Em xwedî li Tayyip Temel û hevalên wî derkevin

Her ku ez li Amedê diçûn serdana rojanemya Azadiya Welat berpirsê rojameyê Tayyip Temel bi ken ez pêşwazî dikirim û digot ‘fermo werin em li vê jûrê rûnin û çaya Amedê ya weke xwîn vexwin.’ Dest bi sohbeteke şîrîn dikir û behsa pirsgirêk û rewşa rojanameya Azadiya Welat dikir. Hewl dida ku rojnameyê zûtir, baştir, kalîtetir û bi kurdiyeke şîrîn û siviktir derxe. Heta bi mirov re çayeke germ û tîr vedixwar rewşa rojanameyê ji serî heta dawî rave dikir. Ez her ema ku diçûm serdana rojameyê ji min nivîs dixwest, ‘digot:

’Mamoste em benda nivîsa te ne. Ji me re carcaran binivîse. Were serdana me. Em hemû bi hev re çawa dikarin rojnameyê baştir bikin?’

Hevalê me Tayyip Temel heta roja ew girtin û birin girtigehê  jî li rojname, dem û dezgehên kurdî û çandî bi awayekî aktîv dixebitî. Tayyip milîtanekî ziman û wêjaya kurdî ye.

Tayyip û hevalên xwe li girtîgehê ji bo azadkirina birêz Öcalan, perwerdeya zimanê zikmakî û mafê gelê kurd ê demokratîk û rewa di greva birçûbûnê de ne. Rojnamevan Tayyip Temel ji roja 12 îlonê ve heta niha li girtîgeha Amedê di greva birçîbûna bêdorveger de ye. Ev 43 roj in ku ji derî avê tu xwarin di gewriya wî û hevalên wî de neçûye xwarê. Bêhal ketine. Li gorî agahdariyên parêzgerên wî rewşa tendurîstiya Tayyip gelek xerab e. Nikare rûne, êdî nikare biaxive, dewxa wî diçe, serê wi dêşe û  zikê wî diçe. Rewşa tendurîstiya wî ketiye pileya talûkê.

Îro wezîrê dadê daxuyaniyeke da medyayê ku rewşa girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne di talûkeyê de ye. Wezîr destnîşan kir ku li gor qeydên fermî 650 kes di greva birçîbûnê de ne. Wezîr ji girtî, ji malbatên girtiyan, dem û dezgehên kurdan xwest ku mudaxeleyê greva birçîbûnê bikin û çalakvanan îqna bikn ku dev û dest ji grevê berdin. Lê wezîr dizane ku ji ber bêdadiya wî û hukumeta wî girtiyan dest bi vê greva birçîbûnê kirine. Heger wezîr rast û dilxwaz be, divê  daxwazên girtiyan bi cih bîne. Daxwazên girtiyan, daxwazên herî mafdar û û yên mirovî ne. Daxwazên herî kêm in.

Ji me hemû kurdan re wezîfeyê herî mezin dikeve ku em ji her alî ve û bi hemû hêz û derfetên xwe ve piştgiriya girtiyên greva birçîbûnê bikin ku jiyana wan ji xeterê rizgar bikin.

Em medyayê bi kar bînin, hemû îmkanên dîplomatîk li der û hundirê welat bi kar bînın. Di çalakiyên de cihê xwe bigirin û biqîrin, dengê xwe derxin. Em çi bikin bikin Tayyip û hevalên wî ji tehlûka mirinê rizgar bikin. Pêwîsiya me bi van qehremanên demokrasî û çandê heye. Hevalên me yên herî fedakar, zane û hêja ne. Ew perçek ji me ne. Xwedî derketina wan li ser stuyê me ferz e.

Nivîsa ku we şand admin

Nivîsa wek hev

Etîket

Bi xwe re parvebike

Şiroveyekê binivîse