Erdheja Wanê xêliya ser çavên dagîrker û nîjadperastan xist bin axê

Belê, erdheja Wanê xêliya ser çavên dagîrker û nîjadperastan xist bin axê û rûçikên wan ên rastî derxist holê. Hukumet û dewletê weke erdhejên berê ku çêbûbûn ji derî şovê heta niha xebateke bi rêk û pêk nekiriye. Bi lezgînî û rêxistinî neçûye alîkariyê. Bi ser re jî ji xebatên şaredariyên kurd re dibe asteng û rê li ber xebatên wan û gel digire.

Xelkê bi îmkanên xwe yên heyî mirî û birîndarên xwe ji bin xerabeyan derxin. Ji bêîmkaniyên teknîkî û zanistî zeman zû derbas dibe û gelek kes di bin xerabeyan de giyana xwe ji dest didin. Heger bi organîze û teknîkeke nûjen alîkarî zû bihatan kirin, dê gelek kes di bin enkazan de nemirana. Heta roja sêyem haya kesî ji rewşa gundan çênebû.

Li gor şiroveyên kesên siyasî ev cangiraniya dewletê bi zanebûn tê kirin. Ji ber ku ev erdhej di nav şerekî dijwar de çêbû. Artêşa Tirk bi 15.000 esker polîs li heman herêmê di nav operasyoneke aktîv de bûn. Artêş bi 15.000 esker û polîs derketibûn nêçira kurdan. Di nav şerê germ de artêş bi kîna tolhildanê ji kurdan nefret dikir. Bi top, tank, helîkopterên kobra. Skorskî û balafirên şerê li çiya çolên kurdan gule dibarandin. Dema bi nûçeya erdheja Wanê hesîn di gelek kanalên TV, radyo, malperên înternetê û rojnameyan de divisîn û dibêjin: “Kurdan heq kir, loma Xwedê li wan xist. Xwezî erdhejê li Amedê jî bixistana. Ji aliyekî ve eskerên me dikujin û ji aliyê din ve jî dibêjin çima hûn alîkariya me nakin…”

Hinekên wan ên wekî Mehmet Alî Birand ku qaşo xwe ‘demokrat û lîberal’ dihesibînin jî dibêjin:

“ Divê em di erdhejê de ji xelkê Wanê re alîkariyê bikin ku başî û qenciya dewlet û hukumeta me bibînin ku ew carek din li pey PKK neçin û şewqeta dewletê bibînin û li dewleta xwe xwedî derkevin…”

Hukumet jî weha wek yên rêza duyem difikire. Di rastiyê de ferqa herdu dîtinan jî tune û herdu jî yek in. Herdu jî dijmintiya gelê kurd û tevgera wî ya azadiyê dikin.

Di vir de tiştekî gelek vekirî û balkêş heye ku îdeolojiyên wan çi dibe bila bibe, esker, sivîl û hukumet jî di nav de “em” û “ew” dibêjin. Yani êdî kurdan ji xwe nehesibînin. Çi dibe bila bibe êdî kurd û tirk wek netewe, wek civak ji hevdu dûr ketine û dikevin.

Heta niha bi qasî 30 dewletî ji bo alîkariya Wanê serî li Tirkiyê dane, lê dewleta Tirk daxwaza alîkariya van 30 dewletan qebûl nekiriye. Dewleta Tirk di bersiva xwe de gotiye ku “spas, hewcedariya me bi alîkariyê tune.”

Di vê mijarê de jî gelek şirove tên kirin ku; “ji bo ku erdhej li herêma Kurdan e, dewlet loma alîkariyên navnetewî qebûl nake.” îro dewlet di vê mijarê de wekî ku şaşiya xwe qebûl bike, dibêje “ji alîkariya xaniyên prefabrîk û konteynan re em ê bêjin belê, lê ji xwarin û derman hewcedariya me tune…”

Li her derê Kurdistanê seferberiyeke alîkaryê dest pê kiriye. Wek nimûne li Amedê şaredariyên li Amedê di nav xwe de komîteya krîzê ava kirine. Komîteyê li bankê hesap vekiriye, ji bo alikariyê kon, cil, xwarin, derman û tiştên din berhev dikin û bi rê dikin. Xelk di her apartmanê de cil û tiştên din berhev dikin û telefonên servîsên şaredariyê dikin û ew tên û dibin. Ciwan li nexweşxaneyan dikevin dora xwîndayînê. Weha bûye ku mirov nikare niha li dikanên Amedê betaniye bibîne. Betaniye nemane.

Piraniya alîkariyên ku diçin dema tir û kamyon digehîn garaja Wanê, li ser daxwaza wezîrê Karê Hundir, esker dest didin ser wan kamyon û tirên ku alîkariyê dibin. Di vê mijarê de, di nav şaredariyên kurd, dem û dezgehên dewlet û eskeriyê de pirsgêrekên mezin hene.

Pêwestiya gelê Wanê herî zêde bi kon, betanî, av, nan, derman û cilûbergên germ hene. Bi şev li herêmê germayî dikeve bin sifrê.

Bila serê gelê kurd sax be!

Gelê me gelek rojên weha teng, gît û bi tofan dîtiye.

A. Tîgrîs/ Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse