ÊVAR A CEJNA NOELÊ

Stranek ji yê siwêdî, li ser cejna Noelê wisa destpêdike: ”Nu är det jul igen!”. Ango wa cardin cejna Noelê hat. An jî,wa cardin cejna Noelê ye!

Di derbarê “jul” ê de, berya bi çend salan, hemşerîyê min yê nivîskar H.D Li ser ”jul”a siwêdî nivîsîbû. Li gor nivîskarê me ”jul” dihate wateya ”teker”. Nivîskar ”jul” û ”hjul” ji hev dernexistibû. Lewra bi siwêdî navê teker HJUL e.

Nivîskarê me bi siwêdî nizane. Û yê ”jul” ji wî re şîrove kiriye hayê wî ji meselê tune ye.

Kîjan berî ya di tê? Em ji alimên zimanan re bihêlin.

Em dîroka HJUL, ango teker dizanin. Hîn ji serdema Sumeran ve teker peyda bûna. Teker bi kêrî gelek tiştan hatiye. Tê gotin ku bi peydabûna teker re, bahwerîya mirovan ku mirov bi xwe tiştan diafirîne zêdetir bûye. Belkî jî  rast be? Ez nizanim.

ANSIKLOPEDI

Li gor Nationelansiklopediya siwêdî:

Kes çak nizane bê ”jöl” a siwêdîyî  kevnar tê çi wateyê.

Li gora jin û mêr yên zane û xwenda, cejna Noelê ji sê cejna pêktê:

a- Rojbûna Îsa,

b- Cejna Roma ya pîrozkirina rojê û

c – cejna ”gohnê” ya almanên ku li jêra Siwêdê bi cîh bibûn. Li gor wan, dinya berbi ronahîyê ve diçe û gerek zarok zêdebibin. Loma jî cejin.

Tu ji van her sê xalan kîjanê hilbijêre hilbijêr, tiştê hempar yê wan ku cejna Noelê dema şahî û xweşîyê ye. Ji xeynî tiştên hempar her herem û bajar li gor xwe hazirîyên Noelê dike.

 

GÄVLE

Li bajarê herema Gävleborg Gävle, şewitandina nêrî bûye adet. Li SLOTSTORGETê, meydana ber kitebxaneya bajêr, tacir û karmendê Söder, hersal iskeleta wan ji pola û goştê wan sêp du nêrîyan ave dikin. Nêrîyê biçûk xwendevanên dibistana VASASKOLAN li dibistanê çêdikin, bihevkarîya hev tînin û li jêra meydanê, nêzîkî rûbarê bicîh dikin

Kes destê xwe nade vî nêrîyê biçûk.

Dîroka nêrîyê mezin tiştekî din e. Li bajêr pêşberkek destpêdike. Ka berya cejna Noelê ki dikare nêrî bisotîne. Şarederarî tedbîran digre lê fêde nake. Hersal nêrî disotînen û kes jî nizane ka kê kirîye. Ji xeynî salekê. Berya bi sê salan kovboyek Emrîkî, bi armanca sotandina nêrî xwe gihand bajarê Gävle. Nêrî şewitand lê xwe jî da dest û piştre jî revîya çû mala xwe…

Îca, şaşî ser seran, ser herdû çavan lê şaşiyên mezin gerek em xwe j iwan biparêzin.

Tiştê ku ez teşwîkî vê nivîsê kirim sernivîsa iro- 24 ê kanûna 2011- ya Dagens Nyheter ( Nûçeyên Rojê, rojnama rojane ya siwêdî) e. DN agedarîyê piralî di derbarê ”jul” de dide me. DN dibêje: ”Erê, dinya dê çêtir bibe!” Bi hêvîya azadîya raman û olî…

Cejna Noel pîroz be!

 

Seyidxan Anter – 2011-12-24- Gävle

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse