Encama erdheja Wanê

Îro, roja pêncşemê (28.10.2011) saet di 12.00an de Birêvebiriya Rewşa Akût û Afetê (AFAD) bi hejmar encama erdhejê ji çapemeniyê re diyar kir. Li gor AFADê do rewş erdhejê weha bû:

Hejmara miriyan: 573

Hejmara birîndaran: 2.608

Hejmara yên ku heta niha sax ji bin xaniyan derxistine: 187

Hejmara xanî û avahiyên ku xerabe bûne an zerar dîtine: 5.739

Ji roja destpêkê heta niha 1.156 car erd hejiyaye. Cara yekem şîdeta wê 7.2 bûye û yên din kêmtir bûne.

Niha hewcedariya herî mezin û akut (acîl) bi konan heye. Li herêma Wanê zivistan jî bi ser erdhejê re girtiye û hîn jî bi sedan malbat û bi hezaran kes bê kon û xanî li der li ber agir heta sibê dimînin.

Lîsteya dewletên ku heta niha kon şandine weha ye:

Azerbayca 1.250 kon, Fransa 530 kon, Federasyona Rûsya 284 kon, Kazakistan 60 kon, Misir 300 kon. Swîsre 200 kon û Îsraîl 5 xaniyên prefabrîk.

Do gelek keyayên (muhtarên) gund û navenda Wanê ji keyatiyê îstîfa kirin. Keya dibêjin ku:

“Wezîr dibêjin me her tiştî şandiye û medya (ji derî medyaya kurdan) jî dibêjin û dinivîsînin ku alîkarî bi ser Wanê re dibare. Gundî û xelkên taxan ji me re dibêjin, ka we tiştekî neda ye me. Em li der ji sermanan bi zarokên xwe dikin ku bimirin. Em ji bin xerabeyên xaniyan rizgar bûn, lê weha dom bike, em ê ji sar û sermayê bimirin. Em keya jî dibêjin, wele, bîle û tele hukumet û medya derew dikin û tiştek nehatiye, nedane me ku em jî bidin we. Gel êdî ji me bawer nake, ketiye nav gumanê, loma em jî ji wezîfeyê xwe yê keyatiyê îstîfa dikin..”

Hemû keya bi gilinameyên xwe ve çûn meqamê waliyê Wanê û gilînameyên xwe dan ser maseya walî.

Ji aliyê din ve televîzyon navenda Hîva Sor a Tirk (Kızılay merkezi) dişan didin ku çend jin bi makîneyên prîmatîv (îptîdayî) konan difesilînin, didrûn û xwedê giravê dişînin Wanê. Heta nika Hîva Sor a Tirk raketiye û niha ya star wekî moriyan dest bi dirûna konan kirine. Weha dom bike heta meheke din jî nikarin hewcedariya konan bi cih bînin.

Hukumetê di destpêkê de daxwaza alîkariya ku ji gelek deweltên biyanî hatin qebûn nekir û got “hewcedariya me bi alîkariya der ve re tune.” Dema ku gelê Wanê dest bi protestoyan kir hukumet mecbûr ma, rexne li xwe girt û niha jî lavayê wan dewletan dike ku  alîkariya hukumeta Erdogan bikin. Hukumeta Erdogan ji ber sê sedeman alîkariya dewletên biyanî qebûl nedikir. Yek, ji bo ku alîkariya kurdan nekin. Du ji ber ku li herêmê oparasyonên leşkeri bi awayekî barbarî dom dikin. Dema ji der ve alîkarî were her çiqas bi dizî be jî biyanî barbariya artêşa wan dibînin û dibihîsin. Sê, hukumeta Erdogan xwe dewleteke pir bi hêz û mezin dibîne û  dihesibîne. Dibêje, “ez weke serdema Osmanî mezinê Ewropa, Asya û Afrîkayê me. Qosqoca mezinê sê parzemînan. Xwe dinepixîne. Erê lo, bi quweta F. Gulen împaratoriya Obama û Erdogan hema hema bi qasî hev bi hêz û mezin in!

A. Tîgrîs / Amed

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse