Esalet û edaleta Padîşahên Osmaniyan û Erdogan

Rêvebir û rewşabîrên tirkan bi taybetê Erdogan û hevalên wî her dema ku devê xwe vedikin an jî radigihêşin pênûsa xwe, hewl didin ku xwe weke neteweyeke xwedî esalet û edalet bidin nasandin. Qaşo bav-kalên tirkan li cîhahê edalet, merhemet, wekhevî, aştî,  erdem, însanetî û îslametiyê li cîhanê belav kirine û cîhan van hêjayî û erdemna ji tirkan hîn bûne.  Ji ber ku bi rastî û zanistî bîhn û çeja esalet û edaletê di her seremên dîrokê de ji tirkan nehatiye. Berevajî her dem bi ku ve çûne kuştin, dagîrkirin, talan û wêran, şewitandin karê wan bûne û vî karê ji xwe re kirine pîşeyê bav û kalan ên bi hezar salan. Hatina wan a ji Asya Navîn,  serdema Selçûkî, Osmanî û Komarê ve heta niha tim li dij esalet û edaletê, însanetiyê, aramiyê, aştiyê bi awayekî barbar şer kirine û welatên xelkê binecih ên qadîm telan û wêran kirine. Destdirêjiya mal, namûs û hêjayiyên wan gelan kirine. Yek ji wan welatan yek jî ku bi salan in di bin dagîrkerî, barbarî, talan û wêrankirina wan ye Kurdistan e. Di serdemên cihê cihê de bi têkoşînên cihê cihê, bi alikariya hin dewletan piraniya gelên ku demeke dirêj di bin  dagîrkerî, barbarî talan û wêrankirina tirkan mane, di dawî de xwe rizgar kirine.. Hezar mixabin kurd û welatê wan Kurdistan hîn îro jî di bin zilm û zordariya tirkan de dike nale nal.

Tirk her dema ku ji aliyê siyasî, aborî, civakî û şaristaniyê ve bikevin nav tengasiyeke, dixwazin xwe weke neteweyeke bi esalet û edalet nîşan bidin. Xwe dispêrin serdema Osmaniyan û çend padîşahên xwe yên ku herî barbar, xwînrêj, dagîrker,  bêrahm û bêwijdan  bûne ku ji bo textê padîşahtiya xwe,  zarû zîçên xwe, bavê xwe, birayên xwe, ap û pismanên xwe hemûyan kuştine, weke mîkanên vê esalet û edaletê nîşandindin, xwe wekî neviyên wan, bi kirin û şan û şerfa wan serbilind û serfiraz dibînin. Navên Fatîh Sultan Mehmed, Yavuz Sultan silêman, Qanûnî Sultan Silêman û çendin din hildidin ser zimanên xwe û bi van padîşahên xwe dipesinin û dinepixin ku qet mebêje…

Dema mirov li esaleta wan padîşahên wan dinêre hema hema hemû dayik û jinên padîşahên Osmanî ne tirk in û ne jî misilman in. Dayik û jinên wan ya venedikî, polonî, çerkez, rûs, gurc, bulgar, trakyayî ne û ji xirîstanan in. Navê wanê asil guhêrtine û navê misilman û farisî li wan kirine. Lîsteya diya padûşahan weha ye:

Diya Yavuz Sultan Selîm rûma Pundusê ye û navê Ayşe lê kirine. Diya Qanûnî Sultan Suleyman cihuya (yawidiya) polonî ye û navê wê yê esil Helga ye û navê Hafza lê kirine. Diya Ahmedê lll`em û diya Mustafayê ll`em (herdu bira ne)  rûm e û navê wê Evemia ye û navê Emetullah lê kirine. Diya Mûradê lV`em sirp e û navê wê Anastasga ye û navê Mahpeyker lê kirine. Diya Ahmedê l`em grekî ye û navê wê Helen e û navê  Handan Sultan lê kirine. Diya Mehmedê lVan  rûs e û navê wê Nadya ye û navê Turhan Sultan lê kirine. Diya genç Osman sirp e û navê wê Evdoksia ye û navê Mahfîrez Sultan lê kirine. Diya Mahmûdê l`em Aleksandra ye û navê Salîha Sultan lê kirine. Diya Osmanê ll´em sirp e û navê wê Marî ye û navê Sehsuwar lê kirine. Diya Mustafayê lll`em Fransiz e û navê wê Janet e û navê Mîrîşah Sultan lê kirine. Diya Abdulmecîdê l`em  fransiz e, navê wê Aşda ye û navê Sermî Sultan lê kirine. Diya Selîmê lll`em Cenevizî ye, navê wê Agnes û navê Mîrîşah lê kirine. Diya Mustafayê lV`em bulgar e, navê wê Sonia ye û navê Sînemperwer lê kirine. Diya Mahmudê ll`em Fransiz e, navê wê Rivery ye û navê Nakşîdil lê kirine. Diya Abdulmecîdê l`em cihuya rûs e û navê wê Suzî ye, navê Bezmî Sultan lê kirine. Diya Abdulazîz romen e û navê wê Besîme ye û navê Pertewnîyal lê kirine. Diya Mûradê V`em fransiz e û navê wê Vilma ye û navê Sevkevza lê kirine. Diya Abdulmecîdê ll`em ermenî ye, navê wê Virjîn e û navê Tîrîmûjgan lê kirine. Diya Mehmed Reşad Arnavud e, navê wê Sofî ye û navê Gulcemal lê kirine. Diya Mehmed Vahdeddîn çerkez e û navê wê Henrîet e û navê Gulistan lê kirine…

Ev jinên padîşahên ên ku zarokên wan  bûne padîşah, ji derê van  gelek jinên û cariyên wan din jî hene ku ew ne tirk bûne. Di Herama her padîşahî de her dem ji 300 zêdetir cariye hebûne. Di dema dagîrkirine welatan de du tişt girtine û anîne Stanbulê. Yek keçên wan ên herî xweşik û du zêr û zîvên ku di xezîneyên wan welatan de hebûne hemû li deve û hesan siwar û bar kirine û anîne Stanbulê. Meke nimûne, dema Yavuz Sultan  Selim di vegera xwe ya Misirê de hemû xezîneya Misirê talan kiriye. 1000 barê deveyan zêr û zîv ligel xwe anîye paytextê xwe Stanbulê. Ev di qeydên resmî de hatine nivîsandin, lê hejmara malên din û keç û jinan nenivîsine,  ji ber wê  mirov encama talan û bêşrefiya wan nizane vê sefera wan tam nizane. Ha bi van bar û barxanan re Xîlafetê jî ji ereban girtine û tiştên pîroz ên ku li wan muzeyên ereban hebûne bar kirine û  ligel xwe anîne Stanbulê. Ango wekaletiya pêxember jî bi darê zorê ji ereban girtine û xwe kirine wekîlê pêxemberê  ola îslamê. Hem pêxember û hem padîşahtî. Mezin û temsîlkarê herdu dinyayan.

Yavuz Sultan Selîm ê ku xwe kiriye wekîltiya pêxember,  ji bo ku here ser textê padîşahtiya Osmanî çi kiriye?  Pêşî bavê xwe ji bi darê zorê ji ser text xistiye û piştre ew daye jehr kirin û kuştin. Dema hatiye ser text hemû bira û pismanên xwe daye kuştin. Malbatê xwe ji bo textê padîşahtiyê qir kiriye. Ji bo kes padîşahtiya bigire garantiyê wê barbariyê kiriye. Bi tenê lawê xwe yê mezin Silêman (dê piştî wî bibe Qanûnî Sultan Suleyman) hiştiye.

Piştê wî ku lawê wê silêman (Qanûni Sultan Suleyman) hatiye ser text wî jî wekî bavê xwe  du bira û çar zarokên wan daye kuştin.

Kurê Qanûnî, Mûradê Sêyem dema piştî bavê xwe tê ser text, ew jî  pêşî sadrazam Sokulu Paşa daye kuştin û piştre wekî kal û bavê xwe 5 birayên xwe dane xiniqandin.

Lawê Mûradê Sêyem, Mehemedê Sêyem dema tê ser textê padîşahtiyê, ew heft pîn li gora kalê kalê xwe, kal û bavê xwe dixe,  ew 11 birayên xwe bi destê kesên lal dide xinikandin. Dema qatîl lal bin, ew nikarin ji wê wehşetê ji kesekî din re bêjin.

Belê ev nîşan û nimûneyên esalet û edaleta padîşahên Osmaniyan in ku niha jî Erdogan, partiya wî AKP û gelek tirk xwe neviyên Osmaniyan dibînin û bi esalet û edaletan wan xwe weke netewe serbilind û serfîraz dibînin. Dibêjin “kalên me Osmanî esalet, edalet û îslamiyetê li seranserê çar parzemînan (qitan) belav û xurt kirin…”
Şerm nakin ku navê dagîrkerî, talan, wêran, barbarî û destdirêjiyê kirine “esalet,  edalet û îslamiyet..”

Ewropiyan jî di serdemên berê û koloniyalizmê de, gelek welatan dagîr kiribûn û li wir heman tiştên ne baş kiribûn. Lêbelê ew niha ne wekî tirkan bi wê sîstema bav kalên xwe ya kolonîst napesnin, xwe bi wê rezaletê serbilind û serfîraz nabînin. Verevajî rewşenbîrên ewropî wê serdemê bi barbarî bi nav û şermezar dikin.  Bi hezaran pirtûk û berhem li ser serdema kolonîyalîst nivîsîne û hîn jî lêdikolin û nivîsin. Heta çirika wê derxin dê binivîsin û bibêjin.

 

 

 

amedtigris@hotmail.com

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse