ji almanan herweha ji alman û ji çend gelên din pêk hatine û di nav sîstemên federe, kanton û otom de mane bûne dewletên cuda yên serbixwe. Lê, ev her pênc dewletên serbixwe di heman demê de cîranên dewleta Almanyayê ne. Ev her pênc dewletên ku cîranên dewleta Almanyayê ne û di nav wan de alman jî xwedî dewlet, federasyon, kanton û xweseriyên demokratîk in ev in:

Avusturya

Swîsre (İsviçre)

Belçika

Liechtenstein

Luksenburg

Katagoriya duyem ji derî van pênc dewletan li Danîmarka, Holanda, Fransa, Polonya, Çek û gelek dewletên din jî alman weke kêmnetewe hene û li wan welatan  îro xwedî mafêxwe yên perwerdeya zimanê dayîkê ne. Ev katagoriya duyem li derî vê nivîsê ye. Ez dixwazim bi tenê kategirıya yekem bigrim dest û li ser rewşa vê kategoriyê ya siyasî, civakî, perwerde û çandiya van her pênc welatên ku cîranên Almayayê ne û almanên ku li van pênc dewletên hevpişk ku xwedî desthilatdariyêne piçek rawestim.

Ez bi xwe li van her pênc dewletên cîran ên Almanyayê mam û li wir bi hefteyan wekî mamosteyê zimanê kurdî beşdarî gelek kurs, konferansan û semîneran bûm. Me gelek caran li ser sîstem, rewşa perwerdeya van welatan sohbet û gengeşe kir. Me wekî komên mamosteyên kurdî û swêdî çendî caran dibistan,  dem û dezgehên van welatan zîyaret kir.

Di dema xwe de, di nav Almanya û van pênc dewletên cîranên Almanyayê de  tixûbên (sînorên) siyasî hatine kişandin. Ji wê rojê heta îro ev tixûb bi top û tifingan nehatine parastin. Ne kevirên tixûb, ne têlên strîrî û ne jî qûçên tixûb hene. Bi tenê li ser riyên mezin lewhe  hinek îşaret hene û dinivîse ku: “Hûn niha dikevin nav tixûbê filan dewletê.”

Îro li van tixûban ne kontrola gumrûkê û ne jî nêrîna pasaportan tê kirin. Dema mirov bi awayekî balkêşî li wan nivîs û lewheyan nenêre an jî nebîne, mirov nizane ka li kîjan welat e. Mirov tixûb derbas kir na na?  Di dem û rewşên awerte de carnan li van tixûban polîs dikare kontrola nasnameyan bike.

Weke nimûne dema mirov ji Almanya here Swîsre, dema mirov tixûbê Almanyayê derbas dike û dikeve nav axa Swîsrê, kantonên Alman dest pê dikin. Sîstema siyasiya Swîsrê li ser 26 kantonan (mirov dikare bêje eyaletên biçûk) hatiye ava kirinin. Xelkê  20 kantonên Swîsrê alman in.  Di nav van 20 kantonan de hinek fransî û îtalî jî dijîn û ew jî li gor herêmên xwe xwedî hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk in. Weke li Almanyayê parlamentoyên van her 20 kantonan alman hene û bi almanî dipeyivin û perwerde bi almanî ye. Hemû sîstem, dem û dezgehên wan bi almanî ne. Mirov nizane ku li Swîsrê ye, dibêje qey li bajarekî Almanyayê ye.

Herweha  li aliyê sîronê Almanyayê rojava jî li Belçîka, Luksenburg û Liechtenstien jî weha rewşa siyasî î civakî weke kantonên li Swîsrê ne. Herêmên ku bi tixûbên Almanyayê ve ne alman lê dijîn û rêvebirî di destê wan de ye. Rewşeke federe heye. Dadmenî, ziman, perwerde, çand weke li Almanyayê bi almanî ne. Ku mirov nizanibe û nepirse mirov dibêje qey ez li bajarekî Almanyayê me. Wek  mirov li Qamîşlo, Duhok, Mêrdîn an li Wirmiyê be. Devokên wan ên almanî jî weha weke me kurdan  xuya dikin. Weke kurdiya Mêrdîn, Qamîşlo, Duhok û Wirmiyê ye.

Ji xwe Avusturya dewleteke almanan a serbixwe ye. Tu ferqa Avustrurya û Almanyayê tune. Nijad, ziman, çand û tore yek e. Ferq ev e ku bi awayekî fermî du dewletên cihê ne. Taybetî û daxwaza serxwebûnê ji dîroka kevn dema feodalîzmê ye. Rewşa dîrokî ji desthilatdariyên serdema baron, kont û dûkan girtine berçav. Û li ser wê rewşa huqûqî û siyasî ava kirine. Wekî serdema mîrîtiyên Kurdistanê ku wê demê her mîrîtiyeke desthilatdarê herêma xwe bû. Herweha eyalatên Almanyayê jî li ser bingehê wê huqûq û rewşa herêmî ya dîrokî ya herêmî hatiye ava kirin. Ev eyalet hemû li gel hev Almanyaya federal pêk tînin.

Ev rewşa ku min li jor behs kir herweha ji bo Fransa û fransî jî derbes dibe. Ji ber ku eyaleta Belçîkayê ya ku bi fransî dipeyive cîranê Fransayê ye, lê niha li ser dewleta Belçîkayê ye. Jê re eyaleta Walonya dibêjin. Walon xwedî çand û hêjayîyên fransî ne. Dîsa Luksenburg jî aliyê ku bi Fransayê ve ye, bi fransî dipeyivin û perwerdeya wan bi fransî ye. Aliyê  ku bi Almanyayê ve ye jî, bi almanî dipeyivin û perwerdeya xwe bi almanî dibînin. Swîsrê ku bi cîranê Fransayê ne Kantonên weke Cenevre, Jûra, Vaûd, Nechatel bi tevi fransî ne û kantonên Bern, Frîbourg, Valaîs jî bi farnsî û almanî dipeyivin. Ew jî herweha her yek xwedî parlamentoyeke serbixwe ye, ziman û perwerdeya wan bi Fransî ye. Hemû jîyana rojane û rêvebiriyên wan bi farnsîn e.

Ji ber ku li van dewletên federal ên ku cîranên Almanya û Fransayê ne û hem jî gelên van kantonan alman an fransî ne, lêbelê ne li ser Almanya û Fransayê ne. Daxwazeke wan a ku “Em çima li ser van dewlet, kanton û eyalatên cîran bin, em heman xelk in, di nav me de çima tixûb kişandine? Em van tixûban nas nakin. Em almanên ku  di nav van kanton, eyalet û dewletên biçûk û cihê de dijîn dixwazin xwe bidin ser Almanyayê, baştir e”  nabêjin û îro daxwazeyeke wan a weha tune. Herweha daxwazeke weha ya fransiyan jî tune ku bixwazin xwe bidin ser dewleta Fransayê û dewleta Fransê li cîhanê mezin û bi hêz bikin. Ji ber ku ew li derî Almanya û Fransayê, li wan dewletên din ên cîran, di nav sîstemên demokratîk de dijîn. Ha li vi aliyê tixûb ya li wî aliyê tixûb bin ferq tune û xwedî hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk in. Jiyaneke azad û bextewar dijîn. Ji bo fransiyan eyalet an jî kantona wan weke Fransayê ye û ji bo almanan jî weke Almanyayê ye. Heta ew xwe ji wan, serbilintir, azadir û bextewartir dibînin.

Heger ev alman û fransiyên ku li Belçîka. Luksenbugr, Liechtenstein û Swîsre ne bixwazin ku bi Fransa û Almanyayê re bibin yek, dikarî herin referandûmê û tu hêzeke nikarê li pêş vê daxwaza wan a mafdar û demokratîk bibe asteng û kosp. Lêbelê di rewşa îro de daxwazeke wan a weha tune. Ma çend sal berê çek û slovak weha bi refarandûmeke demokratîk bê êş û sergêjî ji hevdu neqetiyan?

Demokrasî, wekhevî û azadî tixûbên siyasî diçirîne, nijadperestî û neteweperestiyê dimihîne!

Amed Tîgrîs

Dîtina kolonyalîstan: “Kurdî ne zimanê medeniyetê ye”
Şîrîn Payzin di roja çarê sibatê de, di  televîzyona CNNTÜRK de

bi alîkarê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinç re hevpeyvîneke dûr û dirêj kir.  Rojnamevan Şîrîn Payzın ji Bulent Arinç pirseke weha kir:

“Hûn di derheqê perwerdeya  kurdî de çi difikirin, proje û bernameyên hukumeta we di vî warî de hene gelo?”

Bulent Arinç bi rovitiya xwe ya nermokî:

“Dema şert û derfet dest bidin, kurdî dikare bibe zimanekî hilbijartî. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi kurdî ne mumkun e. Ya yekem ji ber ku kurdî ne ew ziman e ku pê perwerde were kirin. Kurdî ji perwerdeyê re têrnake. Di qanûna bingehîn de li pêş kurdî asteng û bend hene. Ya duyem jî, ji derî van asteng û bendên qanûna bingehîn kurdî ne ew ziman e ku di asteke baş de pê perwerde were dîtin. Ma kurdî zimanekî medeniyetê ye? Bi zimanekî weha yê nemedenî perwerde nabe.  Perwerdeya bi tirkî hem yekitiyê pêk tîne û hem jî tirkî zimanekî medenî ye. Bi tirkî mirov dikare di her warî de xizmetê dide…”

Ev dîn ne ya Bulent Arinç e. Dîtieke kevn a kololîstan e. Ji xwe her dem Bulent Arinç ne ji kîsê xwe, ji kîsê xelkê dipeyive.

Kolonîyalîzm û çanda împeryalîst

Belê, ev dîtina Arinç bi awayekî gelemperî dîtina kolonîstan e. Di sed sala 16an de, di serdema koloniyalîzmê de dema ewropiyan perzemîna Amerîka, Afrîka û Asyayê dagîr dikirin, ji xelkê binecîh re gotinên wekî Bulent Arinç  digotin. Bi wan didan bawer kirin ku:

“Hûn ne medenî ne. Gelek li paş mane. Hem ji aliyê aborî, civakî, teknîk û çandî ve gelek  prîmîtîv mane. Em hatine ku ee hînê, medeniyetê, civateke sosyal, pêşketî û baxtewarî bikin. Ji were şertên jiyaneke xweş, geş çêbikin…”

Di destê mîsyonerên ewropî de încîl hebû û ji wan re weha digotin:

“Dînê we dîneke beredayî ye, batil e. Em ê xirîstiyaniya dilovan û pîroz hînî we bikin. Zimanê we ne ziman e. Ferqa zimanê we û heywanan tune.  Zimanê me ewropiyan zimanekî pêşketî ye, zimanê medeniyetê, zimanê perwerdê, zimanê edebiyatê ye û navnetewî ye. Em ê zimanê xwe şîrîn bi xwe bidin fêr kirin…”

Ji dawiya sedsala 16an heta dawiya sedsala 19an sîstema xwe ya kolonîyalîst gotinên weha çirkef li welatên kolonî meşandin. Bi leşkerî dagîr dikirin û bi mîsyoneran propoganda dikirin. Mîsyonerên xwe li welatên kolonî di bin perdeya alîkarî, humanîstî û medenîkirina mirovan de çerxa kedxwariyê meşandşin. Bi derewên weke “alîkarî, medenîkirinê” û “dînfêrkirinê” hemû û hêjahiyên ser û binerdê welatên wan kom kirin û birin welatên xwe û welatên xwe pê geş û xweş kirin. Ji çanda xwe ya talan, dizî, xapandin û împeryalî re digotin “medeniyet.”

Ji xwe sîstema komara Tirkiyê jî li ser, qanûn, dadmendî, bîr û baweriyên welatên koloniyalîst, emperyalîst û faşîst hatiye ava kirin. Tirkiye ji dema damezrandina xwe ve heta niha, hem di warê netewe de, hem di warê sîyasî û civakî de sîstemeke dewşîrme ava kiriye.

Tirkiye hertim qanûn û prensîbên xwe ji welatên totalîter, antî demokratîk, faşîst ku li dij wekheviyê, azadiyê, dadmendiyê û mafê mirovan ên gerdûnî ne girtiye û digire. Ewropî di her çend salan de carek qanûn û bendên xwe di çav de derbas dikin û yên bi yên herî demokratîk  re diguhêrin, yên kev ên ne hemdem ji navê radikin. Qanûn ewropyan ên dema kolonîyalîzmê êdî ketine bin sergoya dîrokê. Lêbelê Tirkiye kopiyayên wan ên ku ji 1923an ve heta ji dema Musolînî, Faranko û Hîtler girtine, naguherîn hîn li wan çendik û çend yên din yên antîdemokratîk zêde dikin.

“Kurdistan ne di statûya kolonîzmê de ye jî”

Dema  mirov li vê dîroka despêka kolonîyalîzmê dinêre, Bulend Arinç 400-300 sal  bi paş ve di tunela dîrokê de maye. Wekî eshabikeyf di xeweke kûra bi sed salan de ye ku bi xwe nahese. Dema mirov bi çavekî hûrgulî li dîroka kolonîyalîzmê binêre, hinek dewletên kolonîyalîst welatê ku dagîr kiribû, ji xwe re kiibû kolonî, lê dest nedabû ziman û çanda wan Bi tenê heyînên wan ên ser û binerdê girtibû û biribû welatê xwe. Li wir sîstemeke kolonîyalîst ava kiribû. Ji ber vê yekê mamoste Îsmaîl Beşîkçî dibêje ku “Kurdistan ne di statûya kolonîzmê de ye jî. Li Kurdistanê tu statû tune. Rewşa Kurdistanê ji ya kolonîzmê jî xerabtir e. Ji ber ku li hinek welatên kolonî ziman û çanda wan nehatibû qedexe kirin.”

Bulend Arinç mîsyonerê kurdistanê ye.

Wekî tê gotin di anv AKPê de Bulent Arinç û Abdullah Gul du mirovên herî pêgirtî û nêzîkî Fettullah Gulen in. Fatullah Gulen li seran serê cîhanê li ser navê musilmantiyê mîsyoneriya Amerîka û welatên rojava dike. Gelo mirov dikare bêje ku Fatullah Gulan musilman e, lê mîsyoneriya xirîstaniyê dike?  Di kurdî de gotineke pir xweş heye ku li vê rewşa Fatullah Gulen û şagirdên wî baş tê:

“Musilmano heram naxwe, lê nanê xwe li eşkena wê dixe.”

Dewletê ji salên 1925 ve heta van salên dawî  tim mufetişê umûmî dişand Kurdistanê. Mufetişê umûmî herdem li Kurdistanê  xwedî gotin û biryar bû.Qanûn manûn derbas nedibû, gotin û biryarên mufetişê umûmî derbas dibû. Ewropiyan jî di dema kolonîyalîzmê de di şûna mufetişê umûmî de walî tayîn kiribû. Lêbelê tirk ji bo nebêjin Kurdistan kolonî ye. Navê mufetişê umumî li waliyê Kurdistanê kiribû. Weha xuya ye ku vê carê jî di şûna mufetişê umûmî de Fetullah Gulen şagirdê xwe yê herî nermik û germik Bulend Arinç wekî mîyonerê Kurdistanê tayîn kiriye. Dema behsa kurd û Kurdistanê tê kirin, B. Ariç dipeyive.

Arinç dibêje ku kurdî ne zimanekî medeniyetê ye, lê tirkî zimanê medeniyetê ye. Arinç her çiqas bi vê gotina medeniyetê hevokeke durust bi kar neyîne jî, lê bi zanebûn vê goina “medeniyetê” bi kar tîne.  Di tu zimanî de kes nabêje “zimanê medeniyetê.” Dibêjin zimanê pêşketî an jî zimanê perwerdeyê. Lêbelê Arinç dibêje “kurdî ne zimanê medeniyetê ye.”

Gelo çima?

Ew bi hilbijartina gotina “medeniyetê” dixwaze heqereteke pir mezin û giran li gelê kurd bike. Ne bi tenê kurdî, herweha neteweyê kurd jî pir prîmîtîv e, xizan û nezan e. Ev gel nikare xwe bi xwe birêve bibe. Nikare bibe xwediyê desthilatdariyê. Kurd ne xwediyê dîrok, kevneşopî, çandeke kevn û dewlemend in. Belê ji vê gotina “nemedîyetê” re zêde şirove navê. Bulend Arinç bi vê gotinê genîtiya mejiyê xwe dide dest. Dibêje ku kurd ne medenî ne, wehşî ne.

Kurd afranêrê şaristanî û çanda xwe û cîhanê ne

Rastiya dîrok û jiyan bervajiyê dîtinên Bulend Arinç in. Arinç, serokwezîrê wî Recep Tayyip Erdoğan û mamosteyê wan yê mîsyonerê amerîkî Fetullah Gulen jî baş dizanin ku dema hîn bavkalên wan li Asya Navîn bûn kurd li ser axa xwe ya îroyîn bûne. Kurd bi kêmasî ji 20 hezar salan vir de ne ku li ser axa Kurdistanê cara yekem şaristaniyê ava kirine. Yani bi gotina ereban a ku niha Arinç bi kar tîne “ medeniyet” ava kirine. 5.000 sal berî niha kurd û cîranên xwe li Mezopotamyayê cara yekem, heywan kedî û xwedî kirine. Dest bi cot û cebarê kirine. şar û şaredariyê ava kirine. Keştî, erebe, qesr û qonax û bendav çêkirine. Alfabe, xwendin, nivîsandin, qanûn, dad, dadmendî, muhendîsî,  asronomî, matematîk, çand û wêje afirandine. Belê, kurd afranêrê şaristanî (medeniyet) û çanda xwe û cîhanê ne.

Ka de bêje bav kalên te di wê demê de li Asyan Navîn çi kirine? Ji wê demê ve heta îro we tu tişt ava nekiriye, neafrandiye, xizmeteke we ji mirovatiye re çênebûye. Lêbelê ji wê demê ve heta niha kar û halê we  serjêkirin, kuştin, sotin, talan û hilweşandina bajar, avahî şaristaniyên ku gelên din ava kirine. Û tu şerm û heya ne kî û bi ser re jî rabî bêjî  “zimanê kurdî ne zimanê medeniyetê ye.” Hewqas sal in ku hûn dewlet in, hîn zimanê we wek zimanekî xilt te. We piraniya gotinên xwe, termên xwe, biwêjên xwe ji zimanên din girtine. Niha ku roj hebe kurd, faris, ereb û ewropî rabin gotinên xwe ji we bi paş ve bixwazin. Ma hûn ê wê demê bikaribin “bi tirkiya medeniyetê” bipeyivin? Ez bawer dikim ku hûn ê wê demê lalo palo bibin!

Bulent Arinç gotineke me kurdan heye, tam li beşna te û zimanê te yê “medeniyetê” tê:

“Rebeno navê min li navê te û kumê min li serê te!”

“Zimanê baş û zimanê xerab hene?”

Gelo zimanên ku bi ser hev û bin hev re bin hene?

Hema hema hemû zimanzan, fîlolog û pedagog dibêjin û dinivîsînin ku ev mantiq ji binî ve şaş e û dîtina serdest û kolonîyalîstan e. An jî kesên nezanin ku haya û zanîna wan li ser ziman tune an jî kêm e, weha dibêjin an jî angaşte (îdea) dikin. Tu ziman bi ser hev re tune ne. Zimanekî baş û xerab tune. Zimazan prof. Kenneth Hyltenstanê swêdî ku bi salan li ser mijara ziman, zimanê dayikê û perwerdê lêkolîn kiriye, pirtûk nivîsandiye, divê mijarê de weha dinivîse:

“Bi zanyarî tu ziman nîne ku bi ser yê din re be. Her ziman li gor xwe xwedî mantiqeke xweser e. Dewlemend, têrbar û bi awayên derbirîn (îfade) û şirove de xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Wêje û biwêjên xwe yên giranbaha û bêhempa hene ku di zimanek din ew de tune ne.”

Amed Tîgrîs

Wergera helbestê
Ev demeke gelek dirêj e ku ez berhemên nivîskarê navdar,  nivîskarê swêdî  Per Lagerkvist dixwînim. Balkêş in.  Belê bi nivîs, liv, berhem û serhildanên xwe yên li dij faşîzmê Per gelek  navdar e. Nivîskarekî wêrek e. Ew di temamê jîyana xwe de bi xwedî helwest bûye. Di dîroka wêjeya swêd de rêçên wî hatine rengandin. Helbestên wî, lêgerîn û berhemên wî deng dane. Bi berhemên xwe xelata Nobelê girtî ye. Hîtler xwestiye wî bide kuştin. Pirtûka wî qedexe kiriye, şewitandîye. Dema bi piranê mirov bi tirsê bûne, tirsane û li dij faşîzmê dengên xwe birîne wî bi dengê bilind, bi qîrîn, bi nivîs û bi pratika xwe li dij wan têkoşaye.  Mêrxas e, tu car serê xwe li dij zilmê netewandiye.

Nivîskar û wergerê kurd Serkan Birûsk bi kurdîyeke dewlemend berhema wî ya bi navê Afton Land (Warê Êvarê) wergerandîye zimanê kurdî.

Balkêş e. Helbestvan bi helbestî, cêjdarî ji helbestên hev, ji zimanên hev , ji hestên hev fêm dikin. Bi ev tamdarîya hestan werger rengek xweş digirin, bi zimanekî sade helbestên Lagerkvist bi zimanê kurdî cêjdariya xwe wenda nakekirine..

Gotinêk pêşîyan ya  kurdan heye: Mêr, mêran nas dikin. Em jî bibêjin; helbest van jî  helbestvanan nas dikin. Ew baş ji zimanên hev fêm dikin. Ji hest û gotinan, ew ji mirovên din baştirîn tê digîhîn, dizanin gotinan bi kîjan hestan yê din  bar kirine.

Per Lagerkvist di helbesta  xwe ya navdar de weha dinivîse. Di gava yekem de em dikarin ji her yekî helbestekî van helbestvanan raxin ber çavên xwendevanên xwe.

Warê Êvarê

Li diyarê dûr hemû tişt wisa seyr e îro,

wisa dûr û hey dûr.

Ji nava kûrahîya ewran dengê lihevdana baskên

çûkan tê bihîstin, ji dûr û hey ji dûr

Ma pir li dûr, li darê bûye sibeh

û ji bo xemilandina jîyanê kulîlkan vedane,

lê te ji bîra kiriye, ew kulîlk û dar,

tişta hebû êş û şahîya cîhanê bû.

Carekê tu dê bûba yek ji wan ku gelek berê

jîyabûn.

Dê cîhan te bibîrbîne mîna geya û daristanan

bibîrtîne,

ew pelên riziyayî.

Wisa wek ku axa bi bereket tîne bîra xwe.

û wisa wek ku çiya  ba tîne bîra xwe.

Dê azadîya te wisa bêdawî be mîna deryayê.

Min swêdiya helbestê jî gelek caran xwend, lê bi rastî jî min nikaribûn ew hestên helbestvan qasî Serkan weha bi rêk û pêk, weha tamdar, weha ku wek orjînala xwe bi kurdî bianiyana ser zimên. Dîyar e, helbestên per bi kêfxweşîyek mezin hatine wergerandin. Çimî ew jî helbestan dinivîse, helbestvan e. Helbestên wî jî gelek cêjdar in.

Ka em niha jî wergêrê berhema  Warê Êvarê, helbestek  Serkan Birûsk jî raxin ber çavan. Ez bawer dikim ew dem mijar dê baştirîn bêye fêm kirin.

Ez di nava jiyana mirinê de

Mirina giyane me.

Dilopek ji derya ye demê

bi ser axê de niqutî…girî, kengirî û girî..

Korahî bi lempeyên kolanan de anî.

Bajarê şevreşkî li koxemalên xwe diterpilî,

kevîyên dilên wê yên zengargirtî reş û beşik,

xizan û bêziman

bi ser zelaliya jiyana wê ya wenda de hidiweşîya.

Ji devên gepkortikî,

ji qirikên qelişî,

ji zikên hefnikî

stranên hêrsa biyanîbûyîniya mirovî

di ber teqqubpiviya amûrên bêkok kirinê re

i ser guhên jîyanxwaran de hêrs diqerî;

Daxwazên ku jiyanê li ser derziyan didin jiyandin

û wê di qula heman alavê re derbas bikin.

Dê di mêrika dilê xwe de

Zihayek ji bêdadiyê bijîn….

Belê du helbestvan, du nivîskar… Helbestvanek kurd berhemek ji berhemên navdar  bi zimanekî helbestî wergerandîye zimanê kurdî. Ji bo pêşvebirina  zimanê kurdî hewldanek, gulek bêhempa ye Warê Êvarê.

Em dizanin werger bandoreke mezin li ser nûjenkirina zimanan dikin. Lêgerîna gotinên nu, melodiya ziman, rengdariya beşên çandên din di nava ziman de bi kar anîn ziman têkuz û gewre dikin. Wan û zimanên din didin nasîn, didin ber hev. Zimanê kurdî jî dê bi berhemên wergerî xwe bi pêşve bibe. Peyvên nûansên zirav derxîne holê. Dema berhemên zimanên din bi tam û cêj bêne wergerandin, ziman rewan, bi gotinên xwezayî be ew heskirina xwendinê gav bi gav dikarin geş bikin.

Berhema Warê Êvarê bi zimanek gelek hêsa, bi gotinên dewlemed û xwezayî ye. Brûsk zor nedaye hevok û bîjeyan. Dewlemendiya zinaê kurdî wek gul derketiye ber çavan. Wî kedek gelek mezin da ye berhem ê. Di niha de em ê bêjin ji bo ev wergera hêja gelek spas!

Warê êvarê di  nava weşanên Înstîtûya kurdî li Stockholmê  hatîye weşandin. Ji bo ku mijara me werger, ziman û nasandina pirtûkane em dê Warê Êvarê di sê gavan de binirxînin.

-Di gava yekem de me xwest ku pirtûkê, nivîskarê wî û wergerê bi kurtahî bi hin helbestên wan bidine nasîn.Bala xwendevanan bikişînin li ser rêze nivîsê.

-Di gava duyem de em dê li ser, kure jiyan û berhemên nivîskarê Warê Êvarê, yên  Per Lagerkvsit rawestin.

Gava sêyem de jî em dê li ser wergera Warê Êvarê û rol û tesîra wergerê li ser ziman bi nivîskar û werger Serkan Birûsk re hevpeyvînek biweşînin.

2012-02-06

B. Welatevîn

Erdoğan û Îsrafîl
Erdoğan êdî xwe wekî Firîşteh Îsrafîl dibîne. Rojê li çend dewletan gef û gur dixwîne. Dide fort û zırtan. Eniya şer ji Îranê heta Amerîkayê, ji Rûsyayê heta Îrak û Afrîka Başûr berfirek kiriye. Weha dom bike dê heta çend mehan wezîfeyê firîşteyê mezin Îsrafîl jê bigre û pif bike dinyayê roja mahşerê rabike û dinyayê dûz bike wekî kefa nav dest rast û dûz bike. Na, dinya dê bibe weke hêka mirîşka reş.

Ecdadê wî Yavûz Sultan Selîm jî weha kir; ew çû xîlafetê ji Ereban girt û anî Harema seraya Topkapiya Stanbulê û teslîmê cariya lawê xwe Qanûnî, Roxelany’nin (Hürrem Sultan) a Ukranayî kir. Li heramlixa Topkapiyê 300 cariye kom kir. Belê, li navenda xelîfetiyê ya pîroz 300 cariye… Niha haremxaneya cariyan a li Topkapî kirine muzeya eşya û tiştên pîroz (!) . Lê dirann û mûyên HZ Muhammed, şûrê HZ Alî û gelek eşyayên din ên pîroz. Wuşşş lawo, Xwedê mirov ji vê durûtî, derew û sextekariyên osmaniyan biparêze.

Di van rojan de li Tirkiyê pirtûka nivîskarê Amerîkî Paul Auster a bi navê Kış Günlüğü (Rojaniya Zivistanê) derket. Weşanxanê xwest ku nivîskar were Tirkiyê û pirtûka xwe bide nasandin û îmza bike.

Nivîskarê Amerîkî Paul Auster daxuyaniniyeke da çapemeniyê ku li Tirkiyê gelek nivîskar û rojnamevan girtîne.  Û nivîskar dibêje:

“Welatên ku qanûnên demokratîk lê tune bin ez protesto dikim û naçim wan welatanên antîdemoratîk. Li ser derketina pirtûka min a nû weşanxanê ez vexwendim Tirkiyê û Çînê. Min  vexwendina van herdû welatan jî red kir. Heta li van welatan azadiya ramanê, çapemeniyê tune be, ez naçim…”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan îro di civîna partiya xwe ya serokên wîlayetan de derket hember medyayê û bi awayekî har qiriya û bersiva nivîskarê amerîkî Paul Auster da:

“Waxxx.. gidî em gelek muhtacê hatina te ne. Tu çima nehatî? Neke, were. Çi dibe were. Ulan tu werî çi ye, ne yî çi ye? Tu kî yî, tu xwe çi dihesibînî he? Ew rojnamevan ku tu dibêjî girtîne, ne rojnamevan in, qatîl in. Li hember polîsên min çek bi kar tînin. Tu diçî Îsraîl, lê nayî Tirkiyê. Îsraîl qatîl e… Lawo tu çi mirovekî cahîl î û hîn nizanî demokrasî çi ye.”

Ji nivîskarekî hewqas bi nav û deng re dibêje “cahîl.” Erdoğanê ku di jiyana xwe de heta niha 10 pirtûk nexwendiye û radigije mîkrofonê li hember raya giştiya cîhanê ji nivîskarekî weha navnetewî re dibêje “cahîl.”

Gotineke me kurdan heye:

“Rebeno navê min li navê te û kumê min li serê te.”

Li gor bijîşk û psikologan Erdoğan hem fizîkî hem jî ruhî tûşî nexweşiya şîzofrenî û heyezanî bûye. Li gor siyasetmedar û civaknasan jî Erdoğan maktê faşîzma sivîl girtiye destê xwe.

Xwedê mirov bistirîne, ew dikare wekî Hîtler di şeveke de şerê Cîhanî yê Sêyem îlan bike. Heşayê Îsrafîl, lê ew li ser riya Yavûz û Hîtler e.

A. Tîgrîs

Rondikên dawiya salê
Mij û muran xewnên min

êşa geliyê tiyarê ne

rondikên Roboskê

jana trênên dîlhigirin

di bêdengiya cîhanê de

tenêtiya zenggirtî

dewlemendiya min ne

jîn kirine

xoxa bi darê ve jibîr bû yî

hijmara tefandina

stêrên dilê min jibîrkirin

her hezkirin

kirine têkçûnek

her çeper

kirine gorîstanek

vê sersalê min birîna xwe

di kendalê jîna xwe de vekir

bênavnîşan, bêkes, bêstran

dojeha xwe nîşanî min dan

xwîna di devê agir de

kirina cilên bûk û zavatiyê

Ehrîmanên tarîperest

bi hunerê xwe şa bûn

ne zarok, ne sersal û ne jî hatin hiştin

tawanê kuştina min

kirine stuyî min

xwedayên dilovaniyê

revîn

û

di nav destên xwedayên zilmê de

ez jibîrkirim

cûdabûnên dilqermiçî.

feqîriyên pînekirî

berxwedanên piştxûz

qîrên û nalînên çiyan

rondikên cejn û sersalan para min in

30.12.2011

Kamran Simo Hedilî