Erdogan Tecal e

Di hemû olên semawî de  Tecal (Deccal) sembola mexlûqekî axirê zaman e û ew virek, xapînok û zilmkar e. Tecal di termînolojiya olî de tê wateya  zindîq û fasiq. Pêxember Nûh qewmê xwe ji fesadî, zilm û zordariya wî hişyar kiriye ku xwe jê baş biparêzin. Herweha pêxemberên ku li peyî wî jî hatine weke Nûh bawermendên xwe hişyar kirine ku Tecal ew nexapîne û li peyî Tecal neçin. Tecal xwe wekî rêberî olî dide nasandin. Ew fêlbazan  û remilbazekî gelek zîrek e.

Ew di axirê zeman de derdikeve holê û dibêje; ‘ez Mehdî me û hatime we bînim ser riya heqiyê.’

Ji zaliman arteşeke mezin û barbar ava dike. Ji ber demagojî û propagandayên derewîn gelek kesên bawermend jî li derdora xwe kom dike. Yên ku pê bawernakin û dibêjin ‘tu ne Mehdî yî, Tecal î’ ew li ser serê wan tofanekî nedîtî radike, dikuje û mal û warên wan wêran dike. Heta demeke li cihanê hukum dike. Piştre Mehdiyê rastîn tê û dawî lı Tecal û împaratoriya Tecal tîne.

Dema mirov îro li hizir, gotin û kirinên Erdgan guhdarî dike û dibîne ku ji sedî sed  ew Tecal bi xwe ye. Ji ber ku mirov tu ferqeke mezin di navbera hizir, gotin û pratîka  Tealê di kitêbên pîroz de hatiye tarîfkiirn û Erdoganê ku niha Serokwezîrê Tirkiyê ye nabîne. Heta tarîfa herduyan a fiziyolojîk jî gelek dişibin hevdu. Tecal mexlûqekî bejindirêj, çavbelok, rû û rûçik jehr e. Mirov dibeje qey Erdogan pişk û ji bêvilê (pozê) wî ketiye.

Erdoganê Tecal li Ewrupa li ber kamereyên medyaya cîhanê derewên bêbinî dike û dibêje ‘li Tirkiyê bi tenê yek kes di greva birçîbûnê de ye. Li girtigehan her cure xwarin û vexwarin hene û her kes dixwe û vedixwe..’ Encax Tecal dikare derewke weha bike mezin bike. Ne hedê tu kesekî ku bêje ‘ez mirov im.’ Hîn du saetek di ser axaftina Erdoganê Tecal re derbas nebûbû  vê carê wezîrê wî yê dadê daxuyaî dida medyayê û got; ‘li zînanan 650 kes di grava birçîbûnê de ne..’ Weke ku qet ev ne wezîrê wî be û dîsa weke ku dengê wezîrê xwe nebihîse, li ser gotina xwe ya derew ma û çend cihên din û çend carên din heman gotina xwe dubare kir.

Bi rastî ku ew ne Tecal be tu kes nikare weha li ber çavê cîhanê derew bike. Belê ew Tecalê rastîn û Partiya wî AKP jî artêşa Tecal e û li ser navê îslamê weha bi awayekî vekirî derew dikin û li berxwedêrên azadiyê îftîra dikin û kampanyaya pûçkirin û reşkirinê bi xurtî didomînin. Lê her ku diçe ji aliyê gel ve tê zanîn ku ew ne Mehdî ye, Tecalê derewker ê melûn e.

Vîn, bawerî,  mafdarî û hêza greva birçîbûnê ya 10 hezaran dê wekî artêşa Mehdî, Erdoganê Tecal û partiya wî AKP hûr û pûr bike. Di dawiya dawî de ew xwe bi wezîr û Fetoyê xwe yê Pentagoyî ve bikin guhê kerê xwe jî, dê  nikarin ji destê tevgera rizgarîxwaz rizgar bibin. Li cîhanê cara yekem e ku 10 hezar mirov canê xwe yê şîrîn ji bo rizgariya serok û zimanê xwe  dixwazin bikin gorî. Ev pile û asta fedakariyê ya herî mezin û pîroz e.

 

Amed Tîgrîs

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse